Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
21 Seûgora sibê bû, ko Werdekê herdu lawên xwe ji xewê rakir. Hebana nanê wan da destên wan û ewan ber bi mala Emer axayî rê kir. Kerr û Kulik ew herdu gencên nûriste, ew herdu þênekurên zîx, ew herdu xortên çeleng di seûgora sibê da, di gewratiya berbangê da, di þefeqa siherê da, ji konê xwe derketin û ber bi mala Emer axayî çûn. Werdek jî li ber derê konî rawestabû, li herdu kurên xwe, li herdu xortên tazegiheþtî, li herdu fîdanên nûriste, li herdu þimþadên serferaz mêze dikir û li ber xwe ra diçû û þa dibû, ko dayîka cotek kurên weha çeleng e. Werdekê li ber derê konî destê xwe ji wan ra hejand û got: »Herin min hûn siparitine Yezdanê mezin. Destê Xudê li ser serê we be. Þems agehdar û piþtewanê we be. Mîrê mezin we ji aþîtên nedîtî biparêze. Herin!« Her çend ko Werdek pehlewanake jîr û jêhatî û bêtirs bû, lê pir di xema cotên kuran da bû. Pir li wan û li paþeroja wan û bûyerên buvedar ditirsiya. Herdu xortan bi hev ra bersiva dayîka xwe dan û gotin: »Bi xatirê te dadê! Nihêranî me nebe!« Ta herdu zaroyên wê pê va dihatin xûyanê, Werdek hema wisan li ber derê konî rawestabû û li wan dinihêrî. Da ko Kerr û Kulik giheþtin ber derê mala Emer axayî, paþê Werdek çû kete hundurê xîveta xwe. Ker û Kulik gihîþtin ber derê mala Emer axayî û meyteran alî wan kirin û derê extirmexanê vekirin. Bi darên çamê perjîneke mezin ji hespan ra çêkiribûn. Deriyek jî pê qamûþan girêdabûn û li ber dergê extirmexanê dabûn. Gava ko meyteran derê extirmexanê vekirin, bû fîrefîra hespan û hevdu paldan û xwe lêk dan û hevdu dane ber çifte û refes û qerpan û bi gultetî li derê extirmexanê ra derketin derva. Bi derketina hespan ra bêhna tersan da hewayê. Bû hîrehîr û þîheþîha wan. Meyterekî alî Kerr û Kuliki kir û revo ber bi lewergehê rast kir û pawana hespan nîþanî wan da û got: »A, ew mila hanê hindî ko bi we va tê xûyanê, ta binê geliyê pêþberî we E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 161
qorixa hespaye. Hûn dikarin her roj revoyê li wê milê ta biniya geliyî bilewerînin. Lê nebî, nebî ku, hûn li wî girê reþ derbas bibin. Piþta wî girî êdî kewþenê me nîne. Ew derana kewþenê êla Denizê diz e. Van salana nîveka me û wana xweþ nîne. We hew dît, hatin û revo berev kirin û birin. Wî alî da neçin ha! Min gote we ha, hûn wî alî da herin, hûnê hew bibînin, ko cerda Denizê diz avîte ser revoyê û hûn jî dîl girtin û birin. Bila qet li rûyê we da þer û gêre çênebe. Baþ agadariyê li hespan bikin. Hemû êvaran, ko hûn hespan tînin extirmexanê, wana bihejmêrin. A, ew mahîna hanê, ewa þînboz, mahîna Emer axayî bixwe ye. Navê wê Þemlê ye. Þemlê mahîna hawarî û gaziyan e. Emer axa li hawarî û gaziyên þevane da li wê siwar dibe. A, ewa hanê jî, ewa hane reþboz e bilind jî mahîna Barxane ye. Ev herdu mahînana li ber dilê Emer axayî pir þirîn in. Revo hemû aliyekî û ew herdu jî aliyekî ne.« Bi arîkariya meyteri revo gîhandin lewergehê. Revo li lewergehê da bijiqî û Kerr û Kuliki jî her yekê xwe dane çengekî revoyê. Þemlê û mahîna Barxane her dem li rex hev diçêriyan. Herdu jî li nava revoyê da dûr va dihatin xûyanê. Þemlê li ber rengê kirasê xwe yê taybetî, lê mahîna Barxane li ber girbûn û gevdetiya xwe. Mahîna Barxane mahîneke reþboz bû. Ew wisan bilind bû, ko çi hesp û mahînên dî li ser wê nediketin. Li nava revoyê da li dûr va dihate xûyanê. Navtenga wê wekî navtenga karxezalan zirav û herdu saxiriyên wê weke cotek hêkên qazan, têr û tijî û pir û hulo bûn. Guçkên wê mûç, ustuyê wê zirav û dirêj, simên wê bilind û kodikî, sîngê wê pan û vekirî, çîpên wê dirêj û raçandî bûn. Kirasê wê wisan temîz bû, ko te dikarî tu xalên li se leþê wê bihejmêrî. Rewneq dikete pirça leþê wê. Te dil nedikir tu bi herdu çavan li mahîna Barxane binihêrî. Emer axa li rê û rêbwariyên dûr da barxana xwe ya taybetî li wê dikir. her li ber wê hindê bû, ko navê wê kiribûn mahîna barxane. Ca Kerr û Kulik jî ratib û cil û tatikên xwe her li mahîna Barxane dikirin û ew bi xwe ra digerandin û gelek caran li destên xwe da li rex mêrg û zevî û bengeyan da diçêrandin û her þev jî jê ra þîvehesp diçinîn û ew cuda li hespên dinê li ber derê konê xwe þîv dikirin. Çend buhar û havîn derbas bûn. Çend caran aran û zozan kirin. Êdî Kerr û Kulik der û deþt bînanî kefa destên xwe nas dikirin. Herdu jî roj bi rojê mezin dibûn û bejin vedidan. Berê simbêlên herduyan jî xûyî dabûn. Bibûn cotek xortên tazegihîþtî. Du xortên bi milên hev ra. Du xortên bi zend û bend û bilindbala û tevkutayî. Zewêlekên destên wan badayî û bitew, navmilên wan pan û sîngên wan bilind û biber hêtanpê- 162• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 111 and 112: »Ehmed Beg bibihorîne, ez pirsek
- Page 113 and 114: ka we çawa ye? — Kuro tiþtek n
- Page 115 and 116: dibûn, ko li ber zaroyan binê zan
- Page 117 and 118: içêrîne! Dajo dizgîna hespê ji
- Page 119 and 120: 14 Baranên havînî yên ser û bi
- Page 121 and 122: tenê kire rewtîn. Kakil li vê de
- Page 123 and 124: mehnegê dihat. Heftiyê carekê bi
- Page 125 and 126: hawariyê here. Lê mêrên hawariy
- Page 127 and 128: va, li koma þîngêran derket. Pî
- Page 129 and 130: 15 Þîneke giran li ser êla Mîr
- Page 131 and 132: Canpolato, serekpehlewano... Rûmet
- Page 133 and 134: 16 Hê du meh li ser wê qewimîna
- Page 135 and 136: Li demeke kurt da xîvet jêk weþi
- Page 137 and 138: — Çi nake hevalbiçûk e. — Xw
- Page 139 and 140: — Þûrê bavê xwe hildin! — N
- Page 141 and 142: Ker û Kulik þev û roj li ser ço
- Page 143 and 144: nanî gurgên derbuharî li xûnê
- Page 145 and 146: ida, çipika xûnê jê nedihat. Gu
- Page 147 and 148: »Gelî civata hêja! Ez pir sipas
- Page 149 and 150: erane da þarge digirtin. Lê kalk
- Page 151 and 152: »Xûþkê pirsiyar bêxewþe. Hûn
- Page 153 and 154: 19 Îsê Mîrî, mamê Silêmanî l
- Page 155 and 156: Neimet xurgun e. Hegera bêdûndati
- Page 157 and 158: Bi vê gotinê ra keniz hemû lê b
- Page 159 and 160: Komelê li her bareyê da diaxiftin
- Page 161: — Ewan jî her taze çûn. Ker û
- Page 165 and 166: naþîhin. Lê eger hesip þev bêh
- Page 167 and 168: 22 Her þev gava ko Kerr û Kulik l
- Page 169 and 170: hîm kiribûn. Sosik qedem û Nijd
- Page 171 and 172: »Kuro bi hev ra rikêfî ser wan h
- Page 173 and 174: Lawên Werdekê lêdane pênc diz k
- Page 175 and 176: min revandiye. Þûþa dilê min bi
- Page 177 and 178: mîran rûdiniþt. Gava ko derî li
- Page 179 and 180: »Tu amadeyî lawê min?« Birînda
- Page 181 and 182: Mêvan li ber derê dîwanxanê raw
- Page 183 and 184: Li dû ra hevalên Xoceyi jî yekoy
- Page 185 and 186: 24 Piþtî çûyîna mêvanan û do
- Page 187 and 188: þûrekî, durust weke þûrekî t
- Page 189 and 190: Lê hûn herdu serpiþkin. We çi x
- Page 191 and 192: xudankirina mahîn û caniyê. Bi v
- Page 193 and 194: iziviriyana malê, ew roj, ne roja
- Page 195 and 196: Peyatî rêka rojekê ye. — Em ko
- Page 197 and 198: hevalekê jî çendîn hevalên dî
- Page 199 and 200: Li ser girikî ketin. Piþta girik
- Page 201 and 202: çîçekan da hatibûn vepoþînê.
- Page 203 and 204: Gulîzerê gulnîþanê... Birûre
- Page 205 and 206: — Dil û hinavên kerkerî. — D
- Page 207 and 208: ahiyeke sosret da cûm bûn. Li ça
- Page 209 and 210: — Bavo ! Êdî Perîþanê nikar
- Page 211 and 212: 27 Destkêþan ji hindek kar û kir
21

Seûgora sibê bû, ko Werdekê herdu lawên xwe ji xewê rakir. Hebana

nanê wan da destên wan û ewan ber bi mala Emer axayî rê kir. Kerr û

Kulik ew herdu gencên nûriste, ew herdu þênekurên zîx, ew herdu xortên

çeleng di seûgora sibê da, di gewratiya berbangê da, di þefeqa siherê da, ji

konê xwe derketin û ber bi mala Emer axayî çûn. Werdek jî li ber derê

konî rawestabû, li herdu kurên xwe, li herdu xortên tazegiheþtî, li herdu

fîdanên nûriste, li herdu þimþadên serferaz mêze dikir û li ber xwe ra diçû

û þa dibû, ko dayîka cotek kurên weha çeleng e. Werdekê li ber derê konî

destê xwe ji wan ra hejand û got:

»Herin min hûn siparitine Yezdanê mezin. Destê Xudê li ser serê we

be. Þems agehdar û piþtewanê we be. Mîrê mezin we ji aþîtên nedîtî biparêze.

Herin!«

Her çend ko Werdek pehlewanake jîr û jêhatî û bêtirs bû, lê pir di xema

cotên kuran da bû. Pir li wan û li paþeroja wan û bûyerên buvedar ditirsiya.

Herdu xortan bi hev ra bersiva dayîka xwe dan û gotin:

»Bi xatirê te dadê! Nihêranî me nebe!«

Ta herdu zaroyên wê pê va dihatin xûyanê, Werdek hema wisan li ber

derê konî rawestabû û li wan dinihêrî. Da ko Kerr û Kulik giheþtin ber

derê mala Emer axayî, paþê Werdek çû kete hundurê xîveta xwe.

Ker û Kulik gihîþtin ber derê mala Emer axayî û meyteran alî wan kirin

û derê extirmexanê vekirin.

Bi darên çamê perjîneke mezin ji hespan ra çêkiribûn. Deriyek jî pê

qamûþan girêdabûn û li ber dergê extirmexanê dabûn. Gava ko meyteran

derê extirmexanê vekirin, bû fîrefîra hespan û hevdu paldan û xwe lêk

dan û hevdu dane ber çifte û refes û qerpan û bi gultetî li derê extirmexanê

ra derketin derva. Bi derketina hespan ra bêhna tersan da hewayê. Bû

hîrehîr û þîheþîha wan. Meyterekî alî Kerr û Kuliki kir û revo ber bi lewergehê

rast kir û pawana hespan nîþanî wan da û got:

»A, ew mila hanê hindî ko bi we va tê xûyanê, ta binê geliyê pêþberî we

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 161