Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

31 Hê steyr li esmanan hebû ko Neimetê Îsi li Caniya Xezalê siwar bû û berê caniyê da zozanên Sardewaran. Yekbîn dajot û dikudand. Caniya Xezalê li ser herd û berd û kor û kendalan ra banz dida. Dil hebû fir bida. Bînanî bayê bezê diçû. Toz û dûman li ser rê xistibû. Toza li ber piyên wê bînanî hêlekê li hewale, li ser sîngê asimanî ra dihate kiþandinê. Caniya xezal caniya Emer Axayî ya taybetî bû. Emer Axa li þayî û bereviyên dîwanî da li wê siwar dibû. Wî Caniya Xezalê ji nefsa xwe ra dida xudan kirinê. Navê Emer Axayî li ser Caniya Xezalê bû. Sê çar meyter li ber Caniya Xezalê bûn. Ta roja îro ji bilî Emer Axayî çi kesî piyên xwe neavîtibû ser piþta wê. Lê îro waye, Neimetê Îs, kûsela pîs li Caniya Xezalê siwar bibû. Kûsela pîs zêdenavê Neimetê Îsi bû. Dema ko Neimet biçûk bû, heval û hevtemenên wî ev navnûçika lê kiribûn. Dema ko kûþkê li Neimeti biêþiyana, digotonê; Neimetê Îs, kûsela pîs. Vêca gava ko Neimeti ev navnûçikana dibihîst, xwe li erdê digevizand. Dil hebû zikê xwe bidiranda. Lê zaro yek û du nebûn, komek bûn. Îca li demên weha da zaro dibûne du desteyan deng didane hevdu. Desteyekê digotin; Neimetê Îs. Desta dî digotin; Kûsela pîs. Li ber koma zaroyan çi ji destê Neimeti nedihat. Tenê dikarî ji destên zaroyan xwe li erde vegevizîne. Lê dayîka wî, Xecîc Xatûn, xûþka Emer Axayî li zaroyan derdiket. Bi hatina Xecîc Xatûnê ra her zaroyek li aliyekî da direvîn û Neimet tenê dima. Lê êdî Neimet ne ew Neimeta ye. Bûye þêvirdarê taybete Emer Axayî. Girtin û berdana nîvê dîwanxanê li destê wî da ye. Erê îro yekimîn care ko Caniya Xezal, ji bilî Emer Axayî Siwarekî dî li ser piþta xwe dibîne. Caniyê pêþda dizgîn neda Neimeti. Lê Neimeti xwe îþkeîþk bi qaþa zînî va girt û ew du seriyan hevraz û berjêr bezand û daxiste terqa rê û da xaran, dakû berebere leþê caniyê germ bû û berê guhên wê xûyî dan û hêdî hêdî êm bû. Erê vaye Neimetê Îsi li Caniya Xezalê siwar bûye û ewê bi dilê xwe ra dibezîne. Dide xarana. Êdî Caniy Xezalê bûye caniya wî. Li dilê xwe da dibêje: E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 239

He dem hatiye. He van rojana xalo çawa Caniy Xezalê daye min, yê wisan jî rojekê li kerba kurên Werdo da, bêje: Neimetê delal here min Perîþan jî da te. Bîr û hizr e. Bêdawa û xurayî ye. Ne kes bêþa bîr û hizran li mirovî dixwaze, ne jî kes dikare berayîka hizirîna mirovî bigire. Neimet jî waye ji xwe ra li cîhana bîr û hizran da, bêtune û bêdawa li Perîþanê dibe xudan. Li ber evîna yekaliya xwe û Perîþanê li cîhana bîr û hizran da, westan û mandîbûn nakeve bîra Neimeti. Dajo û dikudîne. Li nav serê xwe da nexþeyên cur be cur dikiþîne. Ker û Kuliki dide kuþtinê. Paþê li Perîþanê dibe xudan. Li dû ra dilê wî bi Werdekê jî diþewite. Jinmama xwe jî, ji bo wê hindê ko bêxayî û xudan nemîne hîviya xelkê va, li xwe mare dike. Çi bend û girê li serê rêka wî tune ye. Li dînê îslamê da, her mêrek dikare çar jinan mare bike. Di gavekî da bibe xudanê çar jinan. Neimet jî mêr e. Ma Neimet ji mêrên dî kurt û kêmbertir e. Ew jî dikare bibe mêrê çar jinan. A, bîr û hizir bê kewþen û bê sînor in. Hizir li ser her bend û her sînorî ra banz dide. Pirika hizirînê dikare li çavgirtinekê da giþtî topa cîhanê lev bide, per lêde û seranserî cîhanê li jêr per û baskên xwe ra derbas bike. Li ser her sînorên dirikdar ra difire û diçe wî alî dirik û bor û bendan. Neimet pêþ da Perîþan dixwast û paþê jî Werdek dihanî û didanî ber mala xwe. Ewî Perîþan bi heyt û hût, bi duhol û zurna li der mala xwe peya dikir. Perîþan li cil û bergên bûkiniyê da li pêþber xwe didît. Xwe û Perîþan tenê li piþt perda bûk û zavatiyê da dît. Vêca devê xwe dikire hinarkên rûyan. Neimet li nav van hizr û bîrana da, bînanî bayê bezê dajot û dikudand. Hê siya êvarê baþ danegeriyabû, taze berodanên zomê digehîþtin nav malan, ko Neimetê Îs Siwarê caniya Xezalê, xwe gîhande zozanên Sardewaran. Naweya nîveka zozanên Berdezêran, zozanên Emer Axayî ta zozanên Sardewaran, siwarî rêya roj û danekê bû. Lê Neimetê Îsi li evîna Perîþanê û xazîka siwariya caniya Xezalê da, per deranîbî. Bibû firinde û ew naweya li danekî rojê da pîvabû. Neimet hînga serê xwe li nav dêl û bijiyên caniya Xezalê da deranî, ko xwe li himber êleke reþ û giran da dît, konên reþe erebî li pêsîra çiyayekî bilindî serkever da mil kutabûn hev. Te digot qay çiyayi kolozê kal û bavan daye serê xwe û koloz ta ser birû û bijangan daxistiye. Her alî xoþîna avên çem û kanî û cok û cobaran bûn. Xuþîna avê tevî dengê bilûrê bilûr- 240• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

He dem hatiye. He van rojana xalo çawa Caniy Xezalê daye min, yê

wisan jî rojekê li kerba kurên Werdo da, bêje: Neimetê delal here min

Perîþan jî da te.

Bîr û hizr e. Bêdawa û xurayî ye. Ne kes bêþa bîr û hizran li mirovî

dixwaze, ne jî kes dikare berayîka hizirîna mirovî bigire. Neimet jî waye

ji xwe ra li cîhana bîr û hizran da, bêtune û bêdawa li Perîþanê dibe xudan.

Li ber evîna yekaliya xwe û Perîþanê li cîhana bîr û hizran da, westan

û mandîbûn nakeve bîra Neimeti. Dajo û dikudîne. Li nav serê xwe

da nexþeyên cur be cur dikiþîne. Ker û Kuliki dide kuþtinê. Paþê li

Perîþanê dibe xudan. Li dû ra dilê wî bi Werdekê jî diþewite. Jinmama

xwe jî, ji bo wê hindê ko bêxayî û xudan nemîne hîviya xelkê va, li xwe

mare dike. Çi bend û girê li serê rêka wî tune ye. Li dînê îslamê da, her

mêrek dikare çar jinan mare bike. Di gavekî da bibe xudanê çar jinan.

Neimet jî mêr e. Ma Neimet ji mêrên dî kurt û kêmbertir e. Ew jî dikare

bibe mêrê çar jinan.

A, bîr û hizir bê kewþen û bê sînor in. Hizir li ser her bend û her sînorî

ra banz dide. Pirika hizirînê dikare li çavgirtinekê da giþtî topa cîhanê lev

bide, per lêde û seranserî cîhanê li jêr per û baskên xwe ra derbas bike. Li

ser her sînorên dirikdar ra difire û diçe wî alî dirik û bor û bendan.

Neimet pêþ da Perîþan dixwast û paþê jî Werdek dihanî û didanî ber

mala xwe. Ewî Perîþan bi heyt û hût, bi duhol û zurna li der mala xwe

peya dikir. Perîþan li cil û bergên bûkiniyê da li pêþber xwe didît. Xwe û

Perîþan tenê li piþt perda bûk û zavatiyê da dît. Vêca devê xwe dikire hinarkên

rûyan.

Neimet li nav van hizr û bîrana da, bînanî bayê bezê dajot û dikudand.

Hê siya êvarê baþ danegeriyabû, taze berodanên zomê digehîþtin nav

malan, ko Neimetê Îs Siwarê caniya Xezalê, xwe gîhande zozanên

Sardewaran.

Naweya nîveka zozanên Berdezêran, zozanên Emer Axayî ta zozanên

Sardewaran, siwarî rêya roj û danekê bû. Lê Neimetê Îsi li evîna Perîþanê

û xazîka siwariya caniya Xezalê da, per deranîbî. Bibû firinde û ew

naweya li danekî rojê da pîvabû.

Neimet hînga serê xwe li nav dêl û bijiyên caniya Xezalê da deranî, ko

xwe li himber êleke reþ û giran da dît, konên reþe erebî li pêsîra çiyayekî

bilindî serkever da mil kutabûn hev. Te digot qay çiyayi kolozê kal û bavan

daye serê xwe û koloz ta ser birû û bijangan daxistiye. Her alî xoþîna

avên çem û kanî û cok û cobaran bûn. Xuþîna avê tevî dengê bilûrê bilûr-

240• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!