Bilîcan - Nefel
Bilîcan - Nefel Bilîcan - Nefel
yeke li destê te da ko nîne. Pêþiyan gotine: »Jêhatbûnê nîne, lêhatbûnê ye.« Yan berewajî wê, teyî golikvan, ko tu ji golikan pêve çi tiþtî nanasî, bikin þah û padiþahê welatên pan û berîn. Bi mîlyonan civata çavgirêdayî bêy wê hindê, ko bizanibin tu kî yî û çî yî, serê xwe ji te ra bitewînin û li jêr fermana te da bin. Bêy wê hindê ko te binasin, gultegulte herin xwe ji bona yek gotina te bidin kuþtinê. Zaroyên xwe ji te ra gorî bikin. Çunku çerxa felekê li wê demê da li ser bayê te dizivire. Lê wakî çerxa felekê li ser bayê te nezivire, piþîka te ya nêçîrvan dê diz û seyê te yê gurêx dê arode derkeve. Erê cîhan e! Tu çi dizanî, tu ko þev û roj dixebitî. Bi maran ra qalik davêjî, çî yê bibe destvehata te? Tu çi dizanî kî yê keda destên te bixo? Te hew dît ko tu ne ji gav da ji tik û pik ketî û malê te, ew malê ko te bi hezar û yek êþ û cenceratê berev kiriye, li ber çavên te xêz û vêz û suxt û puxt bikin...« Silêman li van hizirane da bû, ko Werdekê bang lê kir: »Hero Silêmano! Te xêre tu wisan kûr diponijî? Gemiyên te di oqyanosan da noqim bûne?« Silêmanî, te digot qay li xeweke kûr radibe, keserek rahêla û got: »Qet, hema wisan.« — Na, na bêje ka çi li dilê te ra derbas dibû! — Herê Werdekê, ez li bara kar û barên cîhanê da, li bara gera vê feleka çepger da dihizirîm. Ev feleka pîr, mîr û mîrzadan dike þivan. Þivanan dîsan dike berdevkê mîr û padiþahan. Kes nizane ka ev feleka pîr dixwaze çi bike. — De rabe! Min jî got, ka tu li çi bareyê da dihizirî, lo! — Ne, her hind. Ez her li wê barê da, li bara leyza hezar renge felekê da dihizirîm. Li van got û bêjana da bûn, ko Mîroyê kurê Mela Heseni, birazavayê Silêmanî, bi gulþayî hate ber derê xîveta wan. Hê qisê nekirî, Silêmanî gazî kirê: — Mîro ca were jor! — Ez jî hema vaye têm. Îca Mîro bi gotina xwe ra kete hundurê xîvetê. Silêman yek bi bejna xwe va li ber va rabû. Herduyan destên xwe dane hev û hevdu himêz kirin. Li dû ra Mîro silav li Werdekê jî kir. Tev li ser tatikan rûniþtin. Li dû serçavanî û xoþbêjiyê ra Mîro weha pîrozbayî li Silêman û Werdekê kir: E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM BILÎCAN • 101
— Pîroz be Silêman! Çavên te ronahî Werdek! — Zor sipas Mîroyê xoþdevî! — Bijî Mîrîoyê delal! Qet li dîwanxanê çi heye? — Xweþiya te. Hemîn niha mamê Hesêyi bi hûrgilî ji te ra þirove kiriye. Îro piþtî firavînê rê û þûna helbijartina serekpehlewantiyê ye. Mamê Hesê û Mîrî biriyar girtine, te bikin serekpehlewan. Mîrî þandiye ji te ra destek cil û bergên pehlewantiyê ji Helebê înane. Îca ez hatim min got ka te karê xwe kiriye, em tev herin dîwanxanê. Bi bihîstina van xeberana ra dilê Silêmanî weke cûncikekê li qefesa sîngê wî da perper lêda. Silêmanî ciyê xwe xoþ kir û got: »Erê zor sipas! Mamê Hesêyi þeva dî gote min.« — Îca eger tu li ser karê xwe bî, rabe em tev herin. Niha Mîr bi koma ridênsipî û pehlewan û giregiran va li dîwanxanê da li bendî tene. Fermo em herin. Xwe gîro neke! — A, ez amade me. — Dey fermo! Herduk tev rabûn. Xatirê xwe ji Werdekê xwestin û ji xîvetê derketin. Werdek jî ta ber derê Xîvetê di gel wan hat. Silêmanî li piþt xwe ra li Werdekê nihêrî. Werdek pê ra keniya. Ewî jî bi biþirîneke þirîn bersiva lêvkena Werdekê da. Ta ko Mîro û Silêman çûn ketin hundurê dîwanxanê jî, Werdek hema wisan li ber derê xîvetê rawestabû û li bejin û bala Silêmanî, li rêveçûna wî, li havîtina pêngavên wî dinihêrî. Gava ko ewan li ber çavên wê wenda bûn, zivirî xîveta xwe. Dilê wê dikire tirpetirp. Dengê tirpetirpa dilê xwe bi baþî dibihîst. Bi gulþayî xwe deverû avîte ser palgî. Rûmetê wê kete ser xabê mexmerê rûyê palgî. Rûmetê xwe lê sût. Xoþina wê lê hat. Seha xweþî û gulþatiyê li giþtî leþê wê geriya. Dîwanxane û koma pehlewan û giregiran anî ber çavên xwe. Ew giregirên ko dixwestin ewê bi zora zêran ji bavê wê bixwazin. Ew pehlewanên ko li evîn û xwazîka wê da diþewitîn, lê li ber mercê wê newêrîbûn derê sendoqa dilê xwe yê wargehê derd û kulan vekin. Silêman û Mîro tev daketin hundurê xîveta dîwanxanê. Gava ko çûne jorê, Silêman li ber deri rawesta û destê xwe da sîngê xwe û silav li komelê kir. Hemûyê tev silava wî vegirtin. Ji nîvê komelê zêdetir li ber wî va rabûn. Mîr Elî Siwaran jî bixwe ji ciyê xwe hilqedimî û bi dest cî nîþanî Silêmanî da. Silêman di gavekê da li ber þerman soromoro bû. Lê zû xwe kom kir û destê xwe da sîngê xwe û hema wisan li ber derê xîvetê rawestayî ma. Mîrî dîsan cî nîþanî wî da û vê carê bi dengekî bilind, ko rehên 102• BILÎCAN E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM
- Page 51 and 52: cendek ketiye? Evan çawa bêhna go
- Page 53 and 54: Germayeke tund ji libên xîza daxb
- Page 55 and 56: ezê devê xwe girê bidim!? » Bi
- Page 57 and 58: 6 Kutaya meha Adarê ye. Her tenê
- Page 59 and 60: xîvetan tuneye. Xîvet li ber hev
- Page 61 and 62: Pîrejinê piþteke rîse rengareng
- Page 63 and 64: ibijêrim. Ez nizanim hûn deba vir
- Page 65 and 66: »Kuro Miho were van herdu dajoyana
- Page 67 and 68: girikekî ra bibîne. Piþtî bîst
- Page 69 and 70: 7 Hefthezar û heftsed mal li bin s
- Page 71 and 72: ide. Her cara ko nameyek kurdî bih
- Page 73 and 74: Çi kesî nikarî xwe li ber ciwan
- Page 75 and 76: Werdekê da cî bike. Lê Werdeka m
- Page 77 and 78: siyê da mabûn. Li bin siyê da ze
- Page 79 and 80: jî waye bi wan ra ye. Silêman ew
- Page 81 and 82: Hay hay! Þêr þêr e, çi jine ç
- Page 83 and 84: na sêveke sor nediçû devê Mîr
- Page 85 and 86: — Hero ta roja îro kesî piþta
- Page 87 and 88: xezelên xezelwerê, libên barana
- Page 89 and 90: i giþtî hêza xwe va tawa xwe av
- Page 91 and 92: — Bijî Silêman! — Her hebî S
- Page 93 and 94: Pîrqîn kete komelê û hemû keni
- Page 95 and 96: erpêlavka wan da. Hemû tev bi ken
- Page 97 and 98: Mîr Elî Siwaran ji cî hilqedimî
- Page 99 and 100: »Mîrîm bibexþîne! Bêdem bû.
- Page 101: 11 Hê çilê bûkê û zavayi dern
- Page 105 and 106: sotibûn. Lê newêrîbûn, ewê xw
- Page 107 and 108: a xwe, li komelê nihêrî. Li dû
- Page 109 and 110: kurt Silêman hema wisan rawestayî
- Page 111 and 112: »Ehmed Beg bibihorîne, ez pirsek
- Page 113 and 114: ka we çawa ye? — Kuro tiþtek n
- Page 115 and 116: dibûn, ko li ber zaroyan binê zan
- Page 117 and 118: içêrîne! Dajo dizgîna hespê ji
- Page 119 and 120: 14 Baranên havînî yên ser û bi
- Page 121 and 122: tenê kire rewtîn. Kakil li vê de
- Page 123 and 124: mehnegê dihat. Heftiyê carekê bi
- Page 125 and 126: hawariyê here. Lê mêrên hawariy
- Page 127 and 128: va, li koma þîngêran derket. Pî
- Page 129 and 130: 15 Þîneke giran li ser êla Mîr
- Page 131 and 132: Canpolato, serekpehlewano... Rûmet
- Page 133 and 134: 16 Hê du meh li ser wê qewimîna
- Page 135 and 136: Li demeke kurt da xîvet jêk weþi
- Page 137 and 138: — Çi nake hevalbiçûk e. — Xw
- Page 139 and 140: — Þûrê bavê xwe hildin! — N
- Page 141 and 142: Ker û Kulik þev û roj li ser ço
- Page 143 and 144: nanî gurgên derbuharî li xûnê
- Page 145 and 146: ida, çipika xûnê jê nedihat. Gu
- Page 147 and 148: »Gelî civata hêja! Ez pir sipas
- Page 149 and 150: erane da þarge digirtin. Lê kalk
- Page 151 and 152: »Xûþkê pirsiyar bêxewþe. Hûn
yeke li destê te da ko nîne. Pêþiyan gotine: »Jêhatbûnê nîne, lêhatbûnê

ye.« Yan berewajî wê, teyî golikvan, ko tu ji golikan pêve çi tiþtî nanasî,

bikin þah û padiþahê welatên pan û berîn. Bi mîlyonan civata çavgirêdayî

bêy wê hindê, ko bizanibin tu kî yî û çî yî, serê xwe ji te ra bitewînin û li

jêr fermana te da bin. Bêy wê hindê ko te binasin, gultegulte herin xwe ji

bona yek gotina te bidin kuþtinê. Zaroyên xwe ji te ra gorî bikin. Çunku

çerxa felekê li wê demê da li ser bayê te dizivire. Lê wakî çerxa felekê li ser

bayê te nezivire, piþîka te ya nêçîrvan dê diz û seyê te yê gurêx dê arode

derkeve.

Erê cîhan e! Tu çi dizanî, tu ko þev û roj dixebitî. Bi maran ra qalik

davêjî, çî yê bibe destvehata te? Tu çi dizanî kî yê keda destên te bixo? Te

hew dît ko tu ne ji gav da ji tik û pik ketî û malê te, ew malê ko te bi hezar

û yek êþ û cenceratê berev kiriye, li ber çavên te xêz û vêz û suxt û puxt

bikin...«

Silêman li van hizirane da bû, ko Werdekê bang lê kir:

»Hero Silêmano! Te xêre tu wisan kûr diponijî? Gemiyên te di

oqyanosan da noqim bûne?«

Silêmanî, te digot qay li xeweke kûr radibe, keserek rahêla û got:

»Qet, hema wisan.«

— Na, na bêje ka çi li dilê te ra derbas dibû!

— Herê Werdekê, ez li bara kar û barên cîhanê da, li bara gera vê feleka

çepger da dihizirîm. Ev feleka pîr, mîr û mîrzadan dike þivan. Þivanan

dîsan dike berdevkê mîr û padiþahan. Kes nizane ka ev feleka pîr dixwaze

çi bike.

— De rabe! Min jî got, ka tu li çi bareyê da dihizirî, lo!

— Ne, her hind. Ez her li wê barê da, li bara leyza hezar renge felekê da

dihizirîm.

Li van got û bêjana da bûn, ko Mîroyê kurê Mela Heseni, birazavayê

Silêmanî, bi gulþayî hate ber derê xîveta wan. Hê qisê nekirî, Silêmanî

gazî kirê:

— Mîro ca were jor!

— Ez jî hema vaye têm.

Îca Mîro bi gotina xwe ra kete hundurê xîvetê. Silêman yek bi bejna

xwe va li ber va rabû. Herduyan destên xwe dane hev û hevdu himêz

kirin. Li dû ra Mîro silav li Werdekê jî kir. Tev li ser tatikan rûniþtin. Li

dû serçavanî û xoþbêjiyê ra Mîro weha pîrozbayî li Silêman û Werdekê

kir:

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

BILÎCAN • 101