Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

hundurê dîwanxanê û bi zorê Þemo li nav dest û piyên axayî da deranî. Axayî dujûn didane erd û asimanan. Dijûn didane Eyþan û Perîþan û Macanê. Li nav hawar û gaziyên Þemoyi da çend tajank jî daweþande Eyþanê. Þemo bi arîkariya Eyþanê, xwe li nav destên axayî da deranî û bi ser û guhên xûnavî, daliqiyayî daliqiyayî ji dîwanxanê derket û topal topal xwe bi konê xwe ra gîhand. Eyþanê bi lavayî û pariyanan ji axayî pirsî: — Çi bûye malava te êl li ser serê me da anî?! — Tiþt nebûye, mifirdiya te... — Axa me rusva neke! — Taze em rusva bûne. — Axo çi bûye ji me ra jî bêje! Axayî bînfiþk vedidan û netebitî pêgermok lêdidan û dejûn didan Þemo û Ker û Werdek û Perîþan û Macanê. Eyþanê destê mêrê xwe kire nav destên xwe û ew bi zimanekî li ser doþikê da rûniþtandinê û gotê: — Bêhna xwe fire bike evdê Xudê! Axayî bînfiþk veda û gazî kir: — Kuro Êxo here gazî kurê Werdo bike, bila bê vira! Bû repetepa lingê Êxo û bêy wê hindê ko bersiva axayî bide, ber bi mala Werdekê revî. Lê paþî demeke kurt zivirî û hate ber derê dîwanxanê û got: — Axa li mal da nîne, çûye ravê. — Dema ko ji ravê zivirî, bêjê bila bê bal min. — Baþe ezbenî. Neimet mêjve bû ko axa li dîwanxanê da tenê hêla bû. Hê gava ko Êxo çû peyê Þemoyi, hînga ew jî ji dîwanxanê derketibû. Hê hêrsa axayî nedanîbû. Hê li nava dîwanxanê da bi bînfiþk pêgermok lêdida, ko cotên fêriz û pehlewanan li girê pêþberî malan ra li êlê fitilîn. Her yekê jî cendekekî nêçîrê li terkiya wan bû. Kerrî dîsan bînanî caran, serê Sosikê li ser mala axayî da zivirand. Hat û li ber derê konê aliyê malê rawesta. Cendek ji terkiya Sosikê vekir. Bû þîrpîna cendekê karxezalekê û kete erdê. Xulam û xizmetkar hatin û cendek li nav hev ra kirin û birin aliyê malê. Kerrî pîçekê xwe gêzirand û çavên xwe gerand. Lê ne Perîþan, ne jî Macan yek jî li ber çavan neket. Kerrî qestîka zîn û pûsadê Sosikê serast kir û toza rê ji zînê wê weþand, ko Êxo pê ra gihîþt û gotê: — Axa gazî te dike. Kerrî hefsarê Sosikê da destê Êxoyi û hema wisan bi çek û rextên nêçîr- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 217

vaniyê va dakete hundurê Dîwanxanê. Dîwanxane vik û vala bû. Axa tenê bi lêv û loper li ser doþeka xwe rûniþtibû û herdu destên xwe li patika xwe da þe kiri bû, diponijî.. Gava ko Kerrî derî lê vekir, xwe berev kir. Kerrî silav lê kir. Lê bersiva silava Kerrî neda û gotê: — Were vira nêzîk rûnê! Ker hat û pêþberî wî rûniþt. Axayî lê pirsî: — Tu li kêderê bû yî? Ca bi vê pirsiyarê ra çavên wî li Ker û çek û rextên wî ket. Berqa nêza Kerrî da nav çavên wî û benda dilê wî lerizî û hindekî sist bû. Kerrî bersiv da: — Çûbûme nêçîrê, ezbenî. Tûretî ji ser û çavên axayî dibarî. Rehên uskura wî rabibûn. Berê xwe li ser Kerrî da kir û gotê: — Lawo dema ko hûn li bal malxalana xwe hatin, hûn du sewlikên bê ser û pa bûn. Þapik jî li ber we da tune bû. Min hûn xudan kirin. Gîhandin. Ji xêra day û babê xwe ra hûn bi nan û av kirin. Hûn kirin dîwanî û palewan ko hûn li kutayê da têkeliya min bikin. Hûn dijî min bilivin. Hûn dexesiyê li min li namûsa min bikin? Lawo tu seyê kîderêyî, ko tu þev tê yî li dora mala min disimsimî? Ezê bidim bila te ji çavan ra biguron û postê te tijî ka bikin. Ker soromoro bû. Ta roja îro çi kesî weha dijûn nedabûne wî. Ker ta roja îro ew dijûnan ji çi kesî nepejirandibû. Cinekî digotê hema rabe û nêzeyekê li sîngan ra bike, bila li navmilan ra derkeve. Lê dîsan bi zorê pêþayî ka xwe girt û serê xwe kire ber xwe da û xwe ji xwe ra hizirî û di dilê xwe da got: Doza namûsê ye. Pê hesiya ye. Ker di van hizrana da bû, ko axayî xwe lê tûre kir: — Li îro þûn da êdî ez naxwazim rûçkê we bibînim. Seb xatirê Mamê Îsi nebûya, minê tu bidaya berdebaran kirinê. Minê tu bidaya ricim kirinê. Rabe biteqize here û mala xwe li nav zoma min bar bike! Tu kû da diçî here. Diçî kîj cehnemderê here! Îca bi vê gotinê ra ji ciyê xwe rabû û derkete derva. Eger Ker tevgirêdayî neba, eger çek û rextên nêçîrvaniyê li Kerrî neba, Emer Axa yê ew jî wekî Þemoyî bavîta nav tajankan. Yê ew bavîta nav paînan. Yê xwe li wî biceribanda. Lê gava ko Ker hate hundur dîwanxanê, berqa serê nêza wî li nav çavên Emer Axayî da rûniþt û çavên wî tirsand. Destkê xencera wî li nav kalanî da çilvilî û dilê axayî lerizand. 218• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

hundurê dîwanxanê û bi zorê Þemo li nav dest û piyên axayî da deranî.

Axayî dujûn didane erd û asimanan. Dijûn didane Eyþan û Perîþan û

Macanê. Li nav hawar û gaziyên Þemoyi da çend tajank jî daweþande

Eyþanê. Þemo bi arîkariya Eyþanê, xwe li nav destên axayî da deranî û bi

ser û guhên xûnavî, daliqiyayî daliqiyayî ji dîwanxanê derket û topal

topal xwe bi konê xwe ra gîhand.

Eyþanê bi lavayî û pariyanan ji axayî pirsî:

— Çi bûye malava te êl li ser serê me da anî?!

— Tiþt nebûye, mifirdiya te...

— Axa me rusva neke!

— Taze em rusva bûne.

— Axo çi bûye ji me ra jî bêje!

Axayî bînfiþk vedidan û netebitî pêgermok lêdidan û dejûn didan

Þemo û Ker û Werdek û Perîþan û Macanê. Eyþanê destê mêrê xwe kire

nav destên xwe û ew bi zimanekî li ser doþikê da rûniþtandinê û gotê:

— Bêhna xwe fire bike evdê Xudê!

Axayî bînfiþk veda û gazî kir:

— Kuro Êxo here gazî kurê Werdo bike, bila bê vira!

Bû repetepa lingê Êxo û bêy wê hindê ko bersiva axayî bide, ber bi mala

Werdekê revî. Lê paþî demeke kurt zivirî û hate ber derê dîwanxanê û

got:

— Axa li mal da nîne, çûye ravê.

— Dema ko ji ravê zivirî, bêjê bila bê bal min.

— Baþe ezbenî.

Neimet mêjve bû ko axa li dîwanxanê da tenê hêla bû. Hê gava ko Êxo

çû peyê Þemoyi, hînga ew jî ji dîwanxanê derketibû.

Hê hêrsa axayî nedanîbû. Hê li nava dîwanxanê da bi bînfiþk pêgermok

lêdida, ko cotên fêriz û pehlewanan li girê pêþberî malan ra li êlê fitilîn.

Her yekê jî cendekekî nêçîrê li terkiya wan bû. Kerrî dîsan bînanî caran,

serê Sosikê li ser mala axayî da zivirand. Hat û li ber derê konê aliyê malê

rawesta. Cendek ji terkiya Sosikê vekir. Bû þîrpîna cendekê karxezalekê û

kete erdê. Xulam û xizmetkar hatin û cendek li nav hev ra kirin û birin

aliyê malê. Kerrî pîçekê xwe gêzirand û çavên xwe gerand. Lê ne Perîþan,

ne jî Macan yek jî li ber çavan neket. Kerrî qestîka zîn û pûsadê Sosikê

serast kir û toza rê ji zînê wê weþand, ko Êxo pê ra gihîþt û gotê:

— Axa gazî te dike.

Kerrî hefsarê Sosikê da destê Êxoyi û hema wisan bi çek û rextên nêçîr-

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 217

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!