Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

danî ber xwe. Qelem û kaxetên xwe deranî û devê qumqumkî vekir û bû çîreçîra qelema wî li ser kaxetan geriya. Eva çar þev û çar roj in, ko Mîrza Qadir li ser çokan rûniþtiye û nameyan dinivîse. Ew her nama ko dinivîse, carekê dixûne. Li dû ra mohra Emer Axayî li binê namê dide. Nameyan weke niviþtan li ser hev da sêniçik qet dike û dide destê Emer Axayî. Evan ji mêrxasên êla Zîlan ra hatine nivîsînê. Evan jî bo pehlewanên êla Þadikan e. Evan jî yên bokeberanên êla Sîpikan e... Peyak û teterên sivik li ber derê dîwanxanê rawestan e. Emer Axa bi xwe nameyan yek bi yek dide destên wan û wana ber bi êl û hozên ko Mîrza Qadirî name bo wan nivîsiye, diþîne. Peyak û teter nameyên niviþtkî li ber qetê kum û koloz û þeir û riþiyan da dadînin û her yek dikevin rêyekê û her yek li aliyekî da diçin. Her yek berê xwe didin êl û zome û hoz û tîre û malbat û bavikekê. Li kê derê mêrxasek heye, kubkubeyek heye, bokeberanek heye, pehlewanek heye, Emer Axa ji wan ra nameyan diþîne. Di gel namenivîsîna Mîrza Qadirî ra, Emer Axa gazî Êxoyê file kir û gotê: »Êxo were vira!« — Belê ezbenî! Êxo li binêþe û bereya xwe da Ermenî bû. Ew her li zarotiya xwe da, li nav mala Emer Axayî da mezin bibû. Êxo hem dengbêjê dîwanxana Emer Axayî bû, hem jî hosta û bînekêþê êlê bû. Êxo çek û rext , tîr û kewan, nêze û sûngî, þûr û xencerê êlê çê dikir. Vêca her kê bixwasta, Êxo navê wan jî li ser tetika çeka wan dinitiland. Yan jî eger bixwastana, Êxo biyên wan, yan jî bîneyên hezkirî û dilberên wan li ser tetika þûr, xencer yan jî nêza wan dinitiland. Êxo bînekêþekî kirarî û hostayekî bêhevta bû. Gava ko dilê wî bixwasta, bîneya mirovî wisan dikiþand, ko li gel mirovî mû lê nedida. Lê wakî dilê wî ji yekî ra nexwasta, devê bîneyê xwar dikiþand. Yan jî çavekî bîneyê þaþ dikir. Emer Axayî fîncaneke feyfûrî, di gel telbeyeke zêr da destê Êxoyi û gotê: »Bîneya Perîþanê li ser herduyan baþ bikiþîne!« Êxo fîncan û telbe ji destê Emer Axayî vergirt û kelmelên xwe yên bînekêþanê helgirt û çû li ser kaniya biniya malan li ber tavê rûniþt. Pêþ da pê qelema xwe ya pola bîneya Perîþanê li ser telbeya zêrî nitiland. Li dû ra torbe û tûrik û debikên rengan di gel pirçeyên cur be cur li ber xwe rêz kir E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 245

û bîneya Perîþanê li ser herdu aliyên fînacanê da kiþand. Êxo wisan bîne ciwan kiþandibû, kê dîna xwe didayê, devê wan vekirî dima. Te digot qay hema Perîþan bixwe ye, ko li ser dîwarê fîncana feyfûrî destê xwe daye newqa xwe û xwe ra qudequde li wê derê rûniþtiye. Vêca bi fermana Emer Axayî fîncan danîn ser payê, paye danîn ser telbê, telbe danîn ser masê û mase danine nîveka dîwanxanê. Mirovî ko weha li fîncanê mêze dikir, mirov hizir dikir ko Perîþan bixwe ye, waye li nîveka dîwanxanê da li ser masê rûniþtiye. Roja çarê mehê hê taze tav tijî cîhanê dibû, ko Emer Axayî gazî Ûso û Edoyê begzade kir û gote wan: »Begzadên delal xwe bidin girê pêþ malan û li duhola hawarê bidin!« Bi gotina Emer Axayî ra her du begzadên dîwanê xwe dane girê pêþberî malan û bi miqamê hawarê ringandin duhol û zirçandin zurnayê. Bi dengê duhol û zurnaya hawarê ra li her alî mirovan siwar û peya, berên xwe dane dîwanxana Emer Axayî. Hawarî bû. Gazî bû. Hengame û oxilme bû. Te xwalî bavîta, li ber mirovan nedikete erdê. Her kes têdikoþî berî yên dî xwe bi derê dîwanxaneyê ra bigihîne û li ber çavên Emer Axayî xwe þirîn bike. Komel bi tevayî li ber derê mala Emer Axayî kom bûn. Li dû komelê ra bû þingîna siwaran. Pehlewan û bokeberanên heþt hozên giran yek li dû yê dî ra li dîwanxana Emer Axayî da berevî ser hev bûn. Berebere dîwanxane li egîd û pehlewan û xoþmêr û kubkube û serokhoz û bokeberanan pingirî. Dîwanxane wisan tijî bû, ko derzî li ber mêvanan nedikete erdê. Emer Axa weke caran li serê jorê li ser doþeka xwe ya taybetî, bi palgî û berpal rûniþtiye. Gava ko dîna xwe dayê vaye êdî li dîwanxanê da ciyê rûniþtinê nemaye, ciyê xwe guhest. Du sê caran kuxiya. Dengê xwe xoþ û sîngê xwe paqij kir û berê xwe li ser koma pehlewan û xoþmêran da kir û got: »Gelî komela hêja, gelî pehlewan û egîd û xoþmêrên xoþewîst! Gelo hûn dizanin ko min çima ev mêvandariya giran daniye? Ev duhola hawarê ya çî ye?« Deng ji çi kesî derneket. Emer Axayî dû gotinên xwe ra girt û got: »Bêy gotin niha we hemûyê jî navê Eliyê Siwarani bihîstiye.« Gimegim kete nav dîwanê. Dengedeng û gotegot tevî hev bûn. Deng li hevdu siwar bûn û wateya erêniyê ji giþtî dengan dihat. Emer Axayî dengê xwe bilind kir û got: 246• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

û bîneya Perîþanê li ser herdu aliyên fînacanê da kiþand. Êxo wisan bîne

ciwan kiþandibû, kê dîna xwe didayê, devê wan vekirî dima. Te digot qay

hema Perîþan bixwe ye, ko li ser dîwarê fîncana feyfûrî destê xwe daye

newqa xwe û xwe ra qudequde li wê derê rûniþtiye.

Vêca bi fermana Emer Axayî fîncan danîn ser payê, paye danîn ser telbê,

telbe danîn ser masê û mase danine nîveka dîwanxanê. Mirovî ko weha

li fîncanê mêze dikir, mirov hizir dikir ko Perîþan bixwe ye, waye li

nîveka dîwanxanê da li ser masê rûniþtiye.

Roja çarê mehê hê taze tav tijî cîhanê dibû, ko Emer Axayî gazî Ûso û

Edoyê begzade kir û gote wan:

»Begzadên delal xwe bidin girê pêþ malan û li duhola hawarê bidin!«

Bi gotina Emer Axayî ra her du begzadên dîwanê xwe dane girê pêþberî

malan û bi miqamê hawarê ringandin duhol û zirçandin zurnayê. Bi

dengê duhol û zurnaya hawarê ra li her alî mirovan siwar û peya, berên

xwe dane dîwanxana Emer Axayî. Hawarî bû. Gazî bû. Hengame û oxilme

bû. Te xwalî bavîta, li ber mirovan nedikete erdê. Her kes têdikoþî

berî yên dî xwe bi derê dîwanxaneyê ra bigihîne û li ber çavên Emer Axayî

xwe þirîn bike. Komel bi tevayî li ber derê mala Emer Axayî kom bûn. Li

dû komelê ra bû þingîna siwaran. Pehlewan û bokeberanên heþt hozên giran

yek li dû yê dî ra li dîwanxana Emer Axayî da berevî ser hev bûn.

Berebere dîwanxane li egîd û pehlewan û xoþmêr û kubkube û serokhoz

û bokeberanan pingirî. Dîwanxane wisan tijî bû, ko derzî li ber mêvanan

nedikete erdê.

Emer Axa weke caran li serê jorê li ser doþeka xwe ya taybetî, bi palgî û

berpal rûniþtiye. Gava ko dîna xwe dayê vaye êdî li dîwanxanê da ciyê

rûniþtinê nemaye, ciyê xwe guhest. Du sê caran kuxiya. Dengê xwe xoþ û

sîngê xwe paqij kir û berê xwe li ser koma pehlewan û xoþmêran da kir û

got:

»Gelî komela hêja, gelî pehlewan û egîd û xoþmêrên xoþewîst! Gelo

hûn dizanin ko min çima ev mêvandariya giran daniye? Ev duhola

hawarê ya çî ye?«

Deng ji çi kesî derneket.

Emer Axayî dû gotinên xwe ra girt û got:

»Bêy gotin niha we hemûyê jî navê Eliyê Siwarani bihîstiye.«

Gimegim kete nav dîwanê. Dengedeng û gotegot tevî hev bûn. Deng

li hevdu siwar bûn û wateya erêniyê ji giþtî dengan dihat.

Emer Axayî dengê xwe bilind kir û got:

246• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!