Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

dihanî, ko gotinên wî weke moriyekê dikete guçkên wan. Ewî gotinên xwe weke moriyan pê va dikir. Ewî zor caran bi hostatî li vê hunera xwe wêc verdigirt. Li kutaya gotinên xwe da gelek caran jî destê xwe dida peleguha xwe û stiranek yan li pesnê mazûvanê xwe da, yan jî li pesnê axayekî dî da digot. Gelek caran li stiranên xwe da dihavîte reþê neyar û dilnexwazên mazûvanê xwe. Piþka zore serokhoz û karbidestên gel tê dikoþîn ko bi dayîna xelatên zor giranbuha dilê Elo Begzade bikirin û ewî her dem li xwe razî ragirin. Elo û Delo begzade li ciyê ko Emer Axayî nîþanî wan dabû, rûniþtin. Emer Axa bi lêvken berê xwe li ser Elo da kir û gotê: »Çi heye çi tuneye begzadê delal?« Elo begzade her bi pirsiyara Axayî ra dest bi pesn û pêhelagotina wî kir: »Axa yê me her dem serferaz û serbilind be! Begê me ji me û ji gelê me ra bijî! Bijî xanê xanan, axayê li ser axayan ra, bijî begê began! Bijî Emer Axa! Emer Axa em her bi nav û dengê te dijîn. Serê me her bi navê te bilind e. Em her li saya serê te da dijîn. Navê te ji me û ji gelê me ra hegera serbilindî û þanaziyê ye. Li seranserî Kurdistanê da li ser te ra mêr nehatin û ne jî tên. Dayîka felekê jî êdî neþê mêrekî wekî te bîne. Mêranî û mêratî û axatî bila her li te pîroz be. Navê te li seranserî Kurdistanê da belaw bûye. Nav û dengê te li çar nikarê Kurdistanê derbas bûye û belavî nav dinyayê bûye. Yek te, yek jî Mîrê Ereban, Mîr Elî Siwarani, we herduyan serê me li nava giþtî gelên cîhanê da, li nava dost û dijminan da, li nava bîhanî û derekeyan da bilind kirine. Ca li we çêtir nebe, Mîr Elî Siwarani jî mêr li ser xwe ra nedîtiye. Mîrekî bi nav û deng e. Mîrekî ji xwe zêde ye. Hefthezar û heftsed malên kurd û ereb li jêr siya wî da dijîn. Lê mirov divê ko emekê þêran û mêran jî ji bîr neke. Rast e ko mîrê ereban nav li cîhanê da deranî ye û deng veda ye, lê giþtî nav û deng û hêz û þiyana wî, berfirebûna kewþenê wî hemû li saya serê Hesê Dûdê û her heft kurên wî yên weke þêr û pilingên çeng bi xûn dabû. Hesê Dûdê mêrekî bilindî, çepildirêjî, navmilpanî, çûrî çavhêþîn bû. Ew pehlewanekî bi nav û deng bû. Ewî bi mêranî û mêrxasiya xwe, bi zora milê xwe, bi hêza þûr û nêza xwe, çendik û çend pehlewanên rom û ereb û eceman li ser çokan êxistiye. Li saya serê Hesê Dûdê û her heft kurên wî da bû ko çendîn êlê Ereban, çend gund û bajarên romiyan bac û xeraca salane didane Mîrê ereban. Lê piþtî wê hindê ko raza kuþtina zavayê Hesêyi derkete eþkeretiyê, Hesê Dûdêyî êl li ser Mîrî bir kir û ji xwe ra êl û zomeyeke dî serast kir. Lê mixabin salek li ser ra derbas nebû, ko Hesê çû heqiya xwe. E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 233

Gelekan digotin Hesê bi pîlan ji holê rabû. Ya rastî Hesê êdî pîr bibû. Hesê berî mirina xwe, li rasipardeya seremergê da, sipartiye kurên xwe ko ne serî li ber Mîrê ereban danên û ne jî li dijî wî bilivin. Lê rasipardeya wî ya here giring ji kurên wî ra ew e bû ko li demên þeri da, gava ko bîhaniyekê hêriþî ser mala Mîrê ereban kir, þûrkêþiya Mîrê ereban bikin. Ca li ser rasipardeya Hesêyi ya seremergê, her gava ko talanekî mala Mîrî tê kiþandinê, yan cerd davêje ser talanên wan, her heft kurên Hesê Dûdêyî xwe tev girê didin û li hawariya mala Mîrî da diçin. Talanan dizivirînin û dîsan dizivirin mala xwe. Ca axa yê min mala Mîrê Ereban bi nav tê gotinê. Maleke giran û pir zengîn e. Xûlên hêþtirên wî, revoyên hespên wî, keriyên pezên wî, garanên dewarên wî der û deþt hilnade. Eger mirov zêr û zeyneta mala Mîrê Ereban bike çeman, çemên li ber bimirçiqin. Lê ev giþtî mal û heyî û dar û nedarê Mîrê Ereban aliyekê ye, axa yê min, Bilîcan jî aliyekê ye. Mirov dibêje Xudê mirov qet ne bixwe û ne vexwe hema li Bilîcanê binêre. Emer Axayî xwe ranegirt û pirsî: Begê delal Bilîcan çî ye? Navê qîza wî ye? — Na, axa yê min! Te çawa navê Bilîcanê nebihîstiye!? Bilîcan mahîna Mîrî ya taybetî ye. Bilîcan mahîneke þînboz e. Xaleke sipî li ser gurçika wê ya rastêye. Mahîn bînanî qîzeke xame ye. Heft meyter li berin. Rojê sê caran Bilîcan tê tûmar kirinê. Bilîcan hind temîz e, kirasê wê difire nav çavên mirovî. Eger mirov parçeyekî çiftexas li ser leþê wê bigerîne, parçe leke nagre. Xarê Bilîcanê kakil û kuncî ye. Bilîcan tim û tim kiras kiriye. Kirasê wê çarbask kirî ye. Lingên wê qeyd kiriye. Qeyda wê kilîd kirî ye. Kilîda qeydê li ber piþta nebiya Mîrê ereban Kulîk xatûnê da ye. Tenê rojên eyniya ji bo ko mahîn xam nebe, ewê derdixin derva û digerînin. Rojê du caran Bilîcanê av didin. Ava wê bi hoqe û pêkêþkên taybetî didinê. Ev mahîna heft êlên Ereban li ber xeracên heft salan va dane Mîrê ereban. Bilîcan axa yê min yanê ji bilî can tu çi pê bidî tîne. Yanê ji bilî can hêjayî her tiþtî ye. Lê ta roja îro gelekan canê xwe li ser Bilîcanê dane. Hatine Bilîcanê bidizin, lê bi destên kurên Hesê Dûdêyî canê xwe li ser Bilîcanê ji dest dane. Ta roja îro gelek çete û cerde û serekcerdeyan canê xwe ji bo Bilîcanê ji dest dane. Hatine Bilîcanê bibin, lê hawariya kurên Hesê Dûdêyî pê ra giheþtiye û Bilîcan ji nav dest û lepên wan deraniye. Mêrikan hema rastî jî mêrxas in. Gurên dev bixûn in. Mêrvehêr in. Pehlewan în. Mêr li ser pozê xwe ra nedîtine û nabînin jî. A ,ji dilê min 234• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Gelekan digotin Hesê bi pîlan ji holê rabû. Ya rastî Hesê êdî pîr bibû.

Hesê berî mirina xwe, li rasipardeya seremergê da, sipartiye kurên xwe ko

ne serî li ber Mîrê ereban danên û ne jî li dijî wî bilivin. Lê rasipardeya wî

ya here giring ji kurên wî ra ew e bû ko li demên þeri da, gava ko

bîhaniyekê hêriþî ser mala Mîrê ereban kir, þûrkêþiya Mîrê ereban bikin.

Ca li ser rasipardeya Hesêyi ya seremergê, her gava ko talanekî mala Mîrî

tê kiþandinê, yan cerd davêje ser talanên wan, her heft kurên Hesê

Dûdêyî xwe tev girê didin û li hawariya mala Mîrî da diçin. Talanan

dizivirînin û dîsan dizivirin mala xwe.

Ca axa yê min mala Mîrê Ereban bi nav tê gotinê. Maleke giran û pir

zengîn e. Xûlên hêþtirên wî, revoyên hespên wî, keriyên pezên wî,

garanên dewarên wî der û deþt hilnade. Eger mirov zêr û zeyneta mala

Mîrê Ereban bike çeman, çemên li ber bimirçiqin. Lê ev giþtî mal û heyî

û dar û nedarê Mîrê Ereban aliyekê ye, axa yê min, Bilîcan jî aliyekê ye.

Mirov dibêje Xudê mirov qet ne bixwe û ne vexwe hema li Bilîcanê

binêre.

Emer Axayî xwe ranegirt û pirsî:

Begê delal Bilîcan çî ye? Navê qîza wî ye?

— Na, axa yê min! Te çawa navê Bilîcanê nebihîstiye!? Bilîcan mahîna

Mîrî ya taybetî ye. Bilîcan mahîneke þînboz e. Xaleke sipî li ser gurçika wê

ya rastêye. Mahîn bînanî qîzeke xame ye. Heft meyter li berin. Rojê sê

caran Bilîcan tê tûmar kirinê. Bilîcan hind temîz e, kirasê wê difire nav

çavên mirovî. Eger mirov parçeyekî çiftexas li ser leþê wê bigerîne, parçe

leke nagre. Xarê Bilîcanê kakil û kuncî ye. Bilîcan tim û tim kiras kiriye.

Kirasê wê çarbask kirî ye. Lingên wê qeyd kiriye. Qeyda wê kilîd kirî ye.

Kilîda qeydê li ber piþta nebiya Mîrê ereban Kulîk xatûnê da ye. Tenê rojên

eyniya ji bo ko mahîn xam nebe, ewê derdixin derva û digerînin. Rojê

du caran Bilîcanê av didin. Ava wê bi hoqe û pêkêþkên taybetî didinê. Ev

mahîna heft êlên Ereban li ber xeracên heft salan va dane Mîrê ereban.

Bilîcan axa yê min yanê ji bilî can tu çi pê bidî tîne. Yanê ji bilî can hêjayî

her tiþtî ye. Lê ta roja îro gelekan canê xwe li ser Bilîcanê dane. Hatine

Bilîcanê bidizin, lê bi destên kurên Hesê Dûdêyî canê xwe li ser Bilîcanê

ji dest dane. Ta roja îro gelek çete û cerde û serekcerdeyan canê xwe ji bo

Bilîcanê ji dest dane. Hatine Bilîcanê bibin, lê hawariya kurên Hesê

Dûdêyî pê ra giheþtiye û Bilîcan ji nav dest û lepên wan deraniye.

Mêrikan hema rastî jî mêrxas in. Gurên dev bixûn in. Mêrvehêr in.

Pehlewan în. Mêr li ser pozê xwe ra nedîtine û nabînin jî. A ,ji dilê min

234• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!