Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

destê zorê dane barkirinê û ew jî li ser Werdekê da þandin. Piþtî barkirina mala Werdekê, hat û çûyeke neasayî ketibû nava êla Emer Axayî. Mirovên vê zomê diçûne zoma han, yê zoma han dihatin vê zomê. Êl ser û binî hevdu bibû. Li her zomê da li malekê yan li du malan da qur û pistek hebû. Hindekan hejiyareyên taybetî didane hev. Li guçkên hevdu da diaxiftin. Ewan ko hay jê tunebûn, we dihizirîn ko ew hat û çû, ew got û bêj û hejyarana li ser evîndariya Ker û Perîþanêye. Lê ya rastî ew hej û kel û hat û çûya tiþteke dî bû. Li nav êla Emer Axayî da, li nav hozên heþt bavan da, hindek malên dereke û ne ji hoz û bereya êlê jî li nav êlê da hebûn ko hejmara wan ji hezar û pêncsed malê zêdetir bû. Emer Axa û dîtir serekhoz û serekzomeyên êlê gelekî zor û zordarî bi van malan dikirin. Ewan didane cenceratê û bêgarî û seraneyên zêdepar bêþ û bacên neasayî ji wan distandin. Gava ko ev malan pê hesiyan ko Emer Axayî mala cotên pehlewanan ji nav êlê raqetandiye, tev ketin þêvr û got û bêjê. Ridênsipiyên wan lev berev bûn û þêvir giran kirin û ro kirin û pîvan li kutayê da hatin ser wê biriyarê ko ew jî malên xwe li þev da bar bikin û herin û bigîjin mala Werdekê û ewan ji xwe ra bikin serok û pêkve bi serokatiya Kerrî hozekê çê bikin. Rîsipiyên wan gotin: Nabe ko em vê derfendê ji dest xwe derdin. Gereke ko em li helê wêcê vegirin û wan xasmêrên han tenê nehêlin. Evana mêrên rojên tengî û taliyê ne. Emê Ker û Kuliki ji rojekê ra xudan bikin. Mirovîên zana û hiþiyar mêrên weha ji dest xwe naken. Werin em hemû dest bidin destên hev û li dijî zor û zulma Emer Axayî rabin þipê û li hember êla wî da, ji xwe ra êlekê saz bikin û ji bin destên evî zalim derkevin. Rabin em hemû, em gijik dest bidin destên hevdu û ji malên ji hev belav bûyî û bijiqî êleke hevgirtî çê bikin. Eger em hemû dest bidin destên hev, emê êleke ji êla Emer Axayî girantir û bitewtir jî serast bikin. Li bin va xeberê bidin hemû malên ney ji êlê, bila îþev hemû bar bikin. Emê îþev li jêr destê Emer Axayî derkevin û herin bigîjin Werdekê û cotên pehlewanan. Taze tarî dikete erdê, ko li her zomeyeke êla Emer Axayî da çendîn kon bi hevra ketin. Bû þîrp û tîrpa stûnên kon û xîvetan. Mal li hesp û hêstir û hêþtiran kirin û pez û dewar û hesp û hêstirên xwe dane pêþiya xwe û ber bi kaniya Rihanê rêketin. Hemû li nîviya rê da gihîþtin hev. Ridênsipiyan gotin: Malê pezekê û tejek kon bînin. Malê pezek, hezar û pêncsed pez. Malê tejek kon, hezar û pêncsed tejê koni. Keriyê pezî dane pêþiya xwe û bi E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 221

deng û hera û duruþm ber bi mala Werdekê rê ketin. Hê hewa gewir nebibû ko Werdek bi kurên xwe va, bi dengê duruþman û kalekala pezî ji xew rabûn. Hezar û pêncsed malî dor li konê Werdekê girtin. Ker hate pêþiya wan. Ridênsipiyan bûyer ji Kerrî ra þirove kirin. Ker hawarî da dayîka xwe. Werdek bi wê hawariyê pir þa bû. Werdek hate pêþiya wan û bixêrhatinî û serçavanî da wan û got: Hûn gelekê bixêr û xweþî hatine. Li ser serê Werdekê û cotên kuran ra hatine. Hûn hemû jî bînanî kurên min, wekî Ker û Kulikin... Dengê Werdekê li nav dengên mirovan da, li nav gazî û qûtîna þivan û gavan û malîvanan da, li nav kalekala pezan, barebara bizinan, oreora dewaran, norenora hêþtiran, þîhîna hespan, qîrîna mirîþk û kelokan, rewterewta seqan û girîna zaran da bezir bû. Komelê dest pê kirin. Tejên konî bi hev va dirûn. Li qasekê da konekî hezar û pêncsed tejî dirûn û amade kirin, bû ringeringa mêkutan û kon li ser kaniyê vegirtin. Yêkatî, arîkarî, yarmetî, zibare, hevdestî, hevratî, tifaq mirovî digehîne hemû miraz û daxwazan. Komelê bi yêkatî û arîkarî di gavekê da konekî taze ji kurên Werdekê ra vegirtin. Konê kurên Werdê, bû bîna mija li rûyê erdê. Hê sibêde baþ temîz nebibû, ko konekî çilistûnî li ser kaniya Rihanê hate vegirtinê û keriyekî hezar û pêncsed pezî li besta binya kaniyê da bi se û þivan xerîkî lewerînê bû. Li dû ra bû ringeringa mêkut û singan û komelê dest pê kirin, konên xwe jî li rex konê Werdekê vegirtin. Êla kurê Werdekê der û deþt da ber xwe û per veda û ber va çû. Hezar û pêncsed malî mil kutane hev; konan li dora konê kurên Werdekê da ger lêdabû û konê kurên Werdekê bînanî qaþeke gustîlê li nav hev da girtibûn. Lokoyê begzade û Elikê mitrib ringandin duholê û tûtandin zurnayê. Miqamê þayê lêdan. Dengê duholê kete çil û çiyan û xewa êla Emer Axayî ya berbangê herimand. Xelkê êlê ji çadir û xîvetan derketin û guhdarî li dengê duhol û zurnayê kirin. Begzadan li miqamekî hind xweþ lêdidan, hema hindik mabû ko xelkê êla Emer Axayî jî li ber wî miqamê þa destên hev ra bigirtana û dîlan bigerandana. Emer Axa bi dengê duholê û gazî û heraya komelê ra ji xew rabû û pirsî: Kuro ew dengê wê duholê ji ko tê!? — Ezbenî ji ber derê mala kurên Werdekê tê. — A, bila ji xwe ra mirtibiya xwe bikin. Piþtî demeke xurt hawarî ji Emer Axayî ra hanîn, ko êleke giran li ser mala kurên Werdekê daniye. 222• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

deng û hera û duruþm ber bi mala Werdekê rê ketin. Hê hewa gewir

nebibû ko Werdek bi kurên xwe va, bi dengê duruþman û kalekala pezî ji

xew rabûn. Hezar û pêncsed malî dor li konê Werdekê girtin. Ker hate

pêþiya wan. Ridênsipiyan bûyer ji Kerrî ra þirove kirin. Ker hawarî da

dayîka xwe. Werdek bi wê hawariyê pir þa bû.

Werdek hate pêþiya wan û bixêrhatinî û serçavanî da wan û got:

Hûn gelekê bixêr û xweþî hatine. Li ser serê Werdekê û cotên kuran ra

hatine. Hûn hemû jî bînanî kurên min, wekî Ker û Kulikin...

Dengê Werdekê li nav dengên mirovan da, li nav gazî û qûtîna þivan û

gavan û malîvanan da, li nav kalekala pezan, barebara bizinan, oreora dewaran,

norenora hêþtiran, þîhîna hespan, qîrîna mirîþk û kelokan,

rewterewta seqan û girîna zaran da bezir bû.

Komelê dest pê kirin. Tejên konî bi hev va dirûn. Li qasekê da konekî

hezar û pêncsed tejî dirûn û amade kirin, bû ringeringa mêkutan û kon

li ser kaniyê vegirtin. Yêkatî, arîkarî, yarmetî, zibare, hevdestî, hevratî,

tifaq mirovî digehîne hemû miraz û daxwazan. Komelê bi yêkatî û arîkarî

di gavekê da konekî taze ji kurên Werdekê ra vegirtin. Konê kurên

Werdê, bû bîna mija li rûyê erdê.

Hê sibêde baþ temîz nebibû, ko konekî çilistûnî li ser kaniya Rihanê

hate vegirtinê û keriyekî hezar û pêncsed pezî li besta binya kaniyê da bi

se û þivan xerîkî lewerînê bû. Li dû ra bû ringeringa mêkut û singan û

komelê dest pê kirin, konên xwe jî li rex konê Werdekê vegirtin. Êla kurê

Werdekê der û deþt da ber xwe û per veda û ber va çû. Hezar û pêncsed

malî mil kutane hev; konan li dora konê kurên Werdekê da ger lêdabû û

konê kurên Werdekê bînanî qaþeke gustîlê li nav hev da girtibûn. Lokoyê

begzade û Elikê mitrib ringandin duholê û tûtandin zurnayê. Miqamê

þayê lêdan. Dengê duholê kete çil û çiyan û xewa êla Emer Axayî ya

berbangê herimand. Xelkê êlê ji çadir û xîvetan derketin û guhdarî li

dengê duhol û zurnayê kirin. Begzadan li miqamekî hind xweþ lêdidan,

hema hindik mabû ko xelkê êla Emer Axayî jî li ber wî miqamê þa destên

hev ra bigirtana û dîlan bigerandana. Emer Axa bi dengê duholê û gazî û

heraya komelê ra ji xew rabû û pirsî:

Kuro ew dengê wê duholê ji ko tê!?

— Ezbenî ji ber derê mala kurên Werdekê tê.

— A, bila ji xwe ra mirtibiya xwe bikin.

Piþtî demeke xurt hawarî ji Emer Axayî ra hanîn, ko êleke giran li ser

mala kurên Werdekê daniye.

222• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!