Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

Wekî hirça birîndar e, li ser kudikan dilorîne û dizarîne... Bi gef û gur xwe li der mala Emer Axayî ra digehîne... Li ser Emer Axayî da dike gazî û qûtîne... Dibêje Emer Axa tu yê xêrê bikî, wayê qet nebînî... Tu yê kirikê sor biçînî, ziyana tal li dewsê hilînî... Tu yê çi caran dergûþa kurîn li himbêza xwe nebînî... Kê li dewr û demanan dîtiye, mirov berxên sawa li kozikê derîne... Bi þer li ser qerteberanan da biþîne... Kê dîtî ye, mirov xwarziyan bixapîne... Bi dexesî li ser xalan da, bi þer biþîne... Þerê xal û xwarziyan wisane, bînanî rîþa kotîbûnê, derman jê ra qet tunîne... Dexeso! Nekeso! Xinizo, xayîno, tu nemînî,.. Zû bike zû bilezîne... Ji min ra mahîna Barxane bîne... Werdeka porkur dike here cotên kuran li ser vê oxira ne bi xêrê bizivirîne... Hey wî wî hey wî wî... þêrên min nezanin... Nezanên neguhdar in, pir cewan in...hey wî wî... Bi qûtîna Werdekê ra Emer Axa derkete ber derê dîwanxanê û pirsî: Kuro ew kî ye? Çi dibêje? Gotinê: — Werdek e. Bi þer hatiye û mahîna Barxane dixwaze. Dibêje ezê dû kurên xwe bikevim. Emer Axayî got: Kuro çi dixwaze bidinê bila ew jî here û neyê. Meyteran di gavê da mahîna Barxane ji Werdekê ra amade kirin. Werdek li mahîna Barxane siwar bû û bînanî bayê bezê li dû kuran ket. Ew du roj bûn ko koça Ker û Kuliki yekbîn dajot. Roja sêyê nîveka nîvro û êvarê bû ko Kuliki dîna xwe dayê dûmanek waye li ser rê ketiye. Reþek waye bînanî bayê bezê li dû wan ra tê. He destî niqitî dilê wî ko Werdeke li peyê wan ketiye. Ker ko li pêþiya koçê bi gef û gur dajot û hay ji bayê felekê nibû, Kuliki bi deng weha lê qûtand: Lolo Kero malþewtiyo, deþta Heranê darên bîne... Birayo hêdî bajo nelezîne... E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 275

Ca gavekê dizgîna Sosikê hilkiþîne... Hemet bajo, lezê neke, nekudîne... Li piþt serê xwe ra mêze bike, wê dûmana han bibîne Bi min wereng ew dûmana hanê ko ketiye terqa rê ye... Ne baye, ne babirûske, birayo Xudê kem pîra dê ye... Neçe bila þîrê xwe li me helal bike, ji mer ra bide salixê rêye... Kero bira bêdiliya Werdekê neke, bila felek û oxirên me lev bê ye... Ker ko ji bilî beriya Þengarê û hanîna Bilîcanê û evîna Perîþanê li bara çi tiþtên dî da nedihizirî û ji bilî wan çi tiþtên dî li ber çavan ra nedihat û nediçû, xwe li Kuliki pert kir û gotê: »Birayo niha da çavên te reþkopeþko lê didin. Ka reþê çi! Dûmana çi!? He Xudê Werdek be jî, ez narawestim. Xudê neke Werdek be. Eger Werdek bê, dê me gîro bike û nehêle em rêka xwe bidomînin. Eger ew be, dê bê li ber me bixûne û bêje neçin. Xudê dilê te jî naxwaze tu digel min bêy. Min pêþ da jî gotiye te. Eger tu hez nakî, bizivire here mal. Ezê her tenê herim Beriya Þengarê.« Vêca devkî neçû serî û bi stiran weha gote Kuliki: Lolo Kuliko, deþta Heranê darên bîne... Min pêdivî bi te û biratiya te çunîne... Kuro tu niha da biecî, dil û gurçikên te peritîne... Tu qet dola Silêmanî nînî, kê dizane ka Werdek te ji kû tîne... Kuro biteqize here li mal da tu bimîne... Weke kûrê kurmî li ber tendûrê rûnê kûtan bixo, biþêkirîne... Ezê tenê herim beriya Þengarê, talaþa min ji kesî nîne... Bi van dujînên Kerrî ra, Kulik bi tundî sincirî û weha bersiva Kerrî da: Kero bira deþta Heranê darên bîne... Meriv van keviran li birayê xwe naxîne... Kuro day û bavê me yekin, cudayiya me tunîne... Dema ko em daketin herafê meydanê tu yê bi çavên serê xwe bibînî ka kê ji me diçe, kê dimîne... Birayo qudetiyê tu girtî, te yê agah ji bayê felekê nîne... Ev tel e û telbend û davik û pîlan e, Emer Axa ji me ra wê datîne... Ruhistîn bi rex te ketiye, dema te kuta bûye, ez ditirsm bûka dest bi hine, bêxwedî li mal da wê bimîne... 276• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Ca gavekê dizgîna Sosikê hilkiþîne...

Hemet bajo, lezê neke, nekudîne...

Li piþt serê xwe ra mêze bike, wê dûmana han bibîne

Bi min wereng ew dûmana hanê ko ketiye terqa rê ye...

Ne baye, ne babirûske, birayo Xudê kem pîra dê ye...

Neçe bila þîrê xwe li me helal bike, ji mer ra bide salixê rêye...

Kero bira bêdiliya Werdekê neke, bila felek û oxirên me lev bê ye...

Ker ko ji bilî beriya Þengarê û hanîna Bilîcanê û evîna Perîþanê li bara çi

tiþtên dî da nedihizirî û ji bilî wan çi tiþtên dî li ber çavan ra nedihat û

nediçû, xwe li Kuliki pert kir û gotê:

»Birayo niha da çavên te reþkopeþko lê didin. Ka reþê çi! Dûmana çi!?

He Xudê Werdek be jî, ez narawestim. Xudê neke Werdek be. Eger

Werdek bê, dê me gîro bike û nehêle em rêka xwe bidomînin. Eger ew

be, dê bê li ber me bixûne û bêje neçin. Xudê dilê te jî naxwaze tu digel

min bêy. Min pêþ da jî gotiye te. Eger tu hez nakî, bizivire here mal. Ezê

her tenê herim Beriya Þengarê.«

Vêca devkî neçû serî û bi stiran weha gote Kuliki:

Lolo Kuliko, deþta Heranê darên bîne...

Min pêdivî bi te û biratiya te çunîne...

Kuro tu niha da biecî, dil û gurçikên te peritîne...

Tu qet dola Silêmanî nînî, kê dizane ka Werdek te ji kû tîne...

Kuro biteqize here li mal da tu bimîne...

Weke kûrê kurmî li ber tendûrê rûnê kûtan bixo, biþêkirîne...

Ezê tenê herim beriya Þengarê, talaþa min ji kesî nîne...

Bi van dujînên Kerrî ra, Kulik bi tundî sincirî û weha bersiva Kerrî da:

Kero bira deþta Heranê darên bîne...

Meriv van keviran li birayê xwe naxîne...

Kuro day û bavê me yekin, cudayiya me tunîne...

Dema ko em daketin herafê meydanê tu yê bi çavên serê xwe bibînî ka

kê ji me diçe, kê dimîne...

Birayo qudetiyê tu girtî, te yê agah ji bayê felekê nîne...

Ev tel e û telbend û davik û pîlan e, Emer Axa ji me ra wê datîne...

Ruhistîn bi rex te ketiye, dema te kuta bûye, ez ditirsm bûka dest bi

hine, bêxwedî li mal da wê bimîne...

276• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!