Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
46 Termê Kerrî li ser piþta lokê pêþîkêþ weke landikekê dihejike. Milê wî yê rastê ji sindirûkê derxistine derva û hêkek jî li mista wî da ye. Milê wî li rex sindirûkê li hewa ba dibe. Bi teqla çûyîna loki ra pêþ da, paþ da tê û diçe. Kulik jî li ser piþta Nijdî li pêþiya koçê ketiye. Qentera hêþtiran û leþkerê giran jî dane dû wî û ji beriya Þengarê ber bi zozanan diçin. Kulik ketiye bîr û hizrên kûr û tal da. Xwe ji xwe ra dibêje: Kerr çima li ser þirîta nemerdekî wekî Emer Axayî leyîst? Çima bêçine xwe da kuþtinê? Çima çar xalên xwe bi destên xwe kuþtin. Li ber çi ewî bixwe jî ew hemû mirovên bêsûc û guneh kuþtin? Ew mirovên jar û belengaz û ne agadar ko her tenê bi fermana Mîrî hatibûn pêþiya wan. Gelo ev hemû mirov li ber ax û ava welatê xwe da hatine kuþtinê? Yan li ser dil û daxwaza Mîr û Emer Axayî xwe bêçine dane kuþtinê. Eger Mîr û Emer Axayî ew hemû mirovana bikirana yek û bi yêkatî û biratî piþta xwe bidana hevdu û biçûyana þerê neyaran, dê bi wê hêza mezin gelê xwe li jêr nîrê zor û zulma dijminên dagîrker rizgar bikirana û welatê xwe li jêr destên xelkê deraniyana. Lê ev Mîr û Emer Axa ko li bîr û hizra gel û welatî da nînin. He tenê bîr û hizra wan xweþî û xweþrabihorandina wan e. Tenê di hizra xwe da nin. Hindî tê bîra Kuliki, her di welatê wî da þer û gêre û kuþt û kuþtare. Yan xelkê hêrîþ dane ser welatê wan û ew li xwînê da xendiqandine, yan jî bi ferman û pîlana serokhoz û mîr û axayan bêçine hevdu kuþtine. Kulik dihizire, di nava hiþê xwe da diçe, dîne bîra xwe, her çi diye û çi bihîstiye, li bara þerê xwe bixwetiyê da bûye. Hindî ji devê mezinan, ji konemêr û pîrejinan bihîstiye, her li dirêjaya mêjûyê da Kurdin ko bi fermana bîhaniyan hevdu qir dikin. Kurd in ko li ser san, li ser piþîkan, li ser zaran, li ser zozanan, li ser bengeyeke zeviyê hevdu dikojin. Lê kesek nabêje dagîrkeran welatê me dagîr kirine. Werin em zozana xwe ya mezin, zeviya xwe ya rastîn ji çengê neyaran derînin. Hindî tê bîra Kuliki her mêrên kurdan bûne, ko bi fermana serokhoz û mîr û axayan da li ber xelkê da þûr weþandine û yan jî bi pîlanên wan E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 367
ketine pêsîra hevdu û hevdu ji serê riya serokhozan rakirine. Rêk ji serokhozan ra fire kirine. Serokhozên ko ji bilî serokatiya xwe, ji bilî dîwana xwe û berfirebûna heremseraya xwe û ji bilî razîkirina serdestên xwînmij, ko çavên wan her dem li av û axa welatiye, li bara çi tiþteke dî da nahizirin. Serokhozên ko ji bona axatî û serokatiya xwe ya pûç û bê wate amade ne ji gel û nîþtiman û heyî û neyiyên xwe bibihorin. Amade ne ji abirûya xwe û gelê xwe bibihorin, lê ji serokatî û axatî û mîratiya xwe nebihorin. Mîratî û axatiya ko ji pejirandina bindestiya bîhaniyan pêve çi weca wê ji gel û welati ra tuneye. Kulik serê xwe kiriye nava dêl û bijiyên Nijdiyî û pêþ da dikudîne û dihizire. Hizrên kûr û dûr. Silêmanê bavê wî her bi pîlana Ehmed Begê kurê Mîrê Ereban hate kuþtinê. Bavpîrê wî Eliyê Mîrî dîsan her bi pîlana neyaran hate kuþtinê. Bavê bavpîrê wî Silîv beg dîsan her bi pîlana neyaran dermandayî bû. Her çend ko binemala wan jî beg û mîr û serokhoz bûn, lê serî li ber xelkê û bîhaniyan nedadinîn. He li ber vê hindê bû, ko dijminan ewan li serê riya xwe hildan û axatî dane destê Emer Axayî, ta ko bi dilê xwe hespên xwe li ser av û axa welatî da bibezînin. Emer Axayê ko ji bona axatiya xwe namûsa xwe, kiça xwe Perîþan avîte mazad û heracê û Kerr û her çar xalên wî bi destên hevdu dane kuþtinê. Ev xan û mîr û serokhozan, van hemû mirovên bêguneh didin kuþtinê, ko bixwe li ser desthelatdariyê bimînin. Tenê giþtî hîvî û armanc û awatên wan ew e, ko bêjine wan xan û mîr û axa û serokhoz. Axa û serokên ko ne di hizra jar û belengazên welatê xwe da nin, belkû her tenê li hizra heremserayên xwe û dîwanxanên xwe û nav û dengên xwe û razîkirina serdestan û êþandina bindestan da nin. Ca serdest her kê dibe bilanê. Ji wan ra ferq nake. Serdest jî baþ wan dinasin. Baþ li reha mirina wan ra girtine. Baþ piþîka xalo berdêdine wan û wan ji dest dana axatî û serokatî û mîratiyê ditirsînin û ya dilê xwe bi destên wan diqedînin. Her çiya ko dilê wan dixwaze, bi destên wana didine kirinê. Ev e demanekî dûr û dirêje ko gel li vî derdî da, wekî kelokekî nîvserjêkirî li ber êþ û azaran per û baskan lev dide. Lê ewan jî her di keyfa xwe da nin. Hindî ko Kulik ji beriya Þengarê ber bi zozanan rê ketiye, qasekê jî ev hizrana dest jê nekiþandine. Zehlê wî ji wî û ji hemû serokhoz û mîr û axa û xanan diçe. Her çî çîrok û serhatî û mêjûya ko li bara kurdan da bihîstiye, hemû her li bar þerê xwe bixwetiyê da bûye. Þerê birakujiyê ko bi neqþe û pîlanên neyaran û bi destên axa û xan û serokhoz û mîran li 368• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 317 and 318: guçkên xwe dagirt. Piþtî demeke
- Page 319 and 320: — Nêçîr her nêçîr e, çi vi
- Page 321 and 322: paqij kir û dîsan neyîk naland.
- Page 323 and 324: Evdurehman ewî kellê karmamizê j
- Page 325 and 326: Êxoyî got: Rastî jî tu dibêjî
- Page 327 and 328: didît, te nehîþt. Bi dengedenga
- Page 329 and 330: mewîj û xwliya taze lê zêde dik
- Page 331 and 332: — Kerr were li Sosikê siwar be,
- Page 333 and 334: kûraniya avê da bibîne. Yan jî
- Page 335 and 336: va hêlan û dîsan li wê rêya ko
- Page 337 and 338: Kulik hate cem Kerrî û lê pirsî
- Page 339 and 340: Peyakî bi hejyareya destê xwe ew
- Page 341 and 342: — Te xêre!? — Min xêre. Vêca
- Page 343 and 344: — Kuro bihêle! Xudê kem ewê me
- Page 345 and 346: agirî ra hevalên wan yên dî jî
- Page 347 and 348: wî dagirt û ew li Sosikê siwar b
- Page 349 and 350: û hindek xwalî avîte devê xwe.
- Page 351 and 352: hespeke te tunebû, tu li hespa me
- Page 353 and 354: min jî hebin, ji min bibexþînin.
- Page 355 and 356: 44 Hê berê sibêdê gewr nebibû
- Page 357 and 358: — Bijîn zarên Hesê Dûdêyî!
- Page 359 and 360: Deriyaya siwaran ji cî leqiyan. Ç
- Page 361 and 362: 45 Gava ko Kuliki dengê meþkkêya
- Page 363 and 364: gîhand. Hajote nav konan. Lê çi
- Page 365 and 366: dûr e û çi aman jî li bal wan t
- Page 367: zozanan herin, her kî dixwaze, dik
- Page 371 and 372: serok û mîran li ber xelkê da þ
- Page 373 and 374: Lê emê bi þerê xwe bixwetiyê j
- Page 375 and 376: 47 Emer axa li kûlê da zindanî b
- Page 377 and 378: û bi destên hevdu wan bidin kuþt
- Page 379: mirovên gelfiroþ û welatxor yên
46

Termê Kerrî li ser piþta lokê pêþîkêþ weke landikekê dihejike. Milê wî yê

rastê ji sindirûkê derxistine derva û hêkek jî li mista wî da ye. Milê wî li

rex sindirûkê li hewa ba dibe. Bi teqla çûyîna loki ra pêþ da, paþ da tê û

diçe. Kulik jî li ser piþta Nijdî li pêþiya koçê ketiye. Qentera hêþtiran û

leþkerê giran jî dane dû wî û ji beriya Þengarê ber bi zozanan diçin. Kulik

ketiye bîr û hizrên kûr û tal da. Xwe ji xwe ra dibêje:

Kerr çima li ser þirîta nemerdekî wekî Emer Axayî leyîst? Çima bêçine

xwe da kuþtinê? Çima çar xalên xwe bi destên xwe kuþtin. Li ber çi ewî

bixwe jî ew hemû mirovên bêsûc û guneh kuþtin? Ew mirovên jar û belengaz

û ne agadar ko her tenê bi fermana Mîrî hatibûn pêþiya wan. Gelo

ev hemû mirov li ber ax û ava welatê xwe da hatine kuþtinê? Yan li ser dil

û daxwaza Mîr û Emer Axayî xwe bêçine dane kuþtinê. Eger Mîr û Emer

Axayî ew hemû mirovana bikirana yek û bi yêkatî û biratî piþta xwe

bidana hevdu û biçûyana þerê neyaran, dê bi wê hêza mezin gelê xwe li jêr

nîrê zor û zulma dijminên dagîrker rizgar bikirana û welatê xwe li jêr

destên xelkê deraniyana. Lê ev Mîr û Emer Axa ko li bîr û hizra gel û welatî

da nînin. He tenê bîr û hizra wan xweþî û xweþrabihorandina wan e.

Tenê di hizra xwe da nin.

Hindî tê bîra Kuliki, her di welatê wî da þer û gêre û kuþt û kuþtare. Yan

xelkê hêrîþ dane ser welatê wan û ew li xwînê da xendiqandine, yan jî bi

ferman û pîlana serokhoz û mîr û axayan bêçine hevdu kuþtine. Kulik dihizire,

di nava hiþê xwe da diçe, dîne bîra xwe, her çi diye û çi bihîstiye, li

bara þerê xwe bixwetiyê da bûye. Hindî ji devê mezinan, ji konemêr û

pîrejinan bihîstiye, her li dirêjaya mêjûyê da Kurdin ko bi fermana

bîhaniyan hevdu qir dikin. Kurd in ko li ser san, li ser piþîkan, li ser zaran,

li ser zozanan, li ser bengeyeke zeviyê hevdu dikojin. Lê kesek nabêje

dagîrkeran welatê me dagîr kirine. Werin em zozana xwe ya mezin, zeviya

xwe ya rastîn ji çengê neyaran derînin.

Hindî tê bîra Kuliki her mêrên kurdan bûne, ko bi fermana serokhoz

û mîr û axayan da li ber xelkê da þûr weþandine û yan jî bi pîlanên wan

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 367