Bilîcan - Nefel

Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel

06.05.2013 Views

herehere yî jî hindek caran tûþî kurmên xwe bi xwetiyê dibe. Ew jî hindek caran kurmî dibe. Kurmên sipî çîl, durust li ser rengê berfê da, ji berfê bixwe, ji dava berfê ketî dikevine canê berfê û berfê li nav da diavînin. Ew kurm bînanî kurmên kotîbûnê dikevine hinavê berfê û ewê ber bi nemanê diþînin. Ew kurm li bin va berfê dixon û sîngê wê li bin da diqoqilînin. Hinavê wê kunkunî dikin û li ser piþta wê ra davêjin. Ca hîngaye, ko hulma erdê li sîngê berfa tîþtîþî bûyî ra davêje derva û ew berfa herehereyî ne ji gav da bînanî birîndarekî birînkûr, kûr dinale û qîrçîn jê tê û li nav xwe da diþkê û ava zipe zelal ji hinavê wê dikiþe. Durust hîngaye, ko kezkên kiça erdê, kezkên alekokê, li ber wê ava hinavan þax davêjin û berebere pirçin dibin. Îca ew li ber neynûka ava hinavan kezî û biskan badide û xwe ji bo kurê berfê dixemilîne. Lê bi dax û keserên giran va ta porê alekokê þax davêje û penc vedide, kurê berfê nexweþ dikeve û navçoyî dibe û nava wî xûn dikiþe. Êdî kutaya temenê wî pêra digîje û sal dikeve ser rojrojkan. Êdî kurê berfê nikare wê salê zemawendê bike. Lê ew bêhîvî nîne. Dîsan weke caran dîlan û zemawendê salekê paþ da davêje û dispêre dayîka alekokê, ko dê sala bê biþîne xwazginiyê kiça wê û evê peyamê jî, ji alekokê ra, ji berdilka dilê xwe yê birîn û xoþewîsta xwe ya xemrevîn ra diþîne: Alekokê pirçinê! Berdilka dilê minê! Min þureþur ketiye binê. Hatime halê mirinê. Zemawenda me bila bimîne saleke dinê. Lê hindî cîhan ava bûye, dema van herdu evîndaran wehaye. Hindî ko kurê berfê fîkefîka wî ye û amade ye, ko kiça erdê bixwaze, erd berhaneyan dîne û dibêje ko hê kezîkên kiça min dirêj nebûne û zulfên wê nehatine ber badanê. Bihêle bila porên kiçka min kûþkê dirêj bibin, zulfê wê bêne ber badanê û keziyên wê bêne ber hûnanê û çavên wê bêne ber kildanê paþê. Lê derdê li ser derdan ra, dema ko kez kên kiça erdê dirêj dibin. Biskên wê têne ber badanê û keziyên wê têne ber hûnanê. Çavên wê li ber hewiretirîþqeyan têne kildanê û dibe bengebenga wê û ji zemawendê ra amade dibe, mîxabin ko kurê berfê nexoþ dikeve. Navçoyî dibe. Av ji hinavan dikiþe. Bi neçarî zemawendê salekê wekî hezaran salên çûyî paþ da davêjin. Lê bi dax û derdên giran va, hindî cîhan cîhan e, de- E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 11

ma van herdu evîndarên bêmiraz weha ye û hê jî ta roja îro destên wan negiheþtine hevdu. Gelo rojekê bê, ko ev herdu evîndarên bêmiraz bi evîna xwe þa bibin? 12• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

ma van herdu evîndarên bêmiraz weha ye û hê jî ta roja îro destên wan<br />

negiheþtine hevdu.<br />

Gelo rojekê bê, ko ev herdu evîndarên bêmiraz bi evîna xwe þa bibin?<br />

12• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!