Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

2 Taze bayê tunde derbuharê danîbû. Taze berfê û þilopê vekiribû. Erd hê jî herî bû. Lîlavên þilopê ji erdê dikiþiyan. Ew li ser kevirê bêriyê rûniþtibû. Destê xwe yê çepê dabû bin jêrçena xwe û kûr diponijî. Serçokên wî xuriyabûn. Dermilên wî riþî girtibûn. Çarixên wî devê xwe lê xwar dikirin. Gencekî bi pîl û þan, bilindbala û tevkuta yî, bi zend û bend, navmilpan û gerdenkela bû. Taze berê simbêlê wî xwidan dabû. Lê ew gencê han wisan kûr diponijî, ko agah ji deng û sedayên li çar kinarên xwe nebû. Dihate bîrê, dema ko taze fam dikir. Taze têdigehîþt. Taze destê xwe yê çepê ji yê rastê nas dikir, ko li mala wan da þîn bû. A, hema li vê hewþê da, hema ha li kujê han da, termê xûnaviyê bavê wî danîbûn ser teneþoyê. Mirîþoyan bi lûfikên sipîçîl xûna wî ya sore gevez tevî avê dikirin û diþoþtin. Leþê wî yê kever li jêr xûnê da derdiket. Lê xûn li birînan da ranediwesta. Ta þoþtina wî kuta kirin jî, hema wisan xûn ji birînên wî diza. Durust bînanî kaniyeke avzêm xûn jê vediza. Melayî bi lez kefen lê wer kir. Lê xûnê da kefeni û ji kefeni ra derbas bû û li ser kefeni telte girt. Te digot qey çepikek sorgul avîtine ser kefenê wî û pê wê çepika sorgulan rêz li gorîbûna wî li rêka av û axê da girtine. Hemanê tê bîra wî, þerê wan û bîhaniyan bû. Bîhaniyan avîtibûn ser talanên wan. Ew bîhaniyên ko carê bi berhaneyekê hêriþ dihanîn ser cî û warên wan. Dixwestin wan ji gundê wan, ji bajarê wan, ji bajarokê wan, ji warê wan, ji welatê wan, ji av û axa wan derêxin. Dixwestin welatê wan zorpes bikin û wana têxin bin destên xwe da. Þer, þerê av û axê bû. Dujminan rojê berhaneyek ji wan digirtin. Rojê newalek ji kewþenê wan, geliyek ji warê kal û bavên wan, berxêrek ji zeviyên wan, çiyayek ji zozanên wan zorpes dikirin û davîtin ser kewþenê welatê xwe. Rojê hindek ji kewþenê welatê wan bi fend û fêlên dîwanî û ramiyarî, bi qeyd û qoçan li ser xwe didane nivîsandinê û li ser xwe tapî dikirin. Yan jî davîtin ser keriyên wan û terþ û talanên wan dikiþandin. Dîsan weke çendik û E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 13

çendîn caran dujmini avîtibû ser keriyên wan. Bavê Silêmanî, Eliyê Mîrî peyî talanan ketibû. Mêrmêranî þer kiribû. Çend kes ji dujminan kuþtibû û termên wan dagîrkerane li ser xaka pak velezandibû. Lê hejmara dujmini gelek bû. Eliyê Mîrî tenê bû. Li ber xwe dabû. Çend kesên dî jî pê sûngiya xwe ya jehrdadayî birîndar kiribû. Lê derbên sûngiyên dujmini li ser sîng û navmilên wî, kelên jê birîbûn. Ta hawarî pê ra gihîþtibû, ew li hespê da jor da ketibû. Li ser axa bav û kalan can dabû. Dujminan gava ko dîtibûn, hawarî waye bi wane ra digihîje, talan cî da hêlabûn û revîbûn. Seriyo tu ji pêyan ra gorî bî. Her kesî bi zorê giyanê xwe kiribû devê xwe û panî li pê dabûn, herin, ko hûn naçin! Gava ko hawarî gihîþtibû ser termê Eliyê Mîrî, term hê jî germ bû. Lê êdî ji tik û pik ketibû. Siwarên hawariyê bêy girîn û þîn, talan li ser zomê da zivirandibûn û pê sûngî û nêzeyên xwe darbestek girêdabûn. Termê Eliyê Mîrî danîbûn ser wê darbestê û ji wê derê jî biribûn bajaroki, da ko li goristana bajaroki da, li rex gorên bav û bavpîr û da û dapîran da, li zadigeha wî da, wî bispêrine xaka pak. Ev qewimînan bi giþtî bînanî perdeyeke reþ li ber çavên Silêmanî ra dihatin û diçûn. Te digot qey hema du, sê rojan berî niha ev yekana qewimîne. Li ser kevirê bêriyê rabû. Kalekela berx û mihiyên hevhêsiyan bala wî li ser xwe da rakiþandin. Kesereke kûr rahêla. Baþ tê bîra wî, ta çend salan berî niha jî, ev hewþa wan tijî bû. keriyên pezên wan der û deþt tijî dikirin. Lê betirpêrar bû, ko cerda dujmini dîsan avête ser keriyên wan û gidgidîkeke kor, kereke topal û bizineke gurî jî ji wane ra nehîþtin. Bixwe, xwe tevgirêdabû. Li bozê dêlhine siwar bibû. Li peyê cerdê ketibû. Lê meta wî Rewþê çarika xwe avîtibû ber piyên hespê wî û jê daxwaz kiribû, ko neçe. Ewî jî nikarîbû li ser çarikê ra derbas bibûya. Ev debeke mêjîn e. Kes nikare li ser çarika jinekê ra, ko avîtibe ber piyên wî, derbas bibe. Dibêjin her kesê ko li ser wê çarikê ra derbas bibe, çûyîna wî heye, lê hatina wî tune ye. Dê tendurust here û nivîþkan vegere. DYê zindî here û mirî bizivire. Silêman ji mirin û kuþtina xwe netirsiyabû, belkû wî xwestibû bi xelkê bide zanîninê, ko qedrê meta xwe digire û keriyê qerqaþ goriyî tayek ji porên meta xwe ya servekirî dike. Hema gava ko meta Rewþê çarika xwe vekiribû, havîtibû ber piyên hespê wî, bayê lêdabû, bisk û zulfên meta wî tevî hev kiribû. Zûka ji hespi peya bibû û çarika meta xwe ji erdê rakiribû, dakutabû, dabû serê wê û li ser oxirê zivirîbû. He li wê derê ra rast zivirîbû, çûbû ser gorina bavê xwe. 14• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

çendîn caran dujmini avîtibû ser keriyên wan. Bavê Silêmanî, Eliyê Mîrî

peyî talanan ketibû. Mêrmêranî þer kiribû. Çend kes ji dujminan kuþtibû

û termên wan dagîrkerane li ser xaka pak velezandibû. Lê hejmara dujmini

gelek bû. Eliyê Mîrî tenê bû. Li ber xwe dabû. Çend kesên dî jî pê

sûngiya xwe ya jehrdadayî birîndar kiribû. Lê derbên sûngiyên dujmini

li ser sîng û navmilên wî, kelên jê birîbûn. Ta hawarî pê ra gihîþtibû, ew

li hespê da jor da ketibû. Li ser axa bav û kalan can dabû. Dujminan gava

ko dîtibûn, hawarî waye bi wane ra digihîje, talan cî da hêlabûn û

revîbûn. Seriyo tu ji pêyan ra gorî bî. Her kesî bi zorê giyanê xwe kiribû

devê xwe û panî li pê dabûn, herin, ko hûn naçin! Gava ko hawarî gihîþtibû

ser termê Eliyê Mîrî, term hê jî germ bû. Lê êdî ji tik û pik ketibû.

Siwarên hawariyê bêy girîn û þîn, talan li ser zomê da zivirandibûn û pê

sûngî û nêzeyên xwe darbestek girêdabûn. Termê Eliyê Mîrî danîbûn ser

wê darbestê û ji wê derê jî biribûn bajaroki, da ko li goristana bajaroki da,

li rex gorên bav û bavpîr û da û dapîran da, li zadigeha wî da, wî bispêrine

xaka pak.

Ev qewimînan bi giþtî bînanî perdeyeke reþ li ber çavên Silêmanî ra dihatin

û diçûn. Te digot qey hema du, sê rojan berî niha ev yekana

qewimîne.

Li ser kevirê bêriyê rabû. Kalekela berx û mihiyên hevhêsiyan bala wî li

ser xwe da rakiþandin. Kesereke kûr rahêla. Baþ tê bîra wî, ta çend salan

berî niha jî, ev hewþa wan tijî bû. keriyên pezên wan der û deþt tijî dikirin.

Lê betirpêrar bû, ko cerda dujmini dîsan avête ser keriyên wan û

gidgidîkeke kor, kereke topal û bizineke gurî jî ji wane ra nehîþtin. Bixwe,

xwe tevgirêdabû. Li bozê dêlhine siwar bibû. Li peyê cerdê ketibû. Lê

meta wî Rewþê çarika xwe avîtibû ber piyên hespê wî û jê daxwaz kiribû,

ko neçe. Ewî jî nikarîbû li ser çarikê ra derbas bibûya. Ev debeke mêjîn e.

Kes nikare li ser çarika jinekê ra, ko avîtibe ber piyên wî, derbas bibe.

Dibêjin her kesê ko li ser wê çarikê ra derbas bibe, çûyîna wî heye, lê hatina

wî tune ye. Dê tendurust here û nivîþkan vegere. DYê zindî here û

mirî bizivire. Silêman ji mirin û kuþtina xwe netirsiyabû, belkû wî xwestibû

bi xelkê bide zanîninê, ko qedrê meta xwe digire û keriyê qerqaþ

goriyî tayek ji porên meta xwe ya servekirî dike. Hema gava ko meta

Rewþê çarika xwe vekiribû, havîtibû ber piyên hespê wî, bayê lêdabû,

bisk û zulfên meta wî tevî hev kiribû. Zûka ji hespi peya bibû û çarika

meta xwe ji erdê rakiribû, dakutabû, dabû serê wê û li ser oxirê zivirîbû.

He li wê derê ra rast zivirîbû, çûbû ser gorina bavê xwe.

14• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!