Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

da, li rex qîvar û kerengtûsiyan da hêþîn dibe. Hewþan‚ germiyanê berewajî hewþana çiyan qol qoliye. Qolên wê dikarin siyeke baþ serast bikin û eger keriyên bizinan lê nehewilin, ta naverasta havînê jî, dimînin. Gava ko Kerr ji hevalan qetiya, berê Sosikê da wê ava ko dîtibû. Lê hindî Sosik dikudand û diçû, bi wê avê ra nedigihîþt. Hindî zengî li Sosikê dida û dihajot, hind diçû ew coka þîn jî li ber çavên wî dûr diket û ji wî direvî. Lê Kerr bê hîvî nedibû. Terka wê avê nedikir. Ew serok û berpirsê karwanî bû. Perîþan li mal da li hîviya wî maye. Çav li rê ye. Bi her cureyî divê ko avê ji hevalan ra, ji pêroyan ra, ji xwe ra peyda bike. Eger kaniyekê, golavekê, golmancekê jî peyda bike, ji mirinê filitîne. Rizgar bûne. Gihîþtiye beriya Þengarê û Bilîcan ji Emer Axayî ra haniye û li Perîþanê bûye xudan. Kerr li vê bîr û hizrê da Sosik zengî dikir û pêþ da diçû. Sosikê xîza elekkirî diqelaþt û pêþ da diçû. Da ko Kerr giheþte besteke seranser hewþan û kerengtûsî. Hindî çavan qeter dikir, tûmên hewþanê û kerengtûsiyan bûn ko mil kutabûn hev û berva diçûn. Hindek ciyan rixtim û li hindek ciyan jî sêrek. Taze qelûnkêþek, yan du qelûnkêþ dibû ko ji hevalan qetiyabû ko bayekî sivik, nermebayekî germ vizandê. Bi rabûna bayê ra gijên kete besta hewþanê. Hewþana þîn û kerengtûsiyên tûsî weke deriyayeke pêlawî hurmicî. Durust bînanî deriyayeke pir þepêl û tûre pêlan li ser pêlan ra dihavît. Kerrî Sosik li besta hewþanê da. Giheþte naverasta bestê. Niþkava bû þingîna karexezalekê û li ber Sosikê rabû. Gava ko çavên Kerrî bi karxezalê ket, desthelatdariya xwe ji dest da. Kerrî nîvê temenê xwe li nêçîr û nêçîrvaniyê da bihorandibû. Nêçîrvanî jê ra bibû xûyekî hemêþeyî. Bêhemdê xwe berê Sosikê da ser kara xezalê. Kara xezalê bînanî bayê bezê li ber Sosikê direvî û li nava besta hewþanê da çerx lê dida. Lê Sosik jî hema li dû wê bû. Kara xezalê dor lê dida. Li hev digeriya û xwe li ber lingên Sosikê ra dikir û rêça xwe diguhest. Lê Sosik jî hespa nêçîrê bû, hema li ser bêhna wê bû. A, li vira na, li dera han, hema hindik dima ko pê ra bigihîþta. Lê kara xezalê dîsan çivane dibû û rêç diguhest. Kara xezalê du sê seriyan li nava besta hewþanê Sosik li dû xwe ra gerand û paþê li besta hewþanê derket û berê xwe da besta xîzê. Dûman li ser bestê ket. Kerr û Sosik û kara xezalê li nava toz û dûmanê da hevdu wenda dikirin. Kara xezalê sê çar seriyan jî li besta xîzê da Sosik çerixand û li dû ra xwe avîte nava qîvaristanê. Karê li ser çend tûmên qîvaran ra qewþ dikir. Sosikê jî durust bînanî wê li ser tûmên qîvaran ra banz dida û simên xwe didana dewsa simên wê. Kara xezalê xwe davîte nav qetên tûmên qîvaran û dor lêdida. Sosikê jî bêhna nêçîrê kiriye, qet E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 311

serî li ser rêça wê nahilîne. Sosik li canîtiya xwe da fêrî nêçîrê bûye. Nêçîrvanî ji wêya ra jî bûye xûyek ji xûyên neterikandî. Lê ew ta roja îro rastî nêçîreke weha beza û bi çift nehatibû. Dirik û qîvaran pelek û saxiriyên Sosikê didirandin. Lê êh li ber çavên Sosikê û Kerrî ra nedihat. Herdu jî bi kara xezalê ra ketine înkê. Hindî bêhna xûnê dida serê wan, hind diçû ji bo girtina nêçîrê tamarezûtir dibûn. Kara xezalê li nava qîvaristanê derket û dîsan xwe avîte naverasta xîzistanê. Kara xezalê sivik bû. Weke çawa pelgek li ser deriyayê dikeve, wisan li ser xîzê ra diþûlikî. Lê Sosik, Kerê pehlewan li ser piþtê bû. Gelek ciyan, ta çîpan li xîzê da çik dibû. Lê dîsan jî li ber xwe dida û çav li ser kara xezalê ranedikir. Li du sê ciyan Kerrî kir ko kara xezalê bide ber reþêþkên tîran. Lê kara xezalê bînanî bayê bezê dibezî. Ta Kerrî bijangên xwe li hev bida, karê li ber çavên wî wenda biba. Kerrî li ber lêva xwe da bi kîn û kerb got: Hey la bêxudanê! Yezdan kem hez kî min giyanê xwe û Sosikê jî li ser te danabe, taze ez dest ji te nakêþim. Kara xezalê piþtî çend ger û çivên pêçane, berê xwe da rojava. Li çavgirtinekê da best kuta kir û xwe avîte nava xilxilên sipî. Ewê dixwast, xwe bavêje çepan û xwe li nepeniyan da li ber çavên nêçîrvanî bezir bike. Li xilxilên sipî ber bi rizdeberan þûlikî. Li rizdeberan xwe avîte kevirê çeqmaqan. Li kevirê çeqmaqan xwe avîte girê Bûdo. Li girê Bûdo xwe avîte mexelê pezkûviyan. Li mexelê pezkûviyan xwe avîte qîracê daran. Li qîracê daran xwe avîte besta dirîreþkan. Li besta dirîreþkan li nava dirî û dar û devenan da, çivane da xwe û ber bi besta xezalan þûlikî. Li besta xezalan dîsan xwe gîhande besta xîzê. Dîsan li besta xîzê xwe avîte besta hewþanê. Sosik û Kerr jî hema wisan li ser bêhna wê ne. Li besta hewþanê jî dîsan weke cara pêþîn xwe avîte nava rizdeberan. Li ser berekî banz dida ser berê din. Lê Sosikê jî per deranîbû. Ew jî hema li dû wê bû. Li nîva rizdeberên sipî da aveke zipezelal hindî lûlikê lûlehengekî jor da dikiþiya. Lê evîna girtina nêçîrê, av çî ye, her tiþt ji bîra Kerr û Sosikê biribû. Herdukan qet avirek jî nedane avê. Fîrefîra Sosikê bû, li ser kevirên çeqmaqan ra qewþ dikir. Taze berê guçkên Sosikê ter dibû ko kara xezalê li sebedê da. Karê bihostekê zimanê xwe deranîbû. Nava wê bînanî tufika asinkeran radibû û rûdiniþt. Sosik hema li ser bêhna wê bû. Karê berê xwe da serhevrazekî û bînanî bayê û birûskê diçû. Sosik jî hema li dû ra. Kar giheþte serê milê. Lê dîsan jî peyakê mirinê li dû wê ra dihat û dest jê nedikiþand. Sosik li ser kevirên sipî ra banzdida û agir li ber nalên wê difirî. Kar li milê da serberjêr daket. Sosikê jî da dû wê. Bû firîna nalekî 312• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

serî li ser rêça wê nahilîne. Sosik li canîtiya xwe da fêrî nêçîrê bûye.

Nêçîrvanî ji wêya ra jî bûye xûyek ji xûyên neterikandî. Lê ew ta roja îro

rastî nêçîreke weha beza û bi çift nehatibû. Dirik û qîvaran pelek û

saxiriyên Sosikê didirandin. Lê êh li ber çavên Sosikê û Kerrî ra nedihat.

Herdu jî bi kara xezalê ra ketine înkê. Hindî bêhna xûnê dida serê wan,

hind diçû ji bo girtina nêçîrê tamarezûtir dibûn. Kara xezalê li nava qîvaristanê

derket û dîsan xwe avîte naverasta xîzistanê. Kara xezalê sivik

bû. Weke çawa pelgek li ser deriyayê dikeve, wisan li ser xîzê ra diþûlikî.

Lê Sosik, Kerê pehlewan li ser piþtê bû. Gelek ciyan, ta çîpan li xîzê da çik

dibû. Lê dîsan jî li ber xwe dida û çav li ser kara xezalê ranedikir. Li du sê

ciyan Kerrî kir ko kara xezalê bide ber reþêþkên tîran. Lê kara xezalê bînanî

bayê bezê dibezî. Ta Kerrî bijangên xwe li hev bida, karê li ber çavên

wî wenda biba. Kerrî li ber lêva xwe da bi kîn û kerb got:

Hey la bêxudanê! Yezdan kem hez kî min giyanê xwe û Sosikê jî li ser

te danabe, taze ez dest ji te nakêþim.

Kara xezalê piþtî çend ger û çivên pêçane, berê xwe da rojava. Li çavgirtinekê

da best kuta kir û xwe avîte nava xilxilên sipî. Ewê dixwast, xwe

bavêje çepan û xwe li nepeniyan da li ber çavên nêçîrvanî bezir bike. Li

xilxilên sipî ber bi rizdeberan þûlikî. Li rizdeberan xwe avîte kevirê çeqmaqan.

Li kevirê çeqmaqan xwe avîte girê Bûdo. Li girê Bûdo xwe avîte

mexelê pezkûviyan. Li mexelê pezkûviyan xwe avîte qîracê daran. Li

qîracê daran xwe avîte besta dirîreþkan. Li besta dirîreþkan li nava dirî û

dar û devenan da, çivane da xwe û ber bi besta xezalan þûlikî. Li besta

xezalan dîsan xwe gîhande besta xîzê. Dîsan li besta xîzê xwe avîte besta

hewþanê. Sosik û Kerr jî hema wisan li ser bêhna wê ne. Li besta hewþanê

jî dîsan weke cara pêþîn xwe avîte nava rizdeberan. Li ser berekî banz dida

ser berê din. Lê Sosikê jî per deranîbû. Ew jî hema li dû wê bû.

Li nîva rizdeberên sipî da aveke zipezelal hindî lûlikê lûlehengekî jor da

dikiþiya. Lê evîna girtina nêçîrê, av çî ye, her tiþt ji bîra Kerr û Sosikê

biribû. Herdukan qet avirek jî nedane avê. Fîrefîra Sosikê bû, li ser kevirên

çeqmaqan ra qewþ dikir. Taze berê guçkên Sosikê ter dibû ko kara

xezalê li sebedê da. Karê bihostekê zimanê xwe deranîbû. Nava wê bînanî

tufika asinkeran radibû û rûdiniþt. Sosik hema li ser bêhna wê bû. Karê

berê xwe da serhevrazekî û bînanî bayê û birûskê diçû. Sosik jî hema li dû

ra. Kar giheþte serê milê. Lê dîsan jî peyakê mirinê li dû wê ra dihat û dest

jê nedikiþand. Sosik li ser kevirên sipî ra banzdida û agir li ber nalên wê

difirî. Kar li milê da serberjêr daket. Sosikê jî da dû wê. Bû firîna nalekî

312• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!