Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

Me yê dibezande nava gulsosin û beybûn û rihan, na Xudê wan zeviyan... Li me xweþ dihat dengê kewên rube, zarîna quling, na Xudê nalîna berx û kalîna ewan miyan... Wezê sûnd dixom bi banê bilind, heft stêran, wezê li ser te ra nahebînim çi zeriyan... Delalê la li lalê.... Li dû pasûxan ra bû kalîna Kerrî û weha qîrandê: Delalê lê lê lê li lê lêlê.... Xaziya hînga malên me dinîbûn, delalê dînê li warê nêçîrê, li serê gir û wê baniyê... Tu yê bi koma qîz û bûkan va dihatî bindarûkê li ser kaniyê... Minê ji te ra nêçîr dikir karxezala þîrmij bi wateya qurbaniyê... Na Xudê minê ji te ra dihanî dil û hinavên xûnavî wek nimûne û nîþaniyê... Tu evîna ber vî dilî þeva nîvê þevê ji min ra dihatî cêjivaniyê... Wemê ta seyrika sibêdê tev diketin kêf û henek, laqirdî û evaniyê... Ezê sûnd dixom bi þêx û þemsan, divê ko ez te bikim ji mala giran ra weke serejin û keybaniyê... Bi dengê Kerrî ra êdî çi deng û seda ji çi kesî nehat. Hêdî hêdî hemû xew ra çûn. Lê Hasûxan û Pasûxan ta sibêdê bi gered nobedarî kirin. Bi berbanga sibêdê ra hewa pir sar bû. Di gel sarbûna hewayê ra hemû qilqilîn. Kêlekên xwe guhestin. Hasûxan û Pasûxan hatin hundirê xîvetê û bangî hevalan kirin: — Rabin ! Rabin! Derenge! Bi dengên wan ra hemû ji xew rabûn. Li nava cil û cuhor û kulavan derketin. Teviziyên xwe rast kirin. Sibêdebaþî dane hev. Her yek ber bi kor û kendalekî çûn. Li dû ra hatin û bi rêz li ser kaniyê serçavên xwe þoþtin. Li dû ra Evdurehmanê Terikî serê yekê letek nan û hindek murtuxe danê û her yek hema wisan li dora kaniyê rûniþtî, xerîkî xwarinê bûn. Hestikên kudikê li ser kaniyê bibû lod. Kerrî li bin va dîna xwe dida loda hestikan. Bi lez taþtêya xwe xwarin û koça xwe bar kirin û ketin rê. Hê li guherê derneketibûn, ko boþê hêþtiran dîsan weke hemêþe li nav konan ber bi qîvaristanê dikiþiyan. Meyaya çîle çavreþ vê carê bêy kudik ketibû pêþiya E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 301

xûlê hêþtiran û oreora wê bû. Karwan li nav xûlê hêþtiran ra derbas bûn. Hê xûlê hêþtiran kuta nekiribûn, ko dîna xwe danê çil pêncî siwarên tev girêdayî waye keriyekî pezên çîle qerqaþ ko nêzîkî pêncsed pezî dibû, dane pêþiya xwe. Sê term jî li ser piþta hespan girêdayî bûn. Hespên ko term li ser piþta wan girêdayî bûn, li dû xwe ra kiribûn êrdekê. Çek û rextên kuþtiyan jî hema wisan bi terkiya hespên wan va girêdayî bûn. Siwar û keriyên pezî hatin û li wana bihorîn. Karwanî besta qîvaristanê kuta kirin û berê wan kete newalekî. Newal, newaleke hind kûr nibû. Lê hindekî serhevraz ketibû. Demeke xurt pê çû, ta ko li ser ketin. Gava ko li ser hevrazê newalê ketin û giheþtin hêsiyê. Dîmen bi giþtî dihate guherînê. Navçeyeke mezin û bi dar û bar bi wan va hate xûyanê. Hindî çavan kar dikir, gund û bajar û bajêrke bûn ko mil kutabûn hev û ber va diçûn. Her aliyê wê navçê li dûr va çiyayên bilind û serkever kiribûn helboqa xwe da. Li hêsiyê da berjêr bûn. Serberjêrekî tund û zivir bû. Hevalan alî hev kirin, teng û ber û qûþ û palûmên pêroyan þidandin. Kerr kete pêþiyê û karwanî da dû wî. Li ser berjêri da ber bi dar û baran þûlikîn. Ta ko ew serberjêra, kuta kirin, roj hate raserî serê wan. Ketin nava dar û baran. Her alî rêkê darên bîh û çinarên destçandî dabûne ber xwe. Li gelek ciyan da rê teng dibû. Serên darên herdu aliyên rê giheþtibûn hev. Xoþîna ava cokekê bû li rex rê ra derbas dibû û dikete nava daristanê. Rê li nîveka gundekî çil pêncî malî ra derbas bû. Seyên gundi hêriþ anîne ser karwanî. Lê du sê kesan xwe dane pêþiya san, da ko karwan bihorîn. Jinên gund hemûyê reþ girtibûn û sûretên xwe dirandibûn. Çavên mêran þil û serên wan li ber da bû. Mirovî li reng û rûyê gundiyan ra dizanî ko qeziyayek li wan qewimiye. Li gund derketin. Li ber goristana gund ra bihorîn. Goristan li perê gund bû. Gorinên kewn mil kutabûn hev. Li ser piþka zore gorinan giy lev aliya bû. Piþka zore gorinan, gorinên dêriz bûn. Lê tek û tûk jî tê da ber çavan diketin ko hatibûn selbend kirinê. Yan jî bi keviran dîwarek li dorê hilcinîbûn. Du gor jî qubik kirîbûn. Li fêza gorinan çar gorên hindî hev, li rex hev da bera mirovî li ser xwe da radikiþand. Xweliya gorinan taze û ter bû. Bêhna xweliya taze da serê karwaniyan. Evdurehmanê Terikî bi yarî û tirane got: — Ewanê hanê taze razan e ha. Êxoyê File li bersiva wî da got: — Tê jî dê rojekê razê yî, lê xwzî zû xew bi te biketa. — Bê emeko, ez razêm lê kî ji zikê te yî qedele ra bixebite? 302• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

xûlê hêþtiran û oreora wê bû.

Karwan li nav xûlê hêþtiran ra derbas bûn. Hê xûlê hêþtiran kuta

nekiribûn, ko dîna xwe danê çil pêncî siwarên tev girêdayî waye keriyekî

pezên çîle qerqaþ ko nêzîkî pêncsed pezî dibû, dane pêþiya xwe. Sê term

jî li ser piþta hespan girêdayî bûn. Hespên ko term li ser piþta wan girêdayî

bûn, li dû xwe ra kiribûn êrdekê. Çek û rextên kuþtiyan jî hema

wisan bi terkiya hespên wan va girêdayî bûn. Siwar û keriyên pezî hatin

û li wana bihorîn.

Karwanî besta qîvaristanê kuta kirin û berê wan kete newalekî. Newal,

newaleke hind kûr nibû. Lê hindekî serhevraz ketibû. Demeke xurt pê

çû, ta ko li ser ketin. Gava ko li ser hevrazê newalê ketin û giheþtin hêsiyê.

Dîmen bi giþtî dihate guherînê. Navçeyeke mezin û bi dar û bar bi wan

va hate xûyanê. Hindî çavan kar dikir, gund û bajar û bajêrke bûn ko mil

kutabûn hev û ber va diçûn. Her aliyê wê navçê li dûr va çiyayên bilind

û serkever kiribûn helboqa xwe da. Li hêsiyê da berjêr bûn. Serberjêrekî

tund û zivir bû. Hevalan alî hev kirin, teng û ber û qûþ û palûmên pêroyan

þidandin. Kerr kete pêþiyê û karwanî da dû wî. Li ser berjêri da ber bi

dar û baran þûlikîn. Ta ko ew serberjêra, kuta kirin, roj hate raserî serê

wan. Ketin nava dar û baran. Her alî rêkê darên bîh û çinarên destçandî

dabûne ber xwe. Li gelek ciyan da rê teng dibû. Serên darên herdu aliyên

rê giheþtibûn hev. Xoþîna ava cokekê bû li rex rê ra derbas dibû û dikete

nava daristanê. Rê li nîveka gundekî çil pêncî malî ra derbas bû. Seyên

gundi hêriþ anîne ser karwanî. Lê du sê kesan xwe dane pêþiya san, da ko

karwan bihorîn. Jinên gund hemûyê reþ girtibûn û sûretên xwe dirandibûn.

Çavên mêran þil û serên wan li ber da bû. Mirovî li reng û rûyê

gundiyan ra dizanî ko qeziyayek li wan qewimiye. Li gund derketin. Li

ber goristana gund ra bihorîn. Goristan li perê gund bû. Gorinên kewn

mil kutabûn hev. Li ser piþka zore gorinan giy lev aliya bû. Piþka zore

gorinan, gorinên dêriz bûn. Lê tek û tûk jî tê da ber çavan diketin ko hatibûn

selbend kirinê. Yan jî bi keviran dîwarek li dorê hilcinîbûn. Du gor

jî qubik kirîbûn. Li fêza gorinan çar gorên hindî hev, li rex hev da bera

mirovî li ser xwe da radikiþand. Xweliya gorinan taze û ter bû. Bêhna

xweliya taze da serê karwaniyan. Evdurehmanê Terikî bi yarî û tirane got:

— Ewanê hanê taze razan e ha.

Êxoyê File li bersiva wî da got:

— Tê jî dê rojekê razê yî, lê xwzî zû xew bi te biketa.

— Bê emeko, ez razêm lê kî ji zikê te yî qedele ra bixebite?

302• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!