Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
Cahilan bêy agadariya me ev karê hanî ne li rê kirine. — Xoce tu biçûkan þîret nakî, ku! Ro nîro sî, çil kes ji nav zoma mirovî bi çek û rextên þeri va siwar bibin û rikêfî ser terþ û talanên xelkê bikin, mirov agah pê nabe? Taze kurê wî yê mezin jî serekcerde. Xoce niha eger pûþikek ji êla min ji cî bileqe, ez pê dihesim. Ew çawa hay ji vê bûyerê nebûye. — Ezbenî xuda bixwe gowa ye. Min çawa hêþka erzî xizmeta we kir, li roja bûyerê da ne ez, ne jî Deniz beg, yek ji me jî li mal da nebûye. Mela Osmanî jî li ser bayê Xoce axift û got: »Axa taze kareke bûye, bi mezinaya xwe evê hindê bide seb xatirê mêvanan. Ez daxwazê ji we dikim. Kareke taze qewimî ye. Her bide seb xatirê van mêvanan û vê komela xwe û ji gunehên Îldirim Begî derbas be!« Mamê Îs û du, sê ridênsipiyên dî jî hatin alî Mela Osmanî û li ber Emer Axayî geriyan. Gelekî li ber hevdu dan. Emer Axayî nedipejirand. Gencek li nav rêza mêvanan rabû û hate destê Emer Axayî û got: »Evê nezanînê ji me bibihore!« Emer Axayî nehîþt ew genca destên wî maçê bike. Destên xwe paþ da revand û got: »Taze hûn hemû dibêjin, ez vê carê ji gunehên Deniz Begî û Îldirimî derbas dibim. Lê careke dî ev bûyera biqewume, ez çi carê napejirînim. Eva ya cînaretiyê nîne. Em cînarên hevin...« Piþtî demeke xurt ko Emer Axayî hêrsa xwe rijand,berê xwe li ser Xoce da kir û li wê demê da ko destên wî derva nîþan dida, got: »Îldirim, waye li çadira han daye hûn dikarin pê ra biaxivin.« Xoce destê xwe da sîngê xwe û got: Zor sipas û bi gotina xwe ra ji cî rabû û çend kes ji mêvanan jî bi wî ra rabûn û li dîwanxanê derketin û Neimetê Îsi li pêþiya wan ket û çûne çadira Îldirimî. Îldirim li nav nivînan da diqilqilî. Xoce li be serê wî rûniþt û lihêf li ser çavên wî rakir. Ew nerazabû. Xwe xew ra avîtibû. Gava ko Xoce lihêf li ser çavên wî avît, çavên xwe kuta nav çavên Xoce. Xoce xwar bû û pêþeniya wî maç kir û li rewþa wî pirsî: »Tu çawa yî? Tu li ber birîna xwe aciz nînî?« Îldirim ji cî hilqedimî û bersiva Xoce da: — Na Xoce efendî Emer Axayî barekî giran danî ser stuyê me. Birîna min lap qenc bûye.« E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 181
Li dû ra hevalên Xoceyi jî yekoyeko hatin û çûn li ber nivînê Îldirimî û ew maç kirin. Îldirim li nav nivînan da hilqedimî û li ser xwe rûniþt. Paþî bîstekî Xoce û hevalên wî zivirîn dîwanxanê û bi destûra Emer Axayî Îldirim jî di gel wan hat û li rex Xoce rûniþt. Li dû ra firavîn hat. Dîsan wekî her car firavîn berdane nav curinan. Vê carê birinc û zexmegoþt û dûvê beranan li nav curinan da bûn qûç. Komel kiþiyane ser curnan. Paþî xwarin û vexwarinê, Xoceyî berê xwe li ser Emer Axayî da kir û got. »Emer Axa te barekî giran danî ser stuyê me. Niha eger destûra we hebe, emê ji xizmeta we murexes bin.« Emer Axayî li bersiva wî da got: »Tikaye Xoce! Her gava dilê we bixwaze hûn dikarin herin. Lê bi min wereng birîna Îldirimî hê baþ qenc nebûye. Nojdarên we hene, yan na? — Erê ezbenî nojdarên me hene, lê ya rastî, nojdarên me destê Baylozi nagirin. — Baþe, çi nake. Ezê bêjim bila Bayloz jî heftiyê carekê bê û li birîna Îldirimî binêre. Xoce rabû, qesda destê Emer Axayî kir. Emer Axa yek bi bejna xwe va li ber Xoce va rabû û nehîþt ew destên wî maçê bike. Li dû Xoceyî ra Îldirim jî rabû û xwe avîte ser dest û piyên Emer Axayî. Lê Emer Axayî nehîþt ew jî destên wî maçê bike. Milê Îldirimî yê rastê pêva darda bibû. Hê baþ nikarî milê xwe rakira. Emer Axayî hemû li ciyên wan da, da rûniþtandinê. Bi lêniqandina Emer Axayî ra Neimetê Îsi destek cilikên nû li nav buxçikekê da anî û li ber Îldirimî danî. Xoce û hevalên wî alî hev kirin û cilkên nû li Îldirimî kirin. li dû ra Emer Axayî gote seyîsan: »Hespên mêvanan amade bikin!« Li dû gotina Emer Axayî ra Xoce û hevalên wî û Îldirim ji cî rabûn. Emer Axa û komela dîwanxanê jî bi wan ra rabûn. Xoceyi got: »Emer Axa te barekî giran da ustuyê me. Em ta mirinê jî nikarin ji ber vê qenciya te derkevin. Vêca bi xatirê we. Tikaye fermon, rûnên.« Îca bi vê gotina xwe ra ber bi derê dîwanxanê çû. Emer Axa û komela xwe jî pê ra derketin derva. Li ber derê dîwanxanê, ji hespên mêvanan pêve, þeþ hespên dî jî bi zîn û pûsadan va amade bûn. Yek ji wan þeþ hespana hespek bû, ko Emer Axayî ji Îldirimî ra dabû zîn kirinê. Lê pênc hespên dî, yên kuþtiyan bûn. Bi destûra Emer Axayî cil û bergên koþtiyan hema wisan bi xwînê va li nav buxçikan da girêdabûn û havîtibûn terkiya hespên wan. Mêvan li hespên xwe siwar bûn û hespên kuþtiyan jî kirin 182• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 131 and 132: Canpolato, serekpehlewano... Rûmet
- Page 133 and 134: 16 Hê du meh li ser wê qewimîna
- Page 135 and 136: Li demeke kurt da xîvet jêk weþi
- Page 137 and 138: — Çi nake hevalbiçûk e. — Xw
- Page 139 and 140: — Þûrê bavê xwe hildin! — N
- Page 141 and 142: Ker û Kulik þev û roj li ser ço
- Page 143 and 144: nanî gurgên derbuharî li xûnê
- Page 145 and 146: ida, çipika xûnê jê nedihat. Gu
- Page 147 and 148: »Gelî civata hêja! Ez pir sipas
- Page 149 and 150: erane da þarge digirtin. Lê kalk
- Page 151 and 152: »Xûþkê pirsiyar bêxewþe. Hûn
- Page 153 and 154: 19 Îsê Mîrî, mamê Silêmanî l
- Page 155 and 156: Neimet xurgun e. Hegera bêdûndati
- Page 157 and 158: Bi vê gotinê ra keniz hemû lê b
- Page 159 and 160: Komelê li her bareyê da diaxiftin
- Page 161 and 162: — Ewan jî her taze çûn. Ker û
- Page 163 and 164: qorixa hespaye. Hûn dikarin her ro
- Page 165 and 166: naþîhin. Lê eger hesip þev bêh
- Page 167 and 168: 22 Her þev gava ko Kerr û Kulik l
- Page 169 and 170: hîm kiribûn. Sosik qedem û Nijd
- Page 171 and 172: »Kuro bi hev ra rikêfî ser wan h
- Page 173 and 174: Lawên Werdekê lêdane pênc diz k
- Page 175 and 176: min revandiye. Þûþa dilê min bi
- Page 177 and 178: mîran rûdiniþt. Gava ko derî li
- Page 179 and 180: »Tu amadeyî lawê min?« Birînda
- Page 181: Mêvan li ber derê dîwanxanê raw
- Page 185 and 186: 24 Piþtî çûyîna mêvanan û do
- Page 187 and 188: þûrekî, durust weke þûrekî t
- Page 189 and 190: Lê hûn herdu serpiþkin. We çi x
- Page 191 and 192: xudankirina mahîn û caniyê. Bi v
- Page 193 and 194: iziviriyana malê, ew roj, ne roja
- Page 195 and 196: Peyatî rêka rojekê ye. — Em ko
- Page 197 and 198: hevalekê jî çendîn hevalên dî
- Page 199 and 200: Li ser girikî ketin. Piþta girik
- Page 201 and 202: çîçekan da hatibûn vepoþînê.
- Page 203 and 204: Gulîzerê gulnîþanê... Birûre
- Page 205 and 206: — Dil û hinavên kerkerî. — D
- Page 207 and 208: ahiyeke sosret da cûm bûn. Li ça
- Page 209 and 210: — Bavo ! Êdî Perîþanê nikar
- Page 211 and 212: 27 Destkêþan ji hindek kar û kir
- Page 213 and 214: — A, naxwazin kiça axayî biçin
- Page 215 and 216: axayî nekira!? Eger yekê li wê b
- Page 217 and 218: Emer Axayî xwe li ser Þemoyi da p
- Page 219 and 220: vaniyê va dakete hundurê Dîwanxa
- Page 221 and 222: 28 Þev da, mala Werdekê dane bar
- Page 223 and 224: deng û hera û duruþm ber bi mala
- Page 225 and 226: hemû pê hesiyan. Þîn li ser êl
- Page 227 and 228: va. Li sebedê dide û kûr dinale.
- Page 229 and 230: qeziya bêne te derewîna bêy paþ
- Page 231 and 232: erên xwe dane Erebistanê. Mîrê
Cahilan bêy agadariya me ev karê hanî ne li rê kirine.

— Xoce tu biçûkan þîret nakî, ku! Ro nîro sî, çil kes ji nav zoma mirovî

bi çek û rextên þeri va siwar bibin û rikêfî ser terþ û talanên xelkê bikin,

mirov agah pê nabe? Taze kurê wî yê mezin jî serekcerde. Xoce niha eger

pûþikek ji êla min ji cî bileqe, ez pê dihesim. Ew çawa hay ji vê bûyerê

nebûye.

— Ezbenî xuda bixwe gowa ye. Min çawa hêþka erzî xizmeta we kir, li

roja bûyerê da ne ez, ne jî Deniz beg, yek ji me jî li mal da nebûye.

Mela Osmanî jî li ser bayê Xoce axift û got:

»Axa taze kareke bûye, bi mezinaya xwe evê hindê bide seb xatirê mêvanan.

Ez daxwazê ji we dikim. Kareke taze qewimî ye. Her bide seb

xatirê van mêvanan û vê komela xwe û ji gunehên Îldirim Begî derbas

be!«

Mamê Îs û du, sê ridênsipiyên dî jî hatin alî Mela Osmanî û li ber Emer

Axayî geriyan. Gelekî li ber hevdu dan. Emer Axayî nedipejirand.

Gencek li nav rêza mêvanan rabû û hate destê Emer Axayî û got:

»Evê nezanînê ji me bibihore!«

Emer Axayî nehîþt ew genca destên wî maçê bike. Destên xwe paþ da

revand û got:

»Taze hûn hemû dibêjin, ez vê carê ji gunehên Deniz Begî û Îldirimî

derbas dibim. Lê careke dî ev bûyera biqewume, ez çi carê napejirînim.

Eva ya cînaretiyê nîne. Em cînarên hevin...«

Piþtî demeke xurt ko Emer Axayî hêrsa xwe rijand,berê xwe li ser Xoce

da kir û li wê demê da ko destên wî derva nîþan dida, got:

»Îldirim, waye li çadira han daye hûn dikarin pê ra biaxivin.«

Xoce destê xwe da sîngê xwe û got:

Zor sipas û bi gotina xwe ra ji cî rabû û çend kes ji mêvanan jî bi wî ra

rabûn û li dîwanxanê derketin û Neimetê Îsi li pêþiya wan ket û çûne

çadira Îldirimî.

Îldirim li nav nivînan da diqilqilî. Xoce li be serê wî rûniþt û lihêf li ser

çavên wî rakir. Ew nerazabû. Xwe xew ra avîtibû. Gava ko Xoce lihêf li

ser çavên wî avît, çavên xwe kuta nav çavên Xoce. Xoce xwar bû û

pêþeniya wî maç kir û li rewþa wî pirsî:

»Tu çawa yî? Tu li ber birîna xwe aciz nînî?«

Îldirim ji cî hilqedimî û bersiva Xoce da:

— Na Xoce efendî Emer Axayî barekî giran danî ser stuyê me. Birîna

min lap qenc bûye.«

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 181