Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

Xanimeke ji xwe zêde ye. Perîþan hê nebûye çarde salî, hê zaro tê hejmarê, lê nav û deng belavî cîhanê kiriye. Li ser bedewetiya Perîþanê ra kiç nehatine cîhanê. Ca di gel vê ciwanetiyê Perîþan kiçeke pir toredar û têgiheþtiye jî. Qewlî gotî xeber bi misqalê ji devê Perîþanê ra derdikeve. Perîþan ko dimeþe, tu dibêjî çîlkewa çiyayê Elegezê ye. Mirov dil nade çavên xwe li ser wê û rewta wê hilîne. Bejina wê bilind û navtenga wê bihostek û çar tilî ye. Çavên wê weke qetrana Kewanê Qîrê reþ û zîlin. Birûyên kewanî, eniya meydanî, sûretê sore sipî li para va têne xûyanê. Xaleke angorî nîskekê jî li ser hinarikê rûyê wê yê aliyê çepê da ye. Xal wisan sore, tu dibêjî çipika xûnê ye. Perîþan wisan nazik û nazenîne, ko av li gerdenê da û mejî li tiliyan da tê xûyanê. Tu dibêjî qay Xudê giþtî bedewetî û ciwantiya li ser rûyê cîhanê kiriye du paran, parek daye giþtî cîhaniyan, û parek jî daye Perîþanê tenê. Kê dibîne, hiþê xwe ji dest dide û mit û mat dimîne û li wê û ciwantiya wê dinê re. Ta hînga gelek xort li ser bedewetiya Perîþanê dîn û þêt û þeyda bibûn. Lê newêrîbûn ewê li bavê wê bixwazin. Emer axa êdî bibû Mîrê navçê. Tenê Mîran dikarî dawa kiça wî bikirana. Nav û dengê Perîþanê balavî axarê cîhanê bibû. Navê wê bibû pirzika li ser zimanê gelek xortên tazegiheþtî. Hindî ko Perîþanê nav û deng belavî cîhanê kiriye, Neimet zêdetir diçe aliyê malê. Carê bi berhaneya tiþtekêdiçe aliyê malê. Carê kêmasiyeke qawexana dîwanxanê dike berhane û diçe heremseraya xalê xwe. Kilîdên kîler û qotiyên xwarebarê hemû li destê Perîþanê da ye. Neimet her gava ko diçe aliyê malê tiþtekê bîne, du tiþtan ji bîr ve dike û dîsan dizivire aliyê malê. Li ber Perîþanê radiweste û bi zimanekî pelte û lalome pê ra xeber dide û kêmasiyên qawexana dîwanxanê jê dixwaze. Þekir, qend, qawe, fîncan û feyfûrî, karê þîv û firavîna mêvanan... Lê Perîþan qet aviran jî nade wî. Dike pêkenîkê keniz û kulfet û berdestikan. Hindî ko Perîþan bi wê rewþa Neimetê Îsi, kurmetê xwe, hesiya ye, nav li kenizan da ye, wî ya dikin tirane. Yên ko kumê wî direvînin. Yên ko piþta wî diþiqitînin. Yên ko devên xwe lê xwar dikin. Yên ko tiþtan davêjin ber piyên wî û ewî li ser kelle li erdê didin. Li demên weha da, Perîþan diroda xwe li carî û kinizan tûre dike û dibêje, çi karên we bi Neimetê metê neketibe. Hindî dem li ser ra derbas dibe, Neimet zêde û zêdetir evîna Perîþanê li nav dilê xwe yî pir kul û birîn da dinitilîne. Ta ko rojekê taba xwe nayîne û dibêje kenizekê: »Bêje xanima xwe bila min bike!« E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 155

Bi vê gotinê ra keniz hemû lê berev dibin. Komê wî direvînin. Þalê wî diþiqitînin. Þûtika wî vediþêrin. Neimet bi neçarî serqot û bêþûtik dizivire mala xwe û kumê xwe yê dî dide serê xwe û þûtika xwe ya dî girêdide û dizivire dîwanxanê. Dû vê kiriyara kenizan ra, Neimet êdî ji Perîþanê bêhîvî dibe. Çunku dibîne, ev e reftara kenizan bû, lê xanimê çi bîne serê wî? Xwe ji xwe ra dihizire û digîje wê akamê, ko qet li wê bareyê da çi tiþtî ne bêje û ne jî tiþtekê helêxe. Êdî piþtî hînga ne Perîþanê rû dida Neimeti, ne jî rûyê Neimeti digirt, here aliyê malê . Ew zor kêm diçû heremseraya xalê xwe. Ta Emer axa ew neþanda aliyê malê, ew bixwe nediçû. Ewî êdî gizên xwe ji Perîþanê zîtibû. Lê di gel wê hindê dîsan jî her evîna Perîþanê li kûraniya dilê wî yê pir kul û birîn da mabû. Hindî ko mala Werdekê hatibû, li rex mala wan danîbû, ewî dest ji Perîþanê kêþabû û teþî li ser Werdekê da dirîst. Werdek ji wî ra pariyekî germ û nerm bû. Bi zewaca di gel Werdekê ra ewî dikarî cotên kurên wê jî bikira berdestkên xwe û çawa dilê wî bixwasta, wecê ji wan herdu kurikana vergirta. Her cara ko ber bi Werdekê diçû, xwe dikenand û didanên xwe beþ dikir. Gava ko çav li Werdekê diket, xwe dibiþirand. Lê Werdekê her li yekimîn carê da, ko Neimeti bi wate lê nihêrîbû, avirekî wisan tûj dabû Neimeti, ko hindik mabû Neimet derpiyê xwe zer bike. Lê Neimeti dîsan jî dest ji Werdekê nekiþandibû. her þev û roj li wê hizrê da bû, ko çawan li Werdekê bibe xudan? 156• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Bi vê gotinê ra keniz hemû lê berev dibin. Komê wî direvînin. Þalê wî

diþiqitînin. Þûtika wî vediþêrin. Neimet bi neçarî serqot û bêþûtik dizivire

mala xwe û kumê xwe yê dî dide serê xwe û þûtika xwe ya dî girêdide û

dizivire dîwanxanê.

Dû vê kiriyara kenizan ra, Neimet êdî ji Perîþanê bêhîvî dibe. Çunku

dibîne, ev e reftara kenizan bû, lê xanimê çi bîne serê wî? Xwe ji xwe ra

dihizire û digîje wê akamê, ko qet li wê bareyê da çi tiþtî ne bêje û ne jî

tiþtekê helêxe. Êdî piþtî hînga ne Perîþanê rû dida Neimeti, ne jî rûyê

Neimeti digirt, here aliyê malê . Ew zor kêm diçû heremseraya xalê xwe.

Ta Emer axa ew neþanda aliyê malê, ew bixwe nediçû. Ewî êdî gizên xwe

ji Perîþanê zîtibû. Lê di gel wê hindê dîsan jî her evîna Perîþanê li kûraniya

dilê wî yê pir kul û birîn da mabû.

Hindî ko mala Werdekê hatibû, li rex mala wan danîbû, ewî dest ji

Perîþanê kêþabû û teþî li ser Werdekê da dirîst. Werdek ji wî ra pariyekî

germ û nerm bû. Bi zewaca di gel Werdekê ra ewî dikarî cotên kurên wê

jî bikira berdestkên xwe û çawa dilê wî bixwasta, wecê ji wan herdu

kurikana vergirta. Her cara ko ber bi Werdekê diçû, xwe dikenand û didanên

xwe beþ dikir. Gava ko çav li Werdekê diket, xwe dibiþirand. Lê

Werdekê her li yekimîn carê da, ko Neimeti bi wate lê nihêrîbû, avirekî

wisan tûj dabû Neimeti, ko hindik mabû Neimet derpiyê xwe zer bike.

Lê Neimeti dîsan jî dest ji Werdekê nekiþandibû. her þev û roj li wê hizrê

da bû, ko çawan li Werdekê bibe xudan?

156• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!