Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

Kero lawo ne min go neçe beriya Þengarê darên bînin... Kuro malkavilo ne min got xalên te yê þêr û piling û gurgên dev bi xwîn in... Yê çarde zergan li navmilê te bixînin... Þîrê min porkurê ji difinênên te ra bînin... Na Xudê yê mirazê te li çavên te da bihêlin, dê termê te li ser min dêranê min porkurê da wê biþînin... hey wî wî, hey wî wî... Her çend ko Kuliki biryar girtibû, bersiva dayîka xwe nede, lê xwest bi stiran ewê bi kuþtina birayên wê jî bihesîne. Li bersiva Werdekê da weha got: Hey wî wî, hey wî wî... Dayê dilê min hane, bi me hane, dêranê dilê min hane bi me hane... Li kevirê çemaqan, li hezekên herîreþkê, þer qewimî, þerekî pir giran e... Xal û xarziyan dijî hev danîn þerekî bêeman e... Tu yê bes bike pesn û medhê wan birane.. Kerê bêmiraz li te kuþtin, çar pehlewane... Minê li kevirê çeqmaqan, li hezeka herîreþkê li te bihaniya rîþala biran e... Lê Kerrî li min heytand û got, bese þerê birakujiyê, tu nekoje wan xalan e... Bila sibê kes nebêje Werdeka dê bê xayî û bêxudan e... Minê hersê birayên teyên biçûk ji te ra înane tevî talanan e... Hey wî wî, hey wî wî... Gava ko Werdekê kuþtina birayên xwe jî bihîst, agir bi serê wê ket û got: Hey wî wî, hey wî wî.... Kuliko lawo dilê min hane, bi me han e... Delalo dilê min han e bi me han e... Dilê dayîka te wargehê derd û wan kulan e... Lawo ev derda derdê me kurdan e... Emê dileyzin li ser þirîta Emer Axa û bîhaniyan e... Karê me bûye birakujî û kiþandina talanan e... Emê hevdu dikujin li ser pere û dirafan e... Xelkê û alemê ji xwe ra girtin erd û asîman e... Serast kirin dewlet û ava kirin nîþtiman e... Pêþ da birin ferheng û tore û peyv û ew ziman e... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 371

Lê emê bi þerê xwe bixwetiyê ji hemû gelan paþ da man e... Were lawo emê destên hevdu bigirin, derêxin ji welati bîhaniyan e... Emê çê bikin dewletekê bi tevayî û arîkariya hemû þax û hozên di kurdan e... Na Xudê emê bi arîkariya hev ava bikin welatê xweyî þirîn Kurdistan e... Hey wî wî, hey wî wî... lawên min nezan in, þêrên min nezan in, hey wî wî... Werdek ne ew bû þerê birayên xwe bike û ne ew bû ko bi wan ra rûnê û þînê bike. Gava ko hersê birayên Werdekê zarezara wê bihîstin, hatin û xwe avîtin ser dest û piyên wê. Bi fermana Kuliki pêþiya karwan û leþkerî rawesta. Siwar û peya hemû rêz rawestan. Termê Kerrî li ser barê lokê pêþeng danîn erdê. Werdekê devê sindirûkê vekir û xwe avîte ser termê Kerrî. Xal û xwarziyan þîna Kerrî dupate kirin. Dîsan termê Kerrî weke berê kirin nava sindirûkê û ber bi zozanan kiþiyan. Berî êvarê bû, ko leþker gihîþte ser kaniya Rihanê. Durust li ser wê kaniya ko Kerrî dil û hinavên xwînavî dabûne destê Perîþanê. Ji Kerrî ra gorek kulan. Leþker li ber termê wî ra li rêzê çûn. Kulik li ser termê Kerrî ra rawesta û weha got: »Kero bira! Eger te bi xeberdaniya dayîka me bikira û te þerê xwe bi xwetiyê nekira, roja îro tu giheþtibûy mirazê xwe. Lê te bi gotina dayîka me nekir, da ko akama karê me wiha lê hat. Ez îro li ser gorina te bêmirazî bi wê axa ko kal û bavê me tê da hatiye veþartinê û bi wê axa hanê ko emê te tê da veþêrin, sûn dixom, ta ko ez hebim, ez êdî ne þerê xwe bi xwetiyê dikim û ne jî serê xwe li ber bîhanî û dûvelankên wan xwar dikim.« Piþtî axiftinê Kuliki termê Kerê bêmiraz sipartin axê. Werdek bi Kulik û leþkerê wî va ber bi mala Emer Axayî diçûn, ko Emer Axayî bi nexþên Eyþanê herdu gîzmên xwe tijî xwelî kir û bizmikên gîzman bi hev ve girê da û avîte stuyê xwe. Topek cawê sipî danî ser xweliyê. Þûrê xwe ji kalanî kiþand û danî ser. Mishefa Reþ jî bêkiras kir û danî rex þûrî û derkete pêþiya Werdekê û Kulik û leþkerê wan û bi zelûlî got: »Werdek tu û Kulik yan bi vî þûrî serê min lêdin û evê topa cawî li min werkin û evê xweliyê birijînin ser min. Yan jî bidin bo xatirê vê Mishefê û gunehê min li min bibexþînin.« Kulik ji hespê xwe peya bû. Mishef ji ser destê wî hilanî. Þûrê wî kire kalanî û li ber ra kir. Xweliya gîzmên wî vala kir û gotê gîzmên xwe pê ke. Li dû ra kelebçe vekir û herdu destê wî li piþtê girê da û got: »Eger gunehê te tenê ev pîlana bûya, minê ji Werdekê û xalan daxwaz bikira, ko ji gunehên te derbas bibana. Lê gunehên te yek û du nînin. 372• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Kero lawo ne min go neçe beriya Þengarê darên bînin...

Kuro malkavilo ne min got xalên te yê þêr û piling û gurgên dev bi

xwîn in...

Yê çarde zergan li navmilê te bixînin...

Þîrê min porkurê ji difinênên te ra bînin...

Na Xudê yê mirazê te li çavên te da bihêlin, dê termê te li ser min

dêranê min porkurê da wê biþînin...

hey wî wî, hey wî wî...

Her çend ko Kuliki biryar girtibû, bersiva dayîka xwe nede, lê xwest bi

stiran ewê bi kuþtina birayên wê jî bihesîne. Li bersiva Werdekê da weha

got:

Hey wî wî, hey wî wî...

Dayê dilê min hane, bi me hane, dêranê dilê min hane bi me hane...

Li kevirê çemaqan, li hezekên herîreþkê, þer qewimî, þerekî pir giran e...

Xal û xarziyan dijî hev danîn þerekî bêeman e...

Tu yê bes bike pesn û medhê wan birane..

Kerê bêmiraz li te kuþtin, çar pehlewane...

Minê li kevirê çeqmaqan, li hezeka herîreþkê li te bihaniya rîþala biran

e...

Lê Kerrî li min heytand û got, bese þerê birakujiyê, tu nekoje wan

xalan e...

Bila sibê kes nebêje Werdeka dê bê xayî û bêxudan e...

Minê hersê birayên teyên biçûk ji te ra înane tevî talanan e...

Hey wî wî, hey wî wî...

Gava ko Werdekê kuþtina birayên xwe jî bihîst, agir bi serê wê ket û

got:

Hey wî wî, hey wî wî....

Kuliko lawo dilê min hane, bi me han e...

Delalo dilê min han e bi me han e...

Dilê dayîka te wargehê derd û wan kulan e...

Lawo ev derda derdê me kurdan e...

Emê dileyzin li ser þirîta Emer Axa û bîhaniyan e...

Karê me bûye birakujî û kiþandina talanan e...

Emê hevdu dikujin li ser pere û dirafan e...

Xelkê û alemê ji xwe ra girtin erd û asîman e...

Serast kirin dewlet û ava kirin nîþtiman e...

Pêþ da birin ferheng û tore û peyv û ew ziman e...

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 371

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!