Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

Hasûxan li batî wî xwe da ber agiri û ewî jî pêgermok gerand û berê xwe da hevrazê pêsîra zangê û ber bi qûça zangê hilkiþiya. Gava ko xwe da serê qûça zangê cinekî gotê, hema Kerr û Kuliki bi hevalan û pêroyan va, li binê zangê da bide ber pangewêran. Lê dîsan hate bîrê, ta ew pangewêrekî hol bike, tîra Kerrî dê dilê wî bihingêve jî. Li ser kevirekî rûniþt û mat ma li deþtê nihêrî. Tavehîvê her der ronahî kiribû. Deþt bînanî bêjingekê pê va dihate xûyanê. Li binê deþtê da, lap li kutaya deþtê da, tiþtek bînanî gol yan kaniyekê diçilvilî. Avek bînanî neynûkê dibiriqî. Neimetî baþ li wê avê hûr bû, dîna xwe dayê ew ava goleke ko sîtavkê dayê û ava wê, sîtavkê li ser zangê da spêne dike. Bi dîtina wê golavê ra niþkavda tiþtek hate bîra wî. Þîreta Werdekê. Ya ko digot. Hûnê herin li besta xîzê, li qiracê daran, li ser gola Eynulhayê. Ava gola Eynulhayê geniye. Çi hespê ava wê golê vexwe, yê pê bimîne. Bi vê bîr û hizrê ra, li ser berê ko lê rûniþtibû, rabû. Li ser kuçikî da zivirî. Xwe gîhande Evdurehmanî û hêdîka jê pirsî: Apê Evdurehman, tu bêjî em gihîþtibin Qiracê daran? — Him... Erê da, meta Werdekê digot, piþtî xîzistanê û kevirê çeqmaqan gola Eynulhayê û Qiracê dara ye. Em negiheþtinê, lê me nêzîkî pê kiriye. — A, rêka me hindik maye. — Erê, erê me rêka xwe kuta kiriye. Tu yê çi li rêkê bikî?. — Em westiyan. Min got ka emê kînga bikaribin baþ bêhna xwe veden. — Tu ji bilî agirî tiþtekê nakî ko tu dibêjî ez westiyam. Neimeti xwe kir kir û dîsan xwe da ber kuçikî. Lê golmanca binê deþtê li kûraniya çavên wî da dibiriqî. Serê xwe kire ber xwe û xerîkî qedandina erka xwe bû. Dengê qijeqijê mêj ve bû, ko bi binê beroþê ketibû. Evdurehmanî guçkên xwe da ser beroþê û got: Ava wê lap mirçiqiye. Êdî qirþikan nede binî. Bila bi hemdê xwe sor be. Ta ko em dil û hinavan bixon, ewê sor bibe jî. Vêca tawûka dil û hinavan li ser kuçikî hilda û danî erdê û gazî kir: Werin! Werin, ava devê xwe birijînin, ta ko biriyana me amade bû. Heval hemû li dora wî û tawika dil û hinavan berev bûn. Evdurehmanî her yekê pirtiyek dayê. Evdurehmanî dîsan guçkê xwe da ser beroþê. Qijeqija beroþê bû. Bi dengê wê ra diyar bû ko ava wê lap mirçiqiye û biriyan li nava doni da diqele. Evdurehmanî pîneyek da ber destên xwe û tenê beroþa biriyanê li ber xwe va kir û li ser kuçiki danî erdê. Kerrî gotê: E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 321

Evdurehman ewî kellê karmamizê ji min ra bike binpolik. Evdurehman gotê: Ser çavan ezbenî! Vêca bi gotina xwe ra polên agirê daran la da û kellê karmamizê li nava polên agirî da cî kir û tijî li ser xwelî û pol kir û kelle li nav koziyê da veþart. Bêhna xuzûrekê li binê zangê da lev geriya. Evdurehmanî pê pîne ew kevirên ko danîbû, ser sêla li ser devê beroþê, rakir û dest avîtê û sêla li ser devê beroþê hejand. Bi hejandina sêlê ra bû fîþîna hulma dax li devê beroþê ra avîte derva. Paþî qasekê hulma beroþê lap kiþiya. Vêca Evdurehmanî sêl li ser beroþê hilanî. Hulmê xwe avîte nav çavên wî. Serê xwe li ber hulmê revand. Bêhna biryan û sawarê belawî axaran bû. Bêhneke pir xweþ lê dihat. Evdurehmanî teþt danî erdê û beroþ li ber xwe va kir û deverû vergerande nava teþtê û pê pîne bi binê beroþê ra girt û du sê caran hilteqiland. Cendekê karmamizê hema wisan tûmetûm kete nava teþtê. Evdurehmanî don û rûnê binê beroþê li ser cendekî da dapaland. Hemû li dora teþta biriyanê berev bûn. Kerrî xencera xwe li ber piþta xwe kiþand û li zikê karmamizê ra kir û li ser sîngê wê ra deranî. Zikê wê dirand û sawar û Kakil û mewîjên tê da tev rijande nava teþtê û pê kimê xencera xwe raxiste nava teþtê, da ko sar bibe. Sawara demgirtî bi hulmegulm bêhnek wekî bêhna firîkê genimî belayî axaran kir. Bêhna xweþ e sawarê da serê hemûyê. Evdurehmanê Terikî dest avîtê û ew tayê ko pê zikê karmamizê dirûbû, bi zorê ji nava qetê goþtê sorbûyî kiþande derê û her yekê jî du nanên sêlê danî ber û got: Hanê bixon! Lê piþtî þeþ heft rojên dî em û xwarebar dê destên biratiyê bidin hevdu. Kerrî serê xwe rakir û li nav çavên Kuliki nihêrî. Kuliki got: Xudê ji me û xwarebarê ra jî kerîme. Evdurehmanî got: Erê em ta bi hîviya kerîm û rehîman va bimînin, cebar û qeharê me ji holê rakin. Neimetî got: Ev Evdurehman ji bilî kifiriyan tiþteke dî nizanê. Êxoyî got: Oh, Neimet çi mirovekî xudêtirse,lo! Neimet li bersiva wî da got: A, min xudêtirsî li ber te girtiye. Xudê heye tu li me hemûyê jî xudêtirstirî. Buxdoyî got: çî ye, Xudê xudêya we ye. Xudê çiyan dibîne bewrfê li ser 322• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Evdurehman ewî kellê karmamizê ji min ra bike binpolik.

Evdurehman gotê:

Ser çavan ezbenî! Vêca bi gotina xwe ra polên agirê daran la da û kellê

karmamizê li nava polên agirî da cî kir û tijî li ser xwelî û pol kir û kelle li

nav koziyê da veþart. Bêhna xuzûrekê li binê zangê da lev geriya.

Evdurehmanî pê pîne ew kevirên ko danîbû, ser sêla li ser devê beroþê,

rakir û dest avîtê û sêla li ser devê beroþê hejand. Bi hejandina sêlê ra bû

fîþîna hulma dax li devê beroþê ra avîte derva. Paþî qasekê hulma beroþê

lap kiþiya. Vêca Evdurehmanî sêl li ser beroþê hilanî. Hulmê xwe avîte

nav çavên wî. Serê xwe li ber hulmê revand. Bêhna biryan û sawarê

belawî axaran bû. Bêhneke pir xweþ lê dihat. Evdurehmanî teþt danî erdê

û beroþ li ber xwe va kir û deverû vergerande nava teþtê û pê pîne bi binê

beroþê ra girt û du sê caran hilteqiland. Cendekê karmamizê hema wisan

tûmetûm kete nava teþtê. Evdurehmanî don û rûnê binê beroþê li ser cendekî

da dapaland. Hemû li dora teþta biriyanê berev bûn. Kerrî xencera

xwe li ber piþta xwe kiþand û li zikê karmamizê ra kir û li ser sîngê wê ra

deranî. Zikê wê dirand û sawar û Kakil û mewîjên tê da tev rijande nava

teþtê û pê kimê xencera xwe raxiste nava teþtê, da ko sar bibe. Sawara

demgirtî bi hulmegulm bêhnek wekî bêhna firîkê genimî belayî axaran

kir. Bêhna xweþ e sawarê da serê hemûyê. Evdurehmanê Terikî dest avîtê

û ew tayê ko pê zikê karmamizê dirûbû, bi zorê ji nava qetê goþtê sorbûyî

kiþande derê û her yekê jî du nanên sêlê danî ber û got:

Hanê bixon! Lê piþtî þeþ heft rojên dî em û xwarebar dê destên biratiyê

bidin hevdu.

Kerrî serê xwe rakir û li nav çavên Kuliki nihêrî. Kuliki got:

Xudê ji me û xwarebarê ra jî kerîme.

Evdurehmanî got:

Erê em ta bi hîviya kerîm û rehîman va bimînin, cebar û qeharê me ji

holê rakin.

Neimetî got:

Ev Evdurehman ji bilî kifiriyan tiþteke dî nizanê.

Êxoyî got:

Oh, Neimet çi mirovekî xudêtirse,lo!

Neimet li bersiva wî da got:

A, min xudêtirsî li ber te girtiye. Xudê heye tu li me hemûyê jî xudêtirstirî.

Buxdoyî got: çî ye, Xudê xudêya we ye. Xudê çiyan dibîne bewrfê li ser

322• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!