Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

25 Taze cîhan li ronahiya tavê û li germaya tirîþkên wê da noqim dibû, ko meyteran mahîna Barxane zîn û pûsad kirî, bi cotên caniyan va, anîn ber derê mala Werdekê. Mahîna Barxane, bi cotên caniyan va hefsarê wan li destên meyteran da li ber derê mala Werdekê wekî birûskekê þîhiya û bera xelkê êlê hemûyê li ser xwe da rakêþa. Jin û zar û pîr û kal hemû ji hundêrê konan derketin temaþa wan. Mahîna Barxane ser û dêlên xwe kiribû yek. Herdu caniyan jî weke du karên xezalan dabûne dû wê. Herdu canî êdî qert bibûn. Sosik dêlberdayî bû. Taze enam lêdida. Lê Nijdî pê kutabû sê saliyê. Ew caniyekî nozîn bû. Kuliki taze wê salê ew hîmandibû. Sê, çar heyvan berî cerdê bû, ko Kuliki toratiya wî derxistibû. Nijdî salekê ji Sosikê biçûktir bû, lê hindik mabû li ser Sosikê biketa. Ew li Sosikê bi dest û pêtir bû. Sosik mahîneke nazik û navzirav û nazenîn bû. Durust bînanî xezaleke sil û revok, tîjbal û rehwan bû. Çîpên wê zirav û qelemî, saxiriyên wê pir û qelew, bejna wê bilin û raçandî bû. Maka wan mahîna Barxane kehêleke erebî bû. Emer Axayî bixwe ew li bazara Helebê bi pênc kîs zêrên zer kirîbû. Hespên weke mahîna Barxne kêm peyda dibûn. Her kesî nikarî mahînên weke wê bikiriyana. Lê pênc kîs zêrê zer ji Emer Axayî ra weke pênc dirafan bû. Eger kes yan kesanekî bixwesta mahîneke weke mahîna Barxane bikiriyana, debiya ko çend heval peyda bikiran. Kesekî tenê nikarî mahîneke kehlan bikiriya. Bo nimûne çar kes dibûne heval û serê kesê kîsek zêr didanîn û mahînek dikirîn. Bi gotina wan bixwe her yekê lingekî mahînê dikirîn. Her lingê wê bi kîsekî sed zêrî. Îca ew çar kesan ew mahîn weke qîzeke kezî li piþt çît û perdan da xudan dikirin. Mafê kesî tunebû li wê mahînê siwar biba. Ew mahîn tenê ji bo wê hindê dihate kirînê, ko caniyan li ber bigirin. Li kêderê hespekî bi nav û deng heba, bi rêka heftiyan rê dipîvan û nêrî û beran pêþkêþî xudanê wî hespî dikirin, ta ko destûrê bide, mahîna kehlan li ber hespê wî bidine kiþandinê. Ca bi vî cureyî salê caniyek li ber wê mahînê digirtin. Li yekimîn heftiya caniyê da ew piþk davîtin. Ew canî ji kê ra derketa, ew ji cêrga piþkavîtinê derdiket. Lê wê salê dibû berpirsê E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 189

xudankirina mahîn û caniyê. Bi vî cureyî ta çar zikan her yek dibûn xudanê caniyeke kehlan, yan hespekî erebî, mehnegiyekê, seglaviyekê. Ca li dû ra ew mahîn dibirin bazara beytaran û buhayê wê didane diyar kirinê û yekê ji wan ji xwe ra hildida û parên ewanên dî didayê. Yan jî hema li bazarê da difirotin û parê wê parve dikirin. Lê ewê ko dibû binpiþk lap li xwe da diþewitî. Gerek bû sê salên xiþt zikê xwe miz bida û çavnihêrî piþka xwe ba û li sala çarê da jî dîsan gereke bendewar bima. Vêca ta ko mahînê fal bigirta, duwanzdeh mehan canî li zikê xwe da xudan bikira, piþtî duwanzdeh meh û duwanzdeh þeverojan û danzdeh demijmêran firk biba, canî mezin biba û biba caniyekî þîre, ewê serpiþk, li hespê xwe yê erebî siwar dibû jî. Ewê binpiþk debiya sê salên dî jî bêhinfiretî bikira, sê salên dî jî zikê xwe miz bida, xwîna dilê xwe bixwara, canî bi xwîna dil û ronaya çavan xudan bikira, da ko caniyê wî, yan caniya wî mezin biba, biba þîre. Li þîretiyê derketa biba biriye. Li biriyetiyê derketa biba nozîn û dêlberdayî û ji suwarî û hîmkirinê ra amade bibûya. Ewê binpiþk li ser hev gerek bû, heft salan rawesta. Heft salên xiþt bêhinfiretî bikira, ta ko dibû xudanê hespekî erebî, yan mahîneke kehlan. Ew jî bext û hate. Sûcên hevalên wî yên dî di vî karî da tuneye. Bila bextê wî jî lêda û yekimîn canî ji wî ra derketa. Kesî ko kum nedabû serê wî. Ew ji nehatiya wî bû, ko bibû binpiþk. Ew rê û þûneke giþtî bû. Kes nikarî ji wê rêkê derketa. Erê her kesî nikarî li hespên wisan yan li mahînên wisan siwar bibana. Her tenê xan û beg û serokhoz û mîr û mîrekan dikarîn li hespên wisan, li mehnegî û seglaviyên wisan siwar bibana. Pêþiyan gotine: Hespê çê miraz e. Lê hespên wekî mahîna Barxane û Sosik û Nijdiyan mirazê li ser mirazan ra bûn. Ji hespên wisan ra bayê bezê digotin. Pêdivî bû ko mirov biþiya li ser biketa. Lingên xwe li zengiya wan da cî bikira. her piyên mirovî li ser piþta wan biketa, êdî mirov giheþtibû miraz û mebestan. Mexseda te her kê der dibû bilanê. Þam, Heleb, binê Beriyê, çiyayê Þengarê, Têhran, Tewrêz, Istenbol, Enqere, Mûsil, Bexda, her ciyê ko te miraz bikira. her pêdivî bû ko te berê wan bida oxirê. Êdî tu li demê da giheþtibûyî mebesta xwe. Te heval û hevrê hemû li dû xwe ra hêlabûn û tu li pêþ hemûyê ketibûyî. Mebesta te li binê cîhanê da jî ba, xema te tunebû. Suwarên van cure hespana li nav komela giþtî da jî xudan rû û avirû û rêz û sengiyeke taybetî bûn. Eger li komela niha da, li çawaniya cil û berg û timtêl û pûs û ereba mirovî dinêrin û rêza mirovî gorekî solika piyên mirovi, gorekî þal û þapik 190• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

xudankirina mahîn û caniyê. Bi vî cureyî ta çar zikan her yek dibûn xudanê

caniyeke kehlan, yan hespekî erebî, mehnegiyekê, seglaviyekê. Ca li

dû ra ew mahîn dibirin bazara beytaran û buhayê wê didane diyar kirinê

û yekê ji wan ji xwe ra hildida û parên ewanên dî didayê. Yan jî hema li

bazarê da difirotin û parê wê parve dikirin. Lê ewê ko dibû binpiþk lap li

xwe da diþewitî. Gerek bû sê salên xiþt zikê xwe miz bida û çavnihêrî piþka

xwe ba û li sala çarê da jî dîsan gereke bendewar bima. Vêca ta ko

mahînê fal bigirta, duwanzdeh mehan canî li zikê xwe da xudan bikira,

piþtî duwanzdeh meh û duwanzdeh þeverojan û danzdeh demijmêran

firk biba, canî mezin biba û biba caniyekî þîre, ewê serpiþk, li hespê xwe

yê erebî siwar dibû jî. Ewê binpiþk debiya sê salên dî jî bêhinfiretî bikira,

sê salên dî jî zikê xwe miz bida, xwîna dilê xwe bixwara, canî bi xwîna dil

û ronaya çavan xudan bikira, da ko caniyê wî, yan caniya wî mezin biba,

biba þîre. Li þîretiyê derketa biba biriye. Li biriyetiyê derketa biba nozîn û

dêlberdayî û ji suwarî û hîmkirinê ra amade bibûya. Ewê binpiþk li ser

hev gerek bû, heft salan rawesta. Heft salên xiþt bêhinfiretî bikira, ta ko

dibû xudanê hespekî erebî, yan mahîneke kehlan.

Ew jî bext û hate. Sûcên hevalên wî yên dî di vî karî da tuneye. Bila bextê

wî jî lêda û yekimîn canî ji wî ra derketa. Kesî ko kum nedabû serê wî.

Ew ji nehatiya wî bû, ko bibû binpiþk. Ew rê û þûneke giþtî bû. Kes nikarî

ji wê rêkê derketa.

Erê her kesî nikarî li hespên wisan yan li mahînên wisan siwar bibana.

Her tenê xan û beg û serokhoz û mîr û mîrekan dikarîn li hespên wisan,

li mehnegî û seglaviyên wisan siwar bibana. Pêþiyan gotine: Hespê çê miraz

e. Lê hespên wekî mahîna Barxane û Sosik û Nijdiyan mirazê li ser

mirazan ra bûn. Ji hespên wisan ra bayê bezê digotin. Pêdivî bû ko mirov

biþiya li ser biketa. Lingên xwe li zengiya wan da cî bikira. her piyên

mirovî li ser piþta wan biketa, êdî mirov giheþtibû miraz û mebestan.

Mexseda te her kê der dibû bilanê. Þam, Heleb, binê Beriyê, çiyayê

Þengarê, Têhran, Tewrêz, Istenbol, Enqere, Mûsil, Bexda, her ciyê ko te

miraz bikira. her pêdivî bû ko te berê wan bida oxirê. Êdî tu li demê da

giheþtibûyî mebesta xwe. Te heval û hevrê hemû li dû xwe ra hêlabûn û

tu li pêþ hemûyê ketibûyî. Mebesta te li binê cîhanê da jî ba, xema te

tunebû. Suwarên van cure hespana li nav komela giþtî da jî xudan rû û

avirû û rêz û sengiyeke taybetî bûn.

Eger li komela niha da, li çawaniya cil û berg û timtêl û pûs û ereba

mirovî dinêrin û rêza mirovî gorekî solika piyên mirovi, gorekî þal û þapik

190• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!