Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

da dibarîne. Bi vê gotina Buxdoyî ra ji bilî Nemetî hemû keniyan. Kerrî çengê xwe li hêta karmamizê da çik kir û goþt û satar têkel kir û parî tê da bada. Li dû Kerrî ra hemûyê hêriþî ser xwarekê kirin. Li ser xwarekê çi kesî nediaxift. Her kes li xêr û bêra xwe da bû. Fiþefiþa wan bû û parî li dû pariyan ra li devê xwe da lev digerandin û dadiqurtandin. Hemû pir birsî bibûn. Li qasekê da hestik rût kirin. Nanê sêlê li binê teþtikê sûtin û binê teþtê jî paqij kirin. Hestikên hêt û pîlên karmamizê þkandin û mejî jê deranîn. Kerr rabû çû ser kuçiki û pê nikilê xencera xwe pol û xwelî li ser kelle da alîkî. Kelle li nav polan deranî. Xencera xwe li çavê karmamizê ra kir û ew hema wisan bi xweliyê va anî rex teþta þîvê. Evdurehman kelle ji destê wî vegirt û du sê caran li erdê da û xweliya li ser da dakuta. Li dû ra pîneyek da ber destên xwe û hêdîka çermê kelleyî jê þiqitand û kelle hema wisan tûm danî ber Kerrî. Kerr herdu çavê wê deranî û nîvê zimanê wê jî birî û ji xwe ra hilda. Yê mayî jî avîte nav destên hevalan û got: Han ev jî para we! Hevalan kelle ji destên hevdu revandin. Pirtiya goþtî pê va nehêlan. Vêca qotê wê yê reqe rût jî danîn ser kevirekî û pê mistan lê dan û þkandin û mejiyê wê deranîn û xwarin. Piþtî xwarinê jev bela bûn û her yek li aliyekî da çûn. Her yek çûne ber pesêva kor û kendal û kevirekî. Piþtî hînga hatin û pala xwe dane kelmelan û her yek li ciyekî da veleziyan. Evdurehman û Hasûxan û Pasûxan jî aman tev þoþtin û berev kirin. Piþtî þoþtina amanan, Kuliki selekî mezin danî ser devê kaniyê û ew delava ko Hasûxan wan çêkiribûn, kavil kir û ava wê berda. Bû xuþîna avê û li nava kevir û kuçikan da berjêr da, ber bi binê newalê þiqitî. Kuliki li ber xwe da got: Ev ava giran e. Tirsim pêro þev gelekî vexon û pê bimînin. Lê çi kesî bersiva Kuliki neda. Te digot qay Kulik xwe ji xwe ra diaxive. Bayekî germ û tund dihat û bêneke nexweþ weke bêhna golegeniyan di gel xwe dianî û li binê zangê digerand. Elikî got. Peko! Çi bêhneke tund e. Tu dibêjî me li ser golegeniyên req û beqan daniye! Bi bihîstina navê golegeniyan ra, Neimeti xwast wan li ser wê dozê bixarîne. Xeber guhest û serê xwe rakir û got: Ca li hîvê binêrin, ka çawa direve. Tu dibêjî qay li dû ketine û yê wê ya bigirin. E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 323

Êxoyî got: Rastî jî tu dibêjî qay tajî û tûle li dû ketine û dê ewê nêçîr bikin. Hemûyan serê xwe bilind kiribûn û li hîvê mêze dikirin. Hîvê dilezand. Esman bînanî destmaleke armûþê þîn sayî bû. Þînekî vekirî û bêgerd. Þevê yekê yan duyan bi gered nobedarî dikirin. Ta sibêdê hiþiyar diman. Kuliki pirsî: Þeva dî nobedarî gereda kê bû? Hemûyê bi hev ra gotin: Þeva dî Êxo û Elik nobedar bûn. — Îþev gereda kî ye? Kerrî berî hemûyê bersiv da: Gereda min e. Hûn hemû bi dilniyayî razên. Piþta xwe vekin û velezin. Kulik û Hasûxan û Pasûxan dîsan li nava pêroyan geriyan. Çokên hêþtiran îþkeîþk girêdan. Lingên hesp û hêstiran baþ qeyd û bend kirin.Tewil avîtin qeyd û bendên wan û her yek li goþeyekê da baþ tewil dan û hatin rex hevalan û her yek li goþeyekê da ketin. Hewa pir germ bû. Hewceyî vegirtina kon û xîvetê nibû. Lê pêþûyan kelên ji wan birîbûn. Gava ko ba nehata, vizeviza vizik û pêþûyan bû, û bînanî seqan hêriþî wan dikirin. Kerr rabû. Hindek ters û paseriyên nîveter danî ser kuçikî û got: Kuro mîratê pêþû û vizikan em peritandin. Bila dûkela van berde pêþûyan lo! Lê çi kesî bersiva wî neda. Hemû xurmaþ bibûn. Têr xwaribûn. Têr vexwaribûn. Hemûyan jî rêyeke dûr û dirêj pîvabûn û pir westiyabûn. He di gavê da bû xurîna wan û xew ra çûn. Kerr li ser kuçiki rabû. Qasekê pêgermok gerand. Serekî çû nava pêroyan geriya. Dîna xwe da qeyd û bend û tewl û mix û sikeyên pêroyan. Hemû baþ girêdayî bûn. Zivirî hat binê zangê bal hevalan. Ew jî îro pir westiyabû. Hecirî bû karmamizê belaya wî û Sosikê dabûyê. Wisan þeqî bû ko nikarî xwe li ser xwe bigire. Hema wisan servekirî xwe li ser taqa piþtê li rex hevalan dirêj kir û mat ma li hîvê nihêrî. Heyv li panatiya esmanê bêbin da direvî. Te digot qay bi gotina Êxoyî, li dû ketibûn. Carê telteyek ewir dikete pêþiya wê. Lê telte ewrên hindik û biçûk û tenik bûn. Hîv li ser wan ra derbas dibû. Siya wan dikete erdê. Lê hîvê careke dî kimê xwe li bin wan ra derdîna û pêþ da diçû. Þevê kar li Kerrî kir. Seha tenêbûnê lê dest da. Li dinyaya bîr û hizran da, xwe da zozanên Sîpanê Xelatê. Li çadira dayîka Macanê da di gel 324• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

da dibarîne.

Bi vê gotina Buxdoyî ra ji bilî Nemetî hemû keniyan.

Kerrî çengê xwe li hêta karmamizê da çik kir û goþt û satar têkel kir û

parî tê da bada. Li dû Kerrî ra hemûyê hêriþî ser xwarekê kirin. Li ser

xwarekê çi kesî nediaxift. Her kes li xêr û bêra xwe da bû. Fiþefiþa wan bû

û parî li dû pariyan ra li devê xwe da lev digerandin û dadiqurtandin.

Hemû pir birsî bibûn. Li qasekê da hestik rût kirin. Nanê sêlê li binê

teþtikê sûtin û binê teþtê jî paqij kirin. Hestikên hêt û pîlên karmamizê

þkandin û mejî jê deranîn. Kerr rabû çû ser kuçiki û pê nikilê xencera xwe

pol û xwelî li ser kelle da alîkî. Kelle li nav polan deranî. Xencera xwe li

çavê karmamizê ra kir û ew hema wisan bi xweliyê va anî rex teþta þîvê.

Evdurehman kelle ji destê wî vegirt û du sê caran li erdê da û xweliya li

ser da dakuta. Li dû ra pîneyek da ber destên xwe û hêdîka çermê kelleyî

jê þiqitand û kelle hema wisan tûm danî ber Kerrî. Kerr herdu çavê wê deranî

û nîvê zimanê wê jî birî û ji xwe ra hilda. Yê mayî jî avîte nav destên

hevalan û got:

Han ev jî para we!

Hevalan kelle ji destên hevdu revandin. Pirtiya goþtî pê va nehêlan.

Vêca qotê wê yê reqe rût jî danîn ser kevirekî û pê mistan lê dan û þkandin

û mejiyê wê deranîn û xwarin. Piþtî xwarinê jev bela bûn û her yek li

aliyekî da çûn. Her yek çûne ber pesêva kor û kendal û kevirekî. Piþtî hînga

hatin û pala xwe dane kelmelan û her yek li ciyekî da veleziyan.

Evdurehman û Hasûxan û Pasûxan jî aman tev þoþtin û berev kirin.

Piþtî þoþtina amanan, Kuliki selekî mezin danî ser devê kaniyê û ew

delava ko Hasûxan wan çêkiribûn, kavil kir û ava wê berda. Bû xuþîna avê

û li nava kevir û kuçikan da berjêr da, ber bi binê newalê þiqitî. Kuliki li

ber xwe da got:

Ev ava giran e. Tirsim pêro þev gelekî vexon û pê bimînin.

Lê çi kesî bersiva Kuliki neda. Te digot qay Kulik xwe ji xwe ra diaxive.

Bayekî germ û tund dihat û bêneke nexweþ weke bêhna golegeniyan di

gel xwe dianî û li binê zangê digerand. Elikî got.

Peko! Çi bêhneke tund e. Tu dibêjî me li ser golegeniyên req û beqan

daniye!

Bi bihîstina navê golegeniyan ra, Neimeti xwast wan li ser wê dozê

bixarîne. Xeber guhest û serê xwe rakir û got:

Ca li hîvê binêrin, ka çawa direve. Tu dibêjî qay li dû ketine û yê wê ya

bigirin.

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 323

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!