Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

zarên Hesê Dûdêyî? Þemdîn^ pirsî: — Te bo çî yî? Em zarên Hesê Dûdêyî`ne. Yezdan mala me kavil bike. Dîwane destê xwe li qerpalên xwe gerand û nama niviþtkî li berîka xwe derxist û got: — Ev nama, xûþka we Werdekê ji we ra þandî ye. Ka keþkula min jî bidin min. Li min derenge, ezê herim. Rêka min dûre. Þemdînî name ji destê wî stand û pêça namê vekir û name xwend. Gava ko bi naveroka namê hesiya, agir bi serê wî ket û ji dîwane pirsî: — Dîwane be tu bo hind dereng hatî? — Xudê ez ji xwe ra li nava êlan li keþkûlê digeriyam. Lema hindekî derengî ketim. Þemdîni þûrê xwe li ber xwe kiþand û yek li tera skura wî da lêda û gotê: »Hanê ev jî keþkula te. Çavên te ji keþkûlê têr nabe! Çima tu rojekê zû bihatana, dê çi biba, malçolê malçol!? Serê Dîwane wekî zivirokekê li erdê zivirî û leþê wî kete nava pûþ û pelaþan. E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 359

45 Gava ko Kuliki dengê meþkkêyan bihîst, Dengê meþkkêyan lê kar kir. Biçûktiya wî hate bîrê. Seha tîhnîtiyê kir û dilê wî tasek çeqilmasta mihiyan xwest. Serê Nijdiyî ber bi meþkkeyan zivirand. Dîna xwe dayê meþkeke gamêþî li dar e. Du kiçikan bi lolebên meþkê ra girtine û meþkê didin ber hingan û pê ra jî stiranan dibêjin. Kiçeke qert jî waye li ser wan ra digere. Gava ko çavên kiçikê bi siwarekî ket, ko ber bi wan dajo, hate ber derê konî. Kuliki gote wan: — Mandî nebin! Kiçikê bersiva wî da: — Zor sipas! — Xûþkê bibexþîne, ez rêvîngî me. Ca ji xêra xwe eger hebe, taseke dew yan çeqilmast bide min. Kiçkê bersiv da: — Ser çavan! Vêca li dû gotina xwe ra çû rexê kulînê û ji siwarî ra tasek çeqilmast çê kir û da ser destên xwe û ji siwarî ra anî. Tas li ser destê xwe girt û raberî siwari kir. Her di wê gavê da çavên wê û siwari li hevdu asê bûn. Bi asêbûna çavan ra, dilê kiçikê lerizî û serê wê kete ber da. Li dilê xwe da got; Xudêyo min ev zilama li kêderê dîtiye? Lê hindî da nav hiþê xwe, nekete bîrê, kanê ev zilama li kêderê dîtiye. Hindî li nav hiþê xwe da çû, çi tiþt nekete bîrê. Lê çav çavên nasiyar bûn. Te digot qay kiçkê bi salan di gel xudanê wan çavana derbas kiriye. Di gel xudanê wan çavan gotiye û keniyaye. Di gel xudanê wan çavan ketiye kêf û henek û laqirdiyan. Lê hindî hizirî, navê xudanê wan çavan nehate bîrê. Kulik tasa çeqilmastê hilçinî serê xwe. Tasa vala zivirand û da destê kiçkê. Vê carê dîsan çar çav lev asê bûn. Kiçkê tasa vala jê stand. Kuliki pê piþta destê xwe simbêlê xwe paqij kir. Kiçkê avirekî tûj dayê. Kuliki avirên xwe ji avirên kiçkê dizî û pirsî: Xûþkê pirsiyar bê xewþe. Mêrên êla we ko da çûne, ko çi mêrek li nava êla we da li ber çavan nakeve? Kiçkê bersiv da: 360• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

zarên Hesê Dûdêyî?

Þemdîn^ pirsî:

— Te bo çî yî? Em zarên Hesê Dûdêyî`ne. Yezdan mala me kavil bike.

Dîwane destê xwe li qerpalên xwe gerand û nama niviþtkî li berîka xwe

derxist û got:

— Ev nama, xûþka we Werdekê ji we ra þandî ye. Ka keþkula min jî

bidin min. Li min derenge, ezê herim. Rêka min dûre.

Þemdînî name ji destê wî stand û pêça namê vekir û name xwend. Gava

ko bi naveroka namê hesiya, agir bi serê wî ket û ji dîwane pirsî:

— Dîwane be tu bo hind dereng hatî?

— Xudê ez ji xwe ra li nava êlan li keþkûlê digeriyam. Lema hindekî

derengî ketim.

Þemdîni þûrê xwe li ber xwe kiþand û yek li tera skura wî da lêda û gotê:

»Hanê ev jî keþkula te. Çavên te ji keþkûlê têr nabe! Çima tu rojekê zû

bihatana, dê çi biba, malçolê malçol!?

Serê Dîwane wekî zivirokekê li erdê zivirî û leþê wî kete nava pûþ û

pelaþan.

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 359

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!