Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

Digel vê hindê dîsan jî, zor ajelên dirinde û herwisan jî hindek mirovên dilkevir hene, ko wan jî xwendeya xwe li ber wan dirindan vergirtine, van biçûk û têjikên xweþkok, her tenê ji bo têrkirina zikên xwe, yan jî ji bo pêxoþiya serkirdeyên xwe, dikojin û xûna wan dirijînin û tûþî vî gunehê mezin û nebihorandî dibin. Qafreþ jî hema bînanî hemû biçûkên giyanliberan gelekî ciwan û dilhebîn bû. Xoþina hemûyê lê dihat. Lê xoþina Sûsê û Silêmanî ji ya hemûyê gelektir bi wî ra dihat. Niha jî hema ew hejîkirina pêþîn di dilê Silêmanî da ma ye. Dema ko Qafreþ tûle bû, Silêmanî bixwe dan bi dan xwereka wî li dandûra wî da didayê. Sûsê jî her dem kûtê genimî û çivir ji wî ra dipat. A, gava ko Qafreþ hê tûleyekî zor biçûk bû, taze çavên wî biþkivîbûn û taze bi rê va diçû, Silêmanî bixwe jê ra þîrê bizinan didot û berdida kodika wî da. Bixwe jî li ser ra radiwesta û li þîrçelpandina wî temaþe dikir. Gelek caran ewî Qafreþ dida ber sîngê xwe û dibire nav hevalan û kîþkîþî hevalan dikir û ew hûreyî dirbûnê dikir. Niha jî Qafreþ bi herdu çavên xwe yên zere zeytûnî, ko bînanî du matan li korika çavên wî da direqisîn, li ber Silêmanî ketiye. Diqewime, ko ew jî wan rojana dîne bîra xwe û li wê bîreweriyê da dijî. Kê çi dizane? Gelek razên cîhanê hê sergirtî mane... Silêman li kiriyarên xwe yên çend demhejmêrên berî niha poþman bû. Kastîna Qafreþi, dema ko Silêmanî ew da ber derbên gurzan, li guçkên Silêmanî da deng veda. Hêdîka li ber lêva xwe da navê wî anî û mûçandê. Reheke lavayîkerane li dengê Silêmanî da diyar dikir. Qafreþi dêla xwe hejand û serê xwe li ser herdu lemên xwe rakir û yek alî li Silêmanî nihêrî. Bi qirçeqirça reh û rîþalên gwîniyî ra, hevo û firêtên bîr û hizrên Silêmanî ji hevdu pizirîn. Agir ber bi temirînê diçû. Li rex agiri rabû ser piyan û þalê xwe ji sotikên gwîniyî, ko peþkiyabûne ser da, dakuta. Li dor û berên xwe nihêrî. Her der tarî bû. Hebana xwe li ser sîngê xwe serast kir. Kewanê xwe avîte milê xwe. Tîrdanka xwe jî li ser milê xwe yê çepê da cî bi cî kir. Gurzê xwe da destê xwe û bi pêxiþik ber bi devê kûlê çû. Derva hewa hê jî tarî bû. Pêþ da nikarî baþ li ber piyên xwe bidîta. Lê paþê berebere çavên wî hûre bûn û ji kûlê derkete derva. Baran jî êdî bend bibû. Êdî ewiran xwe ji hev berdabûn. Nîveka esmani qeliþîbû. Tekoteko istêrên bêreng li wê navê da dibiriskîn. Istêran rengê xwe derdabûn. Hêdî hêdî dakete binê geliyi. Þureþura avên belekiyan bû. Baranê lap vekiribû. Sira paþî baranê êm bibû. Bibû nermebayekî sar. Hurþehurþa E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 35

avê bû, ko bînanî dîneke sermest dihurmicî û serê xwe li dar û ber û kevir û kendalan dida û ber bi binê geliyi diherikî. Hindî ko Silêman li geliyi da berjêr diçû, hind diçû ava geliyi zêde û zêdetir dibû. Ava geliyi hêdî hêdî rengê çemekî dida. Li her layan ra cok û cobar, li dere û tîþik û herd û newal û gelî û kendalan ra ber bi çemi dikiþiyan. Li ber hurmehurm û hurþehurþa çemi, Silêmanî çi tiþt nedibihîst. Hema serê wî di ber da bû. Bi lez û gef û gur pêngav dihilanî û di gel çemi berjêr dibû û pêþ da diçû. Te digot qey li dû ketine û ew li ber kesekî direve. Hindî diçû rewta wî rengê helatinê dida. Qafreþ jî hema wisan li dû wî ra diloqiya. Piþt xwe ra li Qafreþi nihêrî. Reþatiya li serçavên Qafreþi li tarîmariya þevê da pê va hate xûyanê. Bi wê yekê ra zanî, ko sibêde waye nêzîk dibe. Serçavên Qafreþi bînanî kûtekî þewitî reþ û qimer bû. Hêleke reþe qimer ji limozê wî ra dest pê dibû û li patika wî li navmilan ra, durust li ser mazîpiþtika wî ra derbas dibû û ta serê dûlka wî didomand. Mirovî digot qey ew hêla bi dest kiþandine. Hema li ber vê reþatiya serçavên wî bû, bona vî rengî bû, ko navê wî danîbûn Qafreþ. Pirça Qafreþi wisan geþ û hulo bû, te digot qey þe kirine. Dema ko leþê wî hiþk ba, rewneq dikete pirça wî ya zerqimer û difirî nav çavên mirovî. Silêman li ser milê xwe yê çepê ra zivirî û li esmani nihêrî. Li aliyê rojhelatê da istêra sibêdê du riman bilind bibû. Bi wê hindê ra zanî, ko seûgura sibê ra hindik maye. Lap kete lezê. Êdî giheþtibû binê geliyi. Hewa berebere ronahî dibû. Keviyên berfê li pêsîra çiyan da dihatin xûyanê. Li ber barana þeva dî rengê berfê gewir bibû. Berf hiþinokî bibû. Av her alî ji erdê dikiþiya û tevî hev dibû û dibû çemekî mezin. Hurmehurma çemi bû, dinaliya û li nav hev da diþkest û li ser hev ra diqulibî û pêþ da li ser milê çepê da ber bi deþteke vekirî diçû. Çem wisan rabibû û lev ketibû, ko fîlan nedikarî xwe lê bidana. Xwelî sist bibû. Hindek ciyan lingên Silêmanî ta gîzekan li erdê da diçûne xwarê. Li pêþberî wî deþteke vekirî ber va diçû. Hindî çavên wî qeter dikir, deþt û dar û bar, gund û avayî bûn. Cara yekê bû, ko Silêman dadikete vê deþtê. Her der jê ra nenas û namo bû. Gehîþtibû serê duriyanekê. Nizanî yê kî alî da here. Demekê li nav hiþê xwe da çû. Paþê li ser milê xwe yê rastê da zivirî û dakete deþtê. Ronahiyê cîhan tijî kiribû. Esman sayî bû. Te digot qey barana þeva dî rûyê esmani þûþtiye, ko bînanî perûyekî þîne armûþîn diteyîsî. Wekî benefþeyeke tere þîn rewneq diketê. Yekimîn tirîþka tavê da qafên çiyayên bilind. Pêþ da qûçên çiyan zer 36• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Digel vê hindê dîsan jî, zor ajelên dirinde û herwisan jî hindek mirovên

dilkevir hene, ko wan jî xwendeya xwe li ber wan dirindan vergirtine, van

biçûk û têjikên xweþkok, her tenê ji bo têrkirina zikên xwe, yan jî ji bo

pêxoþiya serkirdeyên xwe, dikojin û xûna wan dirijînin û tûþî vî gunehê

mezin û nebihorandî dibin.

Qafreþ jî hema bînanî hemû biçûkên giyanliberan gelekî ciwan û dilhebîn

bû. Xoþina hemûyê lê dihat. Lê xoþina Sûsê û Silêmanî ji ya

hemûyê gelektir bi wî ra dihat. Niha jî hema ew hejîkirina pêþîn di dilê

Silêmanî da ma ye. Dema ko Qafreþ tûle bû, Silêmanî bixwe dan bi dan

xwereka wî li dandûra wî da didayê. Sûsê jî her dem kûtê genimî û çivir

ji wî ra dipat. A, gava ko Qafreþ hê tûleyekî zor biçûk bû, taze çavên wî

biþkivîbûn û taze bi rê va diçû, Silêmanî bixwe jê ra þîrê bizinan didot û

berdida kodika wî da. Bixwe jî li ser ra radiwesta û li þîrçelpandina wî

temaþe dikir. Gelek caran ewî Qafreþ dida ber sîngê xwe û dibire nav

hevalan û kîþkîþî hevalan dikir û ew hûreyî dirbûnê dikir. Niha jî Qafreþ

bi herdu çavên xwe yên zere zeytûnî, ko bînanî du matan li korika çavên

wî da direqisîn, li ber Silêmanî ketiye. Diqewime, ko ew jî wan rojana

dîne bîra xwe û li wê bîreweriyê da dijî. Kê çi dizane? Gelek razên cîhanê

hê sergirtî mane...

Silêman li kiriyarên xwe yên çend demhejmêrên berî niha poþman bû.

Kastîna Qafreþi, dema ko Silêmanî ew da ber derbên gurzan, li guçkên

Silêmanî da deng veda. Hêdîka li ber lêva xwe da navê wî anî û mûçandê.

Reheke lavayîkerane li dengê Silêmanî da diyar dikir. Qafreþi dêla xwe

hejand û serê xwe li ser herdu lemên xwe rakir û yek alî li Silêmanî nihêrî.

Bi qirçeqirça reh û rîþalên gwîniyî ra, hevo û firêtên bîr û hizrên

Silêmanî ji hevdu pizirîn. Agir ber bi temirînê diçû. Li rex agiri rabû ser

piyan û þalê xwe ji sotikên gwîniyî, ko peþkiyabûne ser da, dakuta. Li dor

û berên xwe nihêrî. Her der tarî bû. Hebana xwe li ser sîngê xwe serast

kir. Kewanê xwe avîte milê xwe. Tîrdanka xwe jî li ser milê xwe yê çepê

da cî bi cî kir. Gurzê xwe da destê xwe û bi pêxiþik ber bi devê kûlê çû.

Derva hewa hê jî tarî bû. Pêþ da nikarî baþ li ber piyên xwe bidîta. Lê paþê

berebere çavên wî hûre bûn û ji kûlê derkete derva.

Baran jî êdî bend bibû. Êdî ewiran xwe ji hev berdabûn. Nîveka esmani

qeliþîbû. Tekoteko istêrên bêreng li wê navê da dibiriskîn. Istêran rengê

xwe derdabûn.

Hêdî hêdî dakete binê geliyi. Þureþura avên belekiyan bû. Baranê lap

vekiribû. Sira paþî baranê êm bibû. Bibû nermebayekî sar. Hurþehurþa

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 35

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!