Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

divê binasin, ev dera ye. A, bavê we û Ehmed Begê Mîr û Miho û Remo pehlewan li vê derê bi dexesî û xinizî hatin kuþtinê. Ta roja îro jî kes nizanê, kanê kîj dexesî ev sosreta giran li ser me da anî.« Ker û Kuliki nizanîn yê çi bersiva dayîka xwe bidin. Zaroyan ustuyên xwe xwar kiribûn û bi çavên zil, çûr mabûn li kuþtingeha bavê xwe dinihêrîn û nizanîn yê çi bikin.. Tajdînê dengbêj berê xwe li ser Werdekê da kir û gotê: »Werdek tu çima wan zaroyana nevehisiyayî dikî? Divê ya ko te qet ew yeka li ser vê oxirê negota wan.« Lê Werdekê got: »Na mamê Tajdîn, zaro gereke bizanbin, ka çi hatiye serê bavê wan û bavê wan li kî derê û bi destên kê hatiye kuþtinê.« Tajdinî bersiva wê da: »Tu rast dibêjî, lê li vê dema þevê da, li ser vê oxirê, divê te negota wan. Te dikarî paþê ji wan ra bigota.« Lê Werdekê nepejirand û got: »Na mirovî debê zaroyan bi her tiþtî bihesîne.« Îca bi gotina xwe ra dehî seglawiya xwe kir û kete ser rê. Siwaran dane dû Werdekê. Werdekê berê seglaviyê ber bi milê çepê, ber bi geliyî zivirand. Jor da li ser geliyî da þiqitîn. Heyveronê bi meqesa reþ û ron gelî kiribû du pirtikan. Sîbera çiyayên milê çepê daketibû ser geliyî û nîvê geliyî di sîberê da cûm bibû. Koça Werdekê hêdî hêdî li ber sîtavkê dakete jêr siya reþe çiyayên milê çepê. Gava ko daketin hundurê geliyî, nermebayekî vizandê. Eva bayê sibêdê bû. Aveke zirav li nîveka geliyî ra berjêr diþûlikî. Dengê zengilê nerê Pêþeng, tevî tembûra dengê avê bibû. Rêbwar hemû tev jor da daketin biniya geliyî. Geliyekî kûrî dûr, hindî hesp û hêþtir dikudandin û pêþ da diçûn, gelî kuta nedibû. Barê hêþtiran li ser piþta wan bînanî hêlikanan dihejikîn. Bi seûgura sibê ra, gelî li piþt xwe ra hêlan û bi ronahiya berbangê ra daketin deþteke vekirî. Hindî çavan didît, deþt ber va diçû. Li rê da hindî ko Werdekê çil û çî, newal û gelî, herd û dol, girik û topik, herde û kulot, raz û rewez, zang û zaxe, kevir û kuçik, der û deþt, banî û bêlan, kêþ û berkêþ nas dikir, ewan bi herdu kurên xwe ra dinasand û þirove dikir: A, ew çiyayên hanê çiyayên Çirîþê ye. Ew kevirên hanê, ko serên wan li piþt çiyayê Çirîþê ra tê xûyanê, þargên Qulduran e. Ew pêþ da þargê rêbiran bûn. Rêbiran dihatin karwanî diþêlandin û li dû ra diçûn li wan rizde- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 147

erane da þarge digirtin. Lê kalkê we Hesê bi çend pehlewanên mala Mîrî ve þevekê li ser wan da girtin û ew hemû dîl kirin û anîn dîwana Mîrî. Li dû ra hemûyê li ber destê Mîr û Mela sûnd xwarin, ko êdî dizî û rêbiriyê nekin. Mîr jî ewan hemû aza kirin. Li dû wê hindê ra, ta roja îro êdî kesî li van rêkana da rêbir nedîtine. A, ew rewezên hane bilind, ko serên wan bizorê têne xûyanê, ew jî mexelên pezkûviyan e. A ji wê besta li bintara çiyayê Çirîþi ra jî, besta dirîreþkan dibêjin. Bi vî cureyî ewê zaroyên xwe di gel erdê welatê wan nasiyar dikir. Werdekê digot: »Zor pêdiviye ko mirovî erdê welatê xwe bi baþî nas bike. Welat dayîk e. Mirovên bê welat bêdayîkin. Her kesê ko welatê xwe baþ nas neke, qet bila dayîka xwe jî nas neke. Her kesê ko welatê xwe xoþ nevê, bila dayîka xwe jî xoþ nevê.« Koça Werdekê ber bi mala tîgalanê wê dikudand û êwir bi êwir li rê da li ser kaniyan, yan li guherên ko kûþkê dûrî rêyan bûn, dadinîn û bêhna xwe distandin. Êdî ewan cî û warên nas li piþt xwe ra hêlabûn. Ketibûn besteke nenas. Lê li rê dernediketin û gewriya rê ra girtibûn û dikudandin. Werdekê li her derfendê wec werdigirt û li rêvîng û rêbwaran, ji kariwanî û þivan û gavan û revîvanan pirsiyara rê û dirban dikir. Werdekê digot: Mirov bi pirsiyaran digîhêje cî û waran. Piþtî çendîn êwirgehan þeqî û mandî li toz û gemarê da vemayî, xwe bi zozanên bilind ra gîhandin. Li devê geliyekî kûr da rastî karwanekî hatin. Karwanekî giran, pêk hatî ji dused, sêsed gayên barbir û hesp û hêstir û hêþtiran. Werdekê seqlaviya xwe zengî kir û ber bi wî karwanî çû. Silav li serekê karwani kir û paþî xoþbêjiyê, pirsiyara mala Emer axayî jê kir. Serekkarwanî du, sê caran navê Emer axayî li ber xwe da anî û ridêna xwe xurand û got: »Hûn divê ko li wî geliyê hêstirkoji ra derbas bibin û li çiyayê hanê ra, a... ew çiyayê hanî serkever ra ko dibêjinê karwanbizdîn, derbas bibin. Li piþta wî çiyayî deþteke vekirî ye. Hûn ko daketin deþtê, hûnê rastî çemekî boþ bên. Hûn ko li çemi ra derbas bûn, wî alî çemi kewþenê êla Emer axayiye. Lê debê hûn xwe li gêdûka wî çiyayî, çiyayê karwanbizdîn baþ biparêzin. Bagera wî çiyayî havîn û zivistan her berdewam e...« Werdek û serekê karwanî li axiftinê da bûn ko pêroyên herdu destê li hev asê bûn û li hev qelibîn. Hindik mabû, ko koça Werdekê li nav xûlê 148• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

divê binasin, ev dera ye. A, bavê we û Ehmed Begê Mîr û Miho û Remo

pehlewan li vê derê bi dexesî û xinizî hatin kuþtinê. Ta roja îro jî kes

nizanê, kanê kîj dexesî ev sosreta giran li ser me da anî.«

Ker û Kuliki nizanîn yê çi bersiva dayîka xwe bidin. Zaroyan ustuyên

xwe xwar kiribûn û bi çavên zil, çûr mabûn li kuþtingeha bavê xwe dinihêrîn

û nizanîn yê çi bikin.. Tajdînê dengbêj berê xwe li ser Werdekê da

kir û gotê:

»Werdek tu çima wan zaroyana nevehisiyayî dikî? Divê ya ko te qet ew

yeka li ser vê oxirê negota wan.«

Lê Werdekê got:

»Na mamê Tajdîn, zaro gereke bizanbin, ka çi hatiye serê bavê wan û

bavê wan li kî derê û bi destên kê hatiye kuþtinê.«

Tajdinî bersiva wê da:

»Tu rast dibêjî, lê li vê dema þevê da, li ser vê oxirê, divê te negota wan.

Te dikarî paþê ji wan ra bigota.«

Lê Werdekê nepejirand û got:

»Na mirovî debê zaroyan bi her tiþtî bihesîne.«

Îca bi gotina xwe ra dehî seglawiya xwe kir û kete ser rê. Siwaran dane

dû Werdekê. Werdekê berê seglaviyê ber bi milê çepê, ber bi geliyî zivirand.

Jor da li ser geliyî da þiqitîn. Heyveronê bi meqesa reþ û ron gelî

kiribû du pirtikan. Sîbera çiyayên milê çepê daketibû ser geliyî û nîvê

geliyî di sîberê da cûm bibû. Koça Werdekê hêdî hêdî li ber sîtavkê

dakete jêr siya reþe çiyayên milê çepê. Gava ko daketin hundurê geliyî,

nermebayekî vizandê. Eva bayê sibêdê bû. Aveke zirav li nîveka geliyî ra

berjêr diþûlikî. Dengê zengilê nerê Pêþeng, tevî tembûra dengê avê bibû.

Rêbwar hemû tev jor da daketin biniya geliyî. Geliyekî kûrî dûr, hindî

hesp û hêþtir dikudandin û pêþ da diçûn, gelî kuta nedibû. Barê hêþtiran

li ser piþta wan bînanî hêlikanan dihejikîn. Bi seûgura sibê ra, gelî li piþt

xwe ra hêlan û bi ronahiya berbangê ra daketin deþteke vekirî. Hindî çavan

didît, deþt ber va diçû.

Li rê da hindî ko Werdekê çil û çî, newal û gelî, herd û dol, girik û topik,

herde û kulot, raz û rewez, zang û zaxe, kevir û kuçik, der û deþt, banî

û bêlan, kêþ û berkêþ nas dikir, ewan bi herdu kurên xwe ra dinasand û

þirove dikir:

A, ew çiyayên hanê çiyayên Çirîþê ye. Ew kevirên hanê, ko serên wan li

piþt çiyayê Çirîþê ra tê xûyanê, þargên Qulduran e. Ew pêþ da þargê rêbiran

bûn. Rêbiran dihatin karwanî diþêlandin û li dû ra diçûn li wan rizde-

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 147

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!